www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela nûçeyan rûpela destpêkê

26.02.2003 - 10:30

Qotabiyên Dihokê berhviya xwe diyar dikin bo berhingariya leşkerê tirkî

Hekar Findî - Dihok

DIHOK (amude.com) - Îro li hola Mihemed Arifê Cizrî li Dihokê simînarek vekirî taybetî bo qotabiyên deverê li gel berpirsê liqê 1ê yê P.D.K Mihemd Mela Qadir li dor seruberê ku dever îro tê de diburît hate pêkanîn.

Di vê simînarê de Mela Qadir rola qutabiyan di van kawadanan de diyar kir. Herweha bi dirêjî behsa xebata miletê kurdî û serbora wan a azadane ya ku niha tê de ne, kir.. Wî diyar kir ku miletê kurd hatina leşkerên tirkî bi her rengî qebûl nake û got em berhev in ku berhngariya wan bikin bi her rengekî be. Derbarî vê yekê de Mela Qadir got: "Ger wan bivê alrîkariya me biken, alîkarî ne weha ye. Bila alîkariya me di biyavên mirovayetî de biken."
Derbarî nerazîbûna dewletan jî got: "Ne em bi tenê vê yekê qebûl nakin, belku gelek dewletên cîhanê jî bi me re vê yekê qebûl nakin.". Herwiha wî behsa hatina nûnerê serokê emêrîkî jî kir û got: "Do birêz Zolmayî Xelîl Zade gihaye Kurdistanê û ew dê pişikdarî kongireya oposîsiyona Iraqî bibe, û wî jî nerazîbûna xwe derbarî vê meselê diyar kiriye."

Li dawiyê jî qutabiyan berheviya xwe diyar kirin bo her karekî ku di xizmeta milet de be bo berhingariya leşkirê tirkî.
Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]