24.02.2003 - 18:15
Li Londonê civîna komîteya parastina gelê kurd li dar dikeve
LONDON (amude.com) - Sibe li Londonê, demjimêr 18-20, civîna
komîteya parastina gelê kurd li dar dikeve. Ev komîte hate
damezirandin bo piştgiriya Kurdistanê derbarî bûyerên ku niha
li Iraqê pêk tên. Herkes li seranserî cîhanê
dikare beşdarî xebatê bibe. Di vê civînê de,
kesên beşdar dê daxuyaniyekê binivîsînin û
belav bikin. Ev daxuyanî dûra dibe bingeha kampaniyayên
vê komîteyê.
Programa civînê:
- Nazaneen Rashid: Axaftinek li ser mijarê û bûyeran
- Axaftin, 5-10 deq bo axaftinan
- Guftûgo
- daxuyaniya civînê: civîn dê bûyeran bi çav in objektîv
binirxîne û daxuyaniyekê peşneyar bike û biryara wê bistîne.
Ev daxuyanî dê bibe bingeha kampaniyayên
vê komîteyê
- Gavên pêş: çawa ev daxuyanî dikare bibe xebat
Kesê ku bixwaze beşdarî komîteyê û xebata wê bibe,
dikare peywendiyan bi van kesan re bike:
Nazaneen Rashid
tel/faks: 020 8743 4711
dest: 077 8684 4032
Email: nazanenrashid@hotmail.com
an
Dr. Rebwar Fatah
dest: 077 6172 8041
Email: rebwar@ikurd.com
|
|