www.amude.com
www.amude.com - serbixwe, çandî, giştî Erşîva nûçe û berhemên malperê

[destpêk| muzîk| huner| ziman| epirtûk| nerîn| belgexane| emaila te]
[lînk| e-kert| chat| mêvanxane| alîkarî| erşîv| amûdank| wêne| têkilî]

31.03.2004 - 02:03
"Ger çalakiyên protestoyê rawestin, em dê bêne kuştin"

DORTMUND (amude.com) - Endamê polîtbîroya Partitya Yekîtî ya Kurd li Suryayê Merwan Osman di hevpeyvînekê de li gel Koçka "Serhildana Qamişlo" ya Paltalkê eşkere kir, ku kurdên başûrê-rojavayî Kurdistanê rewşeke pir dijwar derbas dikin. Wî diyar kir, ku binçavkirin û işkencekirinên ji aliyê rêjîmê ve berdewam in. Herweha wî piştrast kir, ku rawestandina piştgiriya kurdên li derveyî welat dê qirkirina yên li welat bi xwe re bîne. Osman bang li perçeyên din ên Kurdistanê kir, ku piştgiriya xwe berdewam bikin û sarbûna xebata ragihandinê ji aliyê televizyonên kurdî ve bi dawî bînin. [Bixwîne]

31.03.2004 - 00:45
Girtiyên kurd ji ber işkencekirinê pûç û dîn dibin

QAMIŞLO (amude.com) - Rojek derbas nabe, bêyî ku li başûrê-rojavayî Kurdistanê bi dehan kurd neyên girtin û işkencekirin. Di dema ku hin ji wan serbest têne berdan de, di heman demê de hinên din têne binçavkirin. Kesên ku ji zindanê derdikevin jî, ji ber işkencekirnê yan pûç dibin, an birînine dijwar bi xwe re radihêjin an jî dîn dibin. Ji ber tirsa binçavkirinê, kesek newêre biçe nexweşxaneyan, da ku bête dermankirin. Rêjîm daxwazên xwe li ser tevgera kurdî ferz dike û tevger jî eşkere dibêje, ku ew neçar e û hêviya wê tenê ew e, ku çalakiyên derveyî welat bi xurtî berdewam bibin. Merwan Osman, endamê polîtbîroya Partitya Yekîtî ya Kurd li Suryayê, eşkere kir, ku partiyan sînorên xwe derbas kirine û piştrast kir, ku ger kurdên derveyî welat çalakiyên protestoyê berdewam nekin, dê ti guman ji qirkirina kurdên li welat nemîne. [Bixwîne]

30.03.2004 - 16:11
Malbateke kurd bû armanca êrîşê

AMÛDÊ (amude.com) - Li bajarê Amûdê, hêzên ewlekariyê yên Suriyê êrîşî malbateke kurd kir. Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, ew li ciwanê kurd ê bi navê Rêzan Hesen Şiwêş digeriyan. Lê wan ew li mal nedît. Ji malbata wî re hate gotin, ku divê kurê wan xwe teslîmî dezgeha ewlekariyê ya bajarê Amûdê bike.

30.03.2004 - 14:50
Lîsteya şehîdên serhildanê

DORTMUND (amude.com) - Di serhildana başûrê-rojavayî Kurdistanê de hejmareke mezin ji kurdan hatin kuştin û şehîd ketin. Ta roja îroj jî hîn hejmara şehîdan nediyar e. Li gorî agahiyên hin pijîşkan, komek ji kurdên şehîd di nexweşxaneyên Qamişlo û Hisiçayê de ne. Lê ji ber ku hêzên ewlekariyê yên surî nahêlin ti kes derbas bibe û wan şehêdan bibîne, ti kes nizane bê hejmara wan çiqas e. Mapera Amûdê lîsteyek a navên 31 şehîdan bi dest xist û wê li vê derê diweşîne. Lîste ji aliyê partiyên kurdî ve hatiye amadekirin. >> [Bixwîne]

30.03.2004 - 02:33
Rêjîma Suryayê ji malperên kurdî ditirse

PARÎS/QAMIŞLO (amude.com) - Piştî qedexekirina çend malperîn kurdên başûrê-rojavayê Kurdistanê - û di nav wan de Malpera Amûdê - ji aliyê rêjîma Suryayê ve, êxistina "Raportvanên Bê Sînor" a navneteweyî girtina malperên kurdî amude.com û qamislo.com ji aliyê rêjîma Suryayê ve şermezar kir. Di warê ragihandina serhildana başûrê-rojavayî Kurdistanê de, malperên kurdî rola bingehîn lîstin û ev yek bû sedema acizbûna rêjîma Suryayê. Wê ne tenê malper qedexe kir, wê herweha ji partiyîn kurdî doza girtina malperan kir. Li gel hin astengiyan jî, lê kurdên li welat dikarin di rêyine cuda re derbasî malperan bibin. >> [Bixwîne]

29.03.2004 - 18:22
Li Berlînê çalakiyeke protestoyê li dijî Ajansa Nûçeyan a Elmanî

BERLÎN (amude.com) - Komelgeha Kurdên ji Sûryayê yên li Berlîn/Brandenburg û rêxistinên Elmanyayê yên partiyên kurdî li Sûryayê dê sibe li pêşiya avahiya Ajansa Nûçeyan a Elmanî (DPA) çalakiyeke protestoyê li dijî neragihandina bûyerên li başûrê-rojavayê Kurdistanê ji aliyê medyaya elmanî ve li dar xînin. Nûnerek ji kurdan dê doseyeke ji belgeyan ên bûyerên dawê li başûrê-rojavayê Kurdistanê radestî berpirsê ajanseyê bike, da ku bibîne bê rewş li wê derê çawa ye. Civîn dê demjimêr 14.30 li cem U-Bahn Oranienburger Tor be û çalakî dê demjimêr 15.00 li pêşiya Deutsche Presse Agentur (DPA), Reinhardtstraße 23, li dar dikeve.

29.03.2004 - 00:45
Nesrîn Berwarî bû armanca êrîşeke terorîstyane

MUSIL (afp/amude.com) - Wezîra karên avakirina Iraqê ya kurd Nesrîn Berwarî doh nêzîkî bajarê Musilê bû armanca êrîşeke terorîstyane. Xanim Berwarî karîbû ji êrîşê bi çend birînên biçûk bifilite. Du parêzerên wê hatin kuştin.

27.03.2004 - 23:15
Folkpartiyet doza çareserkirina pirsa kurdî li Sûryayê dike

STOCKHOLM (amude.com) - Di kongreya xwe ya îroj ya salane de, Partiya swêdî Folkpartiyet (Partiya Gel) êrîşên li dijî kurdên başûrê-rojavayî Kurdistanê şermezar kir. Herweha wê doza serbestberdana girtiyan û çareserkirina pirsa kurdî li Sûryayê kir. Li aliyekî din û bi inîsyatîva Folkpartiyet, roja 13.04.2004an Parlamana Swêdî dê li ser pirsa kurdî li Sûryayê guftûgo bike. Herweha di 05.04an de dê li ser daxwaza serokatiya Folkpartiyet Komîteya Karûbarên Derve ya Parlamana Ewropayê li ser heman mijarê biaxive. Endama Folkpartiyet Cecilia Malmström dê vê mijarê bixe rojeva komîteyê. >> [Bixwîne]

27.03.2004 - 22:15
Xortekî kurd êrîşî leşkeran kir

HISIÇA (amude.com) - Doh li bajarê Hisiça, xortekî kurd bi navê Civan Ebdilkerîm Hesen bi motorê xwe êrîşî komek ji leşkerên sûrî kir û çend ji wan birîndar kir. Leşkeran bi fîşekan êrîşî wî kir û ew birîndar kir. Piştre wan ew ji bo lêpirsînan bi xwe re birin. Hêjayî gotinê ye, ku Hesen ev êrîş weke reaksyon li ser binçavkirin û işkencekirina çend endamên malbata xwe pêk anî.

27.03.2004 - 12:25
Du ciwanên din ketin nav lîsteya şehîdan

QAMIŞLO (amude.com) - Doh li Qamişloyê, du ciwanên kurd ên din jiyana xwe ji dest dan. Sîwan Enwer Kewê û Ciwan Xorşîd ji ber birînên xwe şehîd ketin. Enwer di roja yekê ji serhildanê de û Ciwan di duyemîn roja wê de bi fîşekên polîsan hatin birîndarkirin. Herdu jî 18e salî bûn û doh bi dizî hatin veşartin.

12.03.2004 - 00:14
Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir û li şikeftên Heskîfê

Hevindê Hûrî - DORTMUND (amude.com) - Bê guman e, ku çûna hunermendê kurd ê binavûdeng Ciwan Haco ya Tirkiyê û Kurdistanê, dê dîtinên cuda û reaksiyonên cawaz derxe holê, çi ji aliyê tirkan ve, yan jî ji aliyê kurdan ve.
Binavûdengiya hunermend di nava kurdan de û taybetî û giraniya wî di mûzîka kurdî de, van baweriyên cuda û xirecira li dora vê çûnê dide fêmkirin û sedemên van reaksiyonan diyar dike. [Bixwîne]

12.03.2003 - 00:33

Salih Cefer
8ê adarê di navbera şam û Bedxdadê de

Salih Cefer - ARNHEM (amude.com) - Roja 8ê adara sala 1963an, Partiya Beis bi tang û topên xwe û bi fermaneke leşkerî desthilatdariya Sûriyê dagir kir.
Ji roja ku Partiya Beis Sûrya xiste bin destê xwe û ta roja îro, zagona rewşa awarte tê bi kar anîn. Ev zagon divê tenê di rewşa şer de bê bikaranîn, lê Partiya Beis bê şer wê zagonê li dijî miletê Sûryayê bi kar anî û hîn jî tîne. [Bixwîne]

11.03.2004 - 09:45
Arşevê Oskan
"Zevî" dê raweste

HAMBURG (amude.com) - Sernivîserê kovara "Zevî" Arşevê Oskan ragihand, ku ji ber hatina wî ya Elmanyayê, kovar dê ta demeke nediyar raweste. "Zevî" kovareke rewşenbîrî û serbixwe ye û bi zimanê kurdî li başûrê-rojavayî Kurdistanê derdikeve. [Malpera Kovara Zevî]

10.03.2004 - 23:05
Ekrem Mihemed Murad
Girtiyên Roja Jinan a Cîhanî têne işkencekirin

QAMIŞLO (amude.com) - Li Qamişloyê, 2 girtiyên kurd sernest hatin berdan. 5 kurdên din bi navên Fehîm Hesen Yûsiv, Hisên Mihemed Murad, Ekrem Mihemed Murad, Kadar Newaf Reusl û Sîrac Newaf Reusl hîn jî di zindanê de ne. Hate ragihandin, ku ew têne işkencekirin. Partiyên Kurdî li Sûryayê û herweha Komîteya Mafên Mirov li Sûryayê di daxuyaniyên xwe de girtina kurdan di Roja Jinan a Cîhanî de şermezar kirin û doza serbestberdana wan kirin.

10.03.2004 - 00:44
Li Qamişloyê 7 kurd hatin binçavkirin

QAMIŞLO (amude.com) - Piştî ku hêzên ewlekariyê li Qamişloyê berpirsê Koma Mîdya ya Folklorî Ekrem Mihemed Murad di çalakiyeke pîrozkirina Roja Jinan a Cîhanî binçavkirin, doh 6 kurdên din hatin girtin û zindankirin. Kesên ku hatine girtin ev in: Fehîm Hesen Yûsiv, Comerd Fehîm Yûsiv, Hisên Mihemed Murad, Hesen Mihemed Murad, Kadar Newaf Mencê û Sîrac Newaf Mencê. Hêjayî gotinê ye, ku li çend bajarên kurdî çalakiyên pîrozkirina Roja Jinan a Cîhanî hatin sabotekirin.

10.03.2004 - 00:32
"Roj tv" programeke taybetî li ser Sûryayê amade dike

BRÛKSEL (amude.com) - Di yekemîn xeleka xwe de, programa "Rasterast" a kanala televizyonê ya "Roj tv" dê roja şemiya 13ê vê mehê bi taybetî li ser rewşa Sûryayê û başûrê-rojavayî Kurdistanê raweste. Hunermend Beşar Îsa, rojnamevan Dr. Ebdilmecîd Şêxo û li ser telefonê siyasetvan Merwan Osman dê beşdarî vê programê bibin. "Rasterast" demjimêr 16.00 dest pê dike.


08.03.2004 - 20:58
Jinên kurd serê polîsan şikandin û roja xwe cejn kirin

Gulîzar - QAMIŞLO (amude.com) - Hêzên ewlekariyê yên sûrî îroj li Qamişloyê êrîşî çalakiyeke kurdan a cejnkirina Roja Jinan a Cîhanî kirin û berpirsiyarê Koma Mîdya ya Folklorî Ekrem Murad binçavkirin. Polîsan pêşî elektrîk li ser çalakiyê qut kirin, piştre êrîşî wênekêşan kirin û film û kasêtên wan ji wan standin. Milet hêrs bû û êrîşî polîsan kir û serê yekî ji wan şikandin. Herweha wan cama tirmbêleke polîsan bi keviran şikandin. Polîsan tivink di ser wan re berdan û av bi wan dakir. Piştî rawestandinekê, çalakiya kurdan berdewam kir. [Bixwîne] [Li wêneyan temaşe ke]

08.03.2004 - 15:59

Sekreterê PENa Kurd Dr. Zorab Aloian
PENa Kurd xwe armanca kampaniyayekê dibîne

BREMEN (amude.com) - Li jêr navê "Kampanyayê amude.com li dijê PENa Kurd" cihgirê serokê PENa Kurd Mistefa Reşîd îroj nameyeke sekreterê Navenda PENa Kurd Dr. Zorab Aloian di rêya emailan re belav kir. Aloian diyar dike, ku Malpera Amûdê "kampaniyayekê li dijî PENa Kurd" bi rê ve dibe. Malpera Amûdê ji Aloian pirsî, bê ev "kampaniya" bi çi şêweyî tê kirin û ka nîşanên vê yekê çi ne. Dr. Zorab Aloian nexwest bersivê bide û got: "Yê zane, zane; yê nizane, baqê nîskan". [Bixwîne]

08.03.2004 - 02:13
Li cîhanê jin roja xwe cejn dikin

DORTMUND (amude.com) - Îroj Roja Jinan a Cîhanî ye. Her sal di 8ê adarê de, jinên cîhanê roja xwe cejn dikin û doza wekheviya aborî, civakî, çandî û siyasî dikin. Li gelek welat û bajaran, xwepêşandanên jinan ji bo bidestxistina mafên wekheviyê di hemî warên jiyanê û hemî welatan de pêk tên. Yekem car ku 8ê adarê weke roja jinan a cîhanî hate binavkirin, li konferneseke jinan a sosyalîst di sala 1921ê de li Kopenhaginê bû. Lê çima 8ê adarê? [Bixwîne]

07.03.2004 - 17:20
Hewildanên şîiyan ji bo guhertinan vala derketin

BEXDAD (ap/amude.com) - Endamên Konseya Hikumeta Iraqê yên şîî daxuyandin, ku ew dê destura Iraqê ya demî imze bikin û dev ji daxwazên xwe yên ji bo guhertinan berdin. Destur dê sibe bêyî ti guhertinan bête imzekirin.

07.03.2004 - 16:21

Hêvî Berwarî
Sivore jî dibêje: Ber û minên min!

Hêvî Berwarî - BERLÎN (amude.com) -Hind kes hene, mişexwerin û dixwazin li ser giyan û bîr û bawerên hind kesên din bijîn û xwe vejînin.
Derheqî gotara xanim Selwa Gulî min ji hejî nedît ez bersivekê bidem û hind xalan danim ser pîtan û hind tiştan zelal bikem. Lê li dawiyê min biryar da, ku çarçoveya bêdengiyê bişkînim û bi xeber bêm. [Bixwîne]

07.03.2004 - 01:55
Li Swêdê jinên kurd 8ê adarê cejn kirin

STOCKHOLM (kk/amude.com) - Bi helkefta Roja Jinan a Navneteweyî, ya ku her sal di 8ê adarê de pêk tê, Yekîtiya Jinên Kurdistan li Swêdê îniya borî li Stockholma paytext şevek li dar xistin. Stranbêjên kurd Hesen Mele, Eyad û Merwan bi muzîka xwe beşdarî vê çalakiya jinên kurd bûn. Herweha modeya kincên kurdî ji aliyê 8 keçên kurd ên ciwan ve di bin birêvebirina keçên kurd Ala û Ejînê de hatin nîşandan. Dora 400-500 kesan beşdar bûn û di nav wan de komek ji kesayetiyên kurd û swêdî.

06.03.2004 - 21:25
Mehmud Osman: "Eger şîî ji ya xwe danekevin, em ê doza tiştine din bikin!"

BEXDAD (amude.com) - Endamê Konseya Hikumeta Iraqê yê kurd Mehmud Osman piştrast kir, ku kurd daxwaza şîiyan ji bo guhertina destura demî ya Iraqê napejirînin. Herweha wî got, ku nepejirandina parastina mafên kurdan ên di desturê de ji aliyê şîiyan ve dê gumanan çêbike û bandoreke wê li ser yekîtiya neteweyî ya iraqî hebe. Osman berdewam kir û got, ku eger şîî li ser daxwaza xwe ya guhertinê bimînin, kurd dê doza guhertinine din bikin, ku wan ji bo pêkanîna desturê piştguh kiribûn. Wî got, ku kurd dikarin doza meseleya qeydkirina pêşmergeyan û herweha ya herêmên kurdî, yên ku ji Kurdistanê hatibûn veqetandin û ji aliyê rêjîma berê hatibûn erebkirin, di desturê de bikin. [Bixwîne]

06.03.2004 - 18:15
Dr. Mistefa Sedrê Qazî çû ser dilovaniya xwe

DORTMUND (amude.com) - Pijîşkê kurd Dr. Mistefa Sedrê Qazî doh li Mehabadê li rojhilatê Kurdistanê çû ser dilovaniya xwe. Dr. Mistefa, yê ku bi navê Kemal Axa dihat naskirin, di sala 1935an li Mehabadê ji dayik bûbû. Ew kurê Ebulqasimê Sedrê Qazî û birazayê Pêşewa Qazî Mihemed e. Qazî xwendina xwe ya bilind a di warê pijîşkiyê de li Elmanyayê kiribû.

06.03.2004 - 15:28
Hêvî Berwarî ji neçariyê êrîşê dike

DORTMUND (amude.com) - Li jêr navê "Bersiveka gerim ji bo gotareka sar" endama Komîteya PENa Kurd Hêvî Berwarî helwesta xwe li hemberî nûçeya Malpera Amûdê ya li ser gotinên wê di hevpeyvîna bi "Azadiya Welat" re de diyar dike. Li gorî Berwarî, ew nûçe mafê wê yê azadiyê binpê dike û wê mîna "veyrûsekê" binav dike. Berwarî berdewam dike û dibêje, ku ew ne li ser navê PENê axiviye û gotinên wê yên derbarî PKKê nerîna wê ya taybetî ye. Herweha ew "Azadiya Welat" ji ber guhertina gotinên xwe sucdar dike. [Bixwîne]

05.03.2004 - 23:09
Hevpeyvînek li gel helbestvan Ebdilqadir Musa di "metv" de

DORTMUND (amude.com) - Kanala televizyonê ya a kurdî "Mezopotamiya tv" dê duşema 08.03an, demjimêr 18.00, li ser mijara "werger ji zimanê kurdî bo erebî û erebî bo kurdî" hevpeyvînekê li gel helbestvan Ebdilqadir Musa biweşîne. Ev hevpeyvîn dê yekşema 14.03an, demjimêr 08.30, bête dubarekirin.

05.03.2004 - 17:16
Şîî autonomiya kurdan napejirînin

BEXDAD (ap/afp/amude.com) - Pênc endamên Konseya Hikumeta Iraqê yên şîî xwe ji çalakiya imzekirina zagona bingehîn a demî ya Iraqê kişandin. Ew dixwazin, ku ew nuqte bête guhertin, a ku dibêje, ku destura Iraqê dikare pêk were, eger piraniyek jê re peyda bibe û 2/3 ji kurdên li parêzgehên Duhok, Hewlêr û Silêmaniyê ne li dij bin. Duşema borî hemûyan li ser zagonê li hev kiribûn, lê şîiyan ji nişk ve nerîna xwe guhertin. Hîn ne diyar e, bê zagon dê bête guhertin an na û ew dê kînga bête imzekirin. [Bixwîne]

05.03.2004 - 13:50
"Raportvanên Bê Sînor" doza serbestberdana "girtiyên internêtê" dike

PARÎS (amude.com) - Bi helkefta 41 saliya damezirandina Partiya Baas di 8ê adarê de, rêxistina navneteweyî "Reporters Sans Frontièrs" (Raportvanên Bê Sînor) ji serokê Sûryayê Beşar el-Esed doza serbestberdana du girtiyên ku ji ber bikaranîna internêtê hatine binçavkirin, dike. Xwendekarê rojnamevaniyê yê kurd Mesud Hamid ji ber kişandina wêneyan û belavkirina wan di internêtê de û hemwelatiyê ereb Ebdilrehman Şaxurî ji ber wergirtina nûçenameyekê ji malpereke qedexekirî di rêya emailê re hatine girtin û hîn di zindanê de ne. [Bixwîne]

04.03.2004 - 23:18
"Mirî nikarin rabin ser piya, hurme!"

Bayram Ayaz - DORTMUND (amude.com) - Nûçeya Malpera Amûdê ya derbarî nivîsara xanim Hêvî Berwarî, gelek bala min kişand. Ji ber du sedeman. Yek jê, karê ku PENa Kurd pê rabûye, karekî pîroz e. Ji bo damezirandina şaxê xwe yê Amedê, PENa Kurd endama xwe şandiye Amedê. Helbet damezirandina şaxê PENa Kurd li bajarê Amedê bûyereke pirr balkêş e û cihê dilxweşiyê û şanaziyê ye. [Bixwîne]

04.03.2004 - 23:05
Tirkan peyva "Kurd" pejirand

AMED (amude.com) - Vê êvarê, serokê Komeleya PENa Kurd li Amedê Edîp Polat ragihand, ku ewlekariya Amedê destûra vekirina PENa Kurd dan û belgeya pejirandinê radestî wî kir. Doh, ji ber hebûna peyva "Kurd" tê de, tirkan nexwest komeleya PENê bipejirîne û qeyd bike.

04.03.2004 - 01:47

Selwa Gulî
Endama Komîteya PENa Kurd bitenê xebata Ocalanî bi başî li qelem didit!!?

Selwa Gulî - GÖTEBORG (amude.com) - Bêguman vekirina saziyeke nivîskarên kurd li her cihekî bit tiştekî baş û pîroz e. Hebûn û çalakiyên PENa Kurd jî çendî bi hêz bibin, hîn baştir e. Lê divêt di destpêkê de jî mirov weke niaamê serê xwe nexe nêv qûrrê xwe û laşê xwe li derve nehêlit. [Bixwîne]

04.03.2004 - 01:10
"Pîra Zînê" çû ser dilovaniya xwe

Lana Hecî - SERÊ KANIYÊ (amude.com) - Doh êvarî, pîrejina kurd "Pîra Zînê" li bajarê Serê Kaniyê li başûrê-rojavayî Kurdistanê çû ser dilovaniya xwe. "Pîra Zînê" bi strana li ser zindana Hisiçayê hate naskirin. Ev stran bû sedema girtina çend tomargehan û binçavkirina xwediyên wan. Herweha "Pîra Zînê" bi xwe jî ji bo vê strana siyasî çend caran dibû "mêvana" ewlekariya siyasî li Qamişloyê. Di 24.03.1994an de zindana Hisiçayê hate şewitandin û hejmareke mezin ji girtiyên kurd hatin kuştin.

03.03.2004 - 22:41
Xwendekarên kurd li Bochum dê Newrozê cejn bikin

BOCHUM (amude.com) - Grûpa xwendekarên kurd li Zanîngeha Bochum li Elmanyayê (Kurdistan AG) dê di 19ê vê mehê de Newrozê cejn bikin. Aram Tîgran, Şêro Betê û Koma Ciwan dê bi muzîka xwe beşdarî şahiya Newrozê bibin. Herweha komeke folklora kurdî û dahol û zirne jî dê folklora kurdî li dora agirê Newrozê pêşkêş kin. [Bixwîne]

03.03.2004 - 15:48
Şivan Perwer doz li Ibrahîm Tatlîses vekiriye

HANNOVER (amude.com) - Di hevpeyvînekê de bi malpera "qamişlo.com" re, hunermend Şivan Perwer radigihîne, ku ji ber binpêkirina mafan û herweha bikaranîna muzîka wî ya bê destur, wî doz li Ibrahîm Tatlîses (Îbo) vekiriye û ew daye dadgehê. Herweha ew dibêje, ku ew dê di demeke nêzîk de stranên bi ingilîzî, erebî û tirkî bêje. Derbarî projeya televizyonê Şivan diyar dike, ku ev proje dikare têk biçe. [Bixwîne]

03.03.2004 - 02:04
Kurdên Swêdê dê li ser Barzanî biaxifin

STOCKHOLM (amude.com) - Bi helkeftina 101 saliya jidayikbûna Mele Mistefayê Barzanî, dê yekşema 07ê vê mehê li Stockholmê semînarek pêk were. Nivîskaran M. Emîn Bozarslan, Hamid Gewherî û Kamîran Haco dê li ser barzanî û rola wî biaxifin. Herweha dê fiilmek dokumenter li ser jiyan û xebata Barzanî ya siyasî bête nîşandan. Ev semînar ji aliyê Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanê, Federasyona Komeleyên Kurdistanê û Platforma Kurd li Swêdê ve tê amadekirin. [Bixwîne]

03.03.2004 - 01:07
Peyva "Kurd" ji PENa Kurd re bû asteng

AMED (amude.com) - Ji ber ku peyva "kurd" di navê wê de peyda dibe, beşê komeleyan ê Dezgeha Ewlekariyê li Amedê damezirandina komeleya PENa Kurd a li Amedê nepejirand, weha heftenameya kurdî "Azadiya Welat" di malpera xwe de radigihîne. Serokê komeleya PENa Kurd Edîp Polat daxuyand, ku ew ê di riya hiqûqê re li mafê xwe bigerin û eger pêwîst be, ew dê vê dozê bibin ta Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê. [Bixwîne]

02.03.2004 - 12:10
Şêrko Bêkes mijara "Şevbuhêrkên Kurdî" li Şamê bû

Rustem Hemze - ŞAM (amude.com) - Îna borî li Şamê, şevbuhêrka duyem ji "Şevbuhêrkên Kurdî" pêk hat. Siyasetvan û rewşenbîrê kurd Selah Berwarî li li ser Şêrko Bêkes û hinek nerînên wî yên helsbestî axifî. [Bixwîne]

02.03.2004 - 10:44
Serdar Doskî ket lîsteya hilbijartinên Parlemana Ewropayê

AMSFOORT (amude.com) - Di 28ê meha borî de, di konferensa Partiya Sosyalîst a Holendî (SP) de li bajêrê Amsfoort, siyasetvanê kurd Serdar Doskî cihê 7an di lîsteya SP a ji bo hilbijartinên Parlemana Ewropayê de girt. Hilbijartin dê di 10.05.2004an de li seranserî Ewropayê pêk werin. Doskî 31 salî ye û di 1995an de ji başûrê Kurdistanê koçberî Holendayê bû û li wê derê nasnameya holendî wergirt. [Bixwîne]

02.03.2004 - 10:03
Li Qamişloyê 25 saliya koçkirina Barzanî hate bibîranîn

Dilêş - QAMIŞLO (amude.com) - Doh Qamişloyê, 25 saliya koçkirina Mele Mistefayê Barzanî hate bibîranîn. Ev bibîranîn ji aliyê herdu şaxên Partiya Demoqrat a Kurdî li Sûryayê (el-Partî) ve hatibû amadekirin. Hejmareke mezin ji gelê herêmê û herweha nûnerê nivîsgeha PDK-Iraq a li Qamişloyê beşdarî vê çalakiyê bûn. [Bixwîne]

02.03.2004 - 00:42
Li Stockholmê civînek li ser qedexeyên li ser zimanê kurdî

STOCKHOLM (KK/amude.com) - Bi hilkefta 80ê saliya qedexekirina zimanê kurdî li bakurê Kurdistanê, sibe, demjimêr 13.00e, dê li Stockholmê civînek li ser qedexeyên li ser zimanê kurdî û siyaseta dewleta Tirkiyeyê ya li hemberî ziman û kultura kurdî pêk were. Ev civîn ji aliyê rojnamevanê kurd Kurdo Baksî tê amadekirin. Derbarî vê yekê, Baksî û çend rewşenbîrên swêdî daxuyaniyek amade kirine. [Bixwîne]

01.03.2004 - 23:48
PENa Kurd Malpera Amûdê rexne dike

BREMEN (amude.com) - Piştî weşandina nûçeya Malpera Amûdê derbarî hevpeyvîneke endama komîteya PENa Kurd Hêvî Berwarî, Navenda PENa Kurd daxuyaniyek ji bo raya giştî belav kir û tê de dibêje, ku ew rêxistineke kurdî serbixwe ye, ne partiyeke siyasî ye û ne jî bi ti partiyên siyasî ve girêdayî ye. Lê ew li ser gotinên xanim Berwarî derbarî PKK ranaweste. [Bixwîne]

01.03.2004 - 20:49
"Roj tv" dest bi weşana xwe ya fermî kir

BRÛKSEL (amude.com) - Kanala televizyonê ya kurdî ya nû "Roj tv" îroj demjimêr 19.00 bi şahiyekê dest bi weşana xwe ya fermî kir. Şahiya vekirina kanalê zindî tê weşandin. "Roj tv" hate vekirin ji ber ku di 12.02.2004an de weşana kanala "Medya tv" hate rawestandin.

01.03.2004 - 18:15
"Divê pirsa kurdî berî hilbijartinan çareser bibe"

ERFURT (amude.com) - Profesorê kurd û pisporê Iraqê Ferhad Ibrahîm dibêje, ku eger berî hilbijartinên giştî yên li Iraqê daxwazên kurdan pêk neyên, dê pêkhatina wan piştre pir zehmet be. Bi Malpera Amûdê re ew li ser federalîzmê û giringiya wê ji bo kurdan û rewşa Iraqê bi giştî û herweha kêmasiyên dîplomasiya kurdî diaxife. [Bixwîne]

01.03.2004 - 08:55
Kurdan mesîrê xwe xist destên ereban

BEXDAD (bbc/amude.com) - Piştî guftûgoyên dirêj, Encumena Iraqê li ser destureke bo Iraqê li hev kir. Li gorî vê lihevkirinê, sîstema federalîsmê dê pêk were û rewşa başûrê Kurdistanê dê wek xwe bimîne. Lê piştî hilbijartinên giştî li Iraqê, dê derbarî paşeroja kurdan biryareke din ji aliyê perlemana Iraqê ve bê standin. Herweha biryar hate standin, ku ola islamê dê ji bo destura Iraqê ne çavkaniya bingehîn be. Lê nabe ku ti zagonên li dijî baweriya islamî derkevin. Destur dê çarşemê bête imzekirin.

01.03.2004 - 01:12
Malpera Xebat Şakir vebû

DORTMUND (amude.com) - Berî çend rojan, li Elmanyayê malpera taybetî ya stranbêjê kurd Xebat Şakir vebû. Di vê malperê de, stran, helbest, şano û berhemên din ên Şakir peyda dibin. [www.xebat.com]

Berdewam bike (Erşîva meha 02/2004)