30.01.2003 - 02:10
"University of Duhok" - Pirtûka zanîngeha Dihokê derket
DIHOK (amude.com) - Berî çend rojan, li Kurdistanê pirtûka "University of Duhok"
belav bû. Ev pirtûk wek rêberek an ketelokek li ser zanîngeha Dihokê tê
nîşandan.
|
30.01.2003 - 01:09
Careke din Mala Eliyê Ûnis konê şîniyê vedigirin
QAMIŞLO (amude.com) - Do, li bajarê Qamişloyê, taxa Muhendisîn, kalemêrê
kurd Umerê Mistefayê Eliyê Ûnis (Umer Xerzanî) çû ber dilovaniya Xwedê.
Di eynî rojê de, bi beşdarbûna cemawerkî mezin ew di goristana taxa Qidûrbeg
de hat veşartin.
|
29.01.2003 - 13:39
Kurdan li Belcîkayê protesto kirin
BRÛKSEL (amude.com) -
Îro dora 150 Kurdên Başûrê Rojavayî Kurdistanê
li pêşiya perlemana Ewropayê li Brûkselê
dijî siyaseta rêcîma Sûriyê li hemberî
Kurdan protesto kirin. Di dawiya civîna protestoyê de,
nûnerên partiyên kurd li Sûriyê raporek
li ser rewşa Kurdan li Sûriyê ligel daxwaz û hêviyên wan
ji perlemana Ewropayê arasteyî Komîsiyona Yekîtiya
Ewropayê kirin.
|
29.01.2003 - 11:07
Li Elmaniyayê civînek bo çilrojiya Hemreş Reşo
KÖLN (amude.com) -
Partiya Demokrat a Kurdistan-Bakur (PDK-Bakur) li Elmaniyayê
roja 09.02.2003an, demjimêr 12:00 te 17:00, li bajarê Bergisch Gladbach
civîna çilrojiya serokê partiyê yê rehmetî
Hemreş Reşo li dar dixe. Ev civîn bi alîkariya
HEVKARÎ-Platforma Rêxistinên Kurdistanê li Elmaniyayê pêk tê.
|
28.01.2003 - 01:30
Ehmedê Huseynî: "Xwezî ez nebûma helbestvan!"
ARNHEM (amude.com) — Li bajarê Arnhemê li Holendayê
û bi beşdarbûna 50 kesî, roja şemiya
25.01.2003an şevek bo helbestvanê kurd Ehmedê Huseynî
pêk hat.
|
27.01.2003 - 17:31
Instîtuya Kurdî ya Stenbolê kongreya xwe pêk anî
STENBOL (amude.com)- Instîtuya Kurdî ya Stenbolê ku ji sala 1992an ve kar
û barê xwe ligel astengî û rêlibergirtinan berdewam dike, kongreya xwe pêk anî.
Di kongreya ku bi beşdariya nêzî sed endam û delegeyan pêk hat de ligel
serokê nû, endamê senato û rêveberiyê jî hatin hilbijartin.
|
27.01.2003 - 17:31
"Dêrendêz"a helbestvana kurd Şêrîn Gêlo derket
AMÛDÊ (amude.com) - Li Qamişloyê pirtûka helbestan
a helbestvana kurd Şêrîn Gêlo bi navê "Dêrendêz"
derket. "Dêrendêz" berhema Şêrîn Gêlo ya yekem e.
|
26.01.2003 - 23:41
Kurd li pêşiya perlemana Ewropayê protesto dikin
BERLÎN/BRÛKSEL (amude.com)- Rêxistinên Ewropayê yên partiyên kurd li Sûriyê
çarşema 29ê vê mehê, li Brûkselê
li pêşiya perlemana Ewropayê xwepêşandanekê
aştiyane li dar dixînin. Ew bi vê yekê dixwazin
dijî rêcîma Sûriyê û siyaseta wê
li hemberî Kurdan protesto bikin.
|
26.01.2003 - 23:11
Neşet Betal - pirtûkeke helbestan a nû
KÖLN (amude.com) - Helbestvanê kurd Hêmen Kurdaxî berhevokeke helbestan
bi navê "Neşet Betal" li pirtûkxaneya kurdî zêde kir.
|
24.01.2003 - 16:39
Li Elmaniyayê semînarek li ser rewşa Başurê
Kurdistanê
BIELEFELD (amude.com) -
Li bajarê Bielefeldê li Elmaniyayê, HEVKARÎ (Platforma rêxistinên Kurdistan
li Elmaniya) roja 08.02.03, demjimêr 13.00, panêlekê li ser rewşa
Başurê Kurdistanê bi beşdariya nûnerên Ewropayê yên PDK û YNK li dar dixîne.
|
23.01.2003 - 12:25
Yaqub Tilermenî: Divê nivîskarên kurd bi qutûtî tev bigerin
AMED (evarbash.com) - Çîroknivîsê kurd
Yaqub Tilermenî di hevpeyvînekê de
ku nivîskar Dîlawer Zeraq li Kurdistanê
pê re kiribû, behsa çîroka xwe û sedeman dike
yên ku dihêlin ku binivîsîne. Herwiha
ew li ser rewşa çîrok û nivîsandin û çanda
kurdî diaxife.
|
22.01.2003 - 19:35
Li Holenda û Elmaniyayê şevên helbestê bo
helbestvan Ehmedê Huseynî
ARNHEIM/BAD SALZUFLEN (amude.com)— dawiya vê hefteyê
li Holenda û Elmaniyayê du şevên helbestê
bo helbestvanê kurd Ehmedê Huseynî li dar dikevin.
|
22.01.2003 - 14:15
Nîzar Agrî: Û li cem me Kurdan jî
OSLO (amude.com) - Piştî peydabûna Yekîtiya Soviet û welatên xwedêgiravî
sosyalîst, çend adetên pir kirêt li cêhanê belav bûn. Yek ji wan adetan ew
bû ku serokên wan dewletan yan sekreterên partiyên ku li wan deran hukumdar
bûn ( partiyên qaşo komûnîst ) rewşek ewha zeft kirin ku êdî her
tişt di destê wan de bûn. Herweha temenê wan di hukum de bê dawî bû.
Hetanî ku serok li ser darê lingan bûn divabû hukumdarî di destê wan de
bûya.
|
22.01.2003 - 02:25
Demokrasî, aştîxwazî, mirohezî û helwestên kurdistanî di raman
û gotinên Pêşewa Qazî Mihemed da
DÜSSELDORF(amude.com) - Îro berî 57 salan (22.01.1946),
li bajarê Mehabadê li Kurdistana Rojhilat Komara
Kurdistanê di bin serokatiya Pêşewa Qazî Mihemed
hate damezirandin. Piştî damezirandina komara Kurdistanê bi salekê,
Pêşewa Qazî Mihemed hate îdam kirin.
Ji bo bîranîna 56 saliya şehîdkirina Pêşewa Qazî Mihemed,
lêkolînerê kurd Kakşar Oremar lêkolînek
li ser Pêşewa Qazî Mihemed amade kiriye.
|
21.01.2003 - 21:52
Kurd li Belcîkayê û Elmaniyayê rêcîma
Sûriyê protesto dikin
BRÛKSEL/BERLÎN (amude.com)- Rêxistinên Belcîkayê û
Elmaniyayê yên Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê
rojên 24 û 25 vê mehê çalakiyên protestoyê li Brûksel û Berlînê
li dar dixînin.
|
20.01.2003 - 17:15
Dadgehkirina siyasetmedarên kurd li Şamê berdewam dike
ŞAM (amude.com) - Rûniştina 2an a dadgehkirina
herdu siyasetmedarên kurd Merwan Osman û Hesen Salih
îro li pêşiya dadgeha leşkerî
li Şamê pêk hat.
|
19.01.2003 - 13:21
"Zindana biçûk" - e-pirtûkek nû
DORTMUND (amude.com)— Piştî "Hetavn ne Leylan",
Malpera Amûdê pirtûkeke dî ya helbestvanê kurd
Ezîz Xemcivîn diweşîne. Wek pirtûkên
Xemcivîn ên dî, "Zindana biçûk" jî
hîn çap nebûye û yekmîn car tê weşandin.
|
19.01.2003 - 03:10
Semînarek li ser "Wêneyên Xwedê di AVESTAyê de"
BOCHUM (amude.com)— Komela Xwendevanên Kurd li zanîngeha Bochumê
li Elmaniyayê (Kurdistan AG) roja pêncşema 23.01.2003an, demjimêr 18-20,
di "AusländerInnenzentrum" de ya zanîngeha Bochumê
semînarekê li ser "Wêneyên Xwedê di AVESTAyê de"
li dar dixe.
Nivîskarê kurd Hoşeng Broka dê bi berfirehî
li ser vê mijarê biaxife û bersiva pirsan bide. Zimanê
semînarê elmanî ye.
|
19.01.2003 - 01:55
"Dorandinî Kerkûk wate dorandinî hemû dozey netewey kurd"
STOCKHOLM (amude.com)— Gelek nivîskar û kesayetiyên
kurd ên Başûrê Kurdistanê di daxuyaniyekê de
ji Kurdan dixwazin ku xwedî li Kerkûkê derkevin.
Di daxuyaniya ku bi tîpên erebî hatiye nivîsandin,
kesên ku imze kirine (27 kes) dibêjin ku bo pirsgirêka
Kerkûkê sê xal giring in: 1- Kerkûk bajarekî
kurdî ye, 2- Kerkûk beşek ji cografiyet
û siyaseta Kurdistanê ye, 3- Kerkûk paytexa Kurdistana Iraqê ye.
|
16.01.2003 - 20:52
Deriyên qeydkirinê bo helbijartinên perlemanê
li Sûriyê vebûn
ŞAM (amude.com)— Wezîrê Sûriyê
yê hundir Elî Hemûd ragihand ku derfeta qeydkirinê
bo wan kesên ku dixwazin derbasî perlemana Sûriyê
bibin, îro dest pê kir û ta şemiya 25.01.2003an
didomîne.
|
16.01.2003 - 01:35
Zinarê Xamo: Kesê xwe nas neke, nikane xelkê jî nas bike
STOCKHOLM (evarbash.com)— Nivîskarê kurd Zinarê Xamo
di ÊVAR BAŞê de namyeke vekirî bo nivîskara
kurd Suzan Samancî derbarî nivîseke wê
ku di Ozgür Polîtîkayê de hatibû weşandin,
diweşîne.
|
15.01.2003 - 22:32
Helbestvan Ebdûla Pêşew li Elmaniyayê helbestan dixwîne
KÖLN (amude.com)— Roja şemiyê, 18.01.2003an, demjimêr 14.00,
li bajarê Kölnê li Elmaniyayê şeveke
helbestê bo helbestvanê kurd Ebdûla Pêşew
li dar dikeve.
|
15.01.2003 - 22:18
Li Stockholmê ahengek bo bîranîna Komara Kurdistanê
STOCKHOLM (amude.com)— Li Stockholmê, roja 01.02.2003an,
"Kurdiska unionen" (Yekîtiya Kurdistan) li Swêdê
salvegera 58mîn a damezirandina Komara Kurdistanê li Mehabad bi ahengeke
muzîkê bi bîr tîne û cejn dike.
|
14.01.2003 - 00:30
Li Holendayê şevek helbestê bo Ehmedê Huseynî
ARNHEIM (amude.com)—
Roja şemiyê, 25.01.2003an, demjimêr 18.00, li
bajarê Arnheimê li Holendayê şeveke
helbestê bo helbestvan Ehmedê Huseynî
amade dibe.
|
13.01.2003 - 22:35
Daxuyaniya Platforma Kurdên Ewropayê ya serxweşiyê
STOCKHOLM (amude.com)— Platforma Kurdên Ewropayê
ji ber qezaya balafirê ya li Amedê daxuyaniyeke sersaxiyê da.
Ev jî teksta daxuyaniya wan e.
|
10.01.2003 - 17:10
TOTÎCO - CDeya Ganî Mîrzo ya 2an derket
BERŞELONA (amude.com)- Li Berşelonaya
Ispaniyayê CDeyk nû ya hunermendê kurd Ganî Mîrzo
derket. "TOTÎCO" CDeya Mîrzo ya 2an e û
ji 6 perçeyên muzîkê
pêk tê.
|
10.01.2003 - 02:45
Rechtsprechungsfokus - Staatenlose Kurden aus Syrien
Di hejmara 10an a kovara "ASYL MAGAZIN" de (10/2002) ya ku xwe mijûlî
mafê penaberiyê li Elmaniyayê dike, gotarek giring li ser
rewşa mafê penaberiyê bo Kurdên Sûriyê
yên "biyanî" (ecnebî) li Elmaniyayê hatibû weşandin.
Ji ber giringiya wê bo gelekan, em wê li vêderê bi
zimanê wê yê orîcînal ê
elmanî diweşînin. Gotar ji aliyê avokata
elman Theresia Wolff hatiye nivîsandin.
|
09.01.2003 - 01:14
Hejmara 12an a Pênûsê derket
KÖLN (amude.com) -
Li Elamniyayê û ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê
- YEKÎTÎ (Rêxistina Ewropa) kovara PÊNÛS bi hejmara xwe ya 12an derket. Ji bilî
berhemên kurdî, heft berhemên bi zimanê erebî cihê xwe
di kovarê de girtine.
|
08.01.2003 - 23:58
Nameyeke vekirî bo Mesûd Barzanî û Celal Talebanî
KÖLN (amude.com) -
Bi însiyatîva KOMKARê, gelek nivîskar, rewşenbîr û kesayetî
yên kurd nameyeke vekirî ya piştgiriyê ji bo serokê
Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî û sekreterê giştî yê Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê Celal Talebanî nivîsandine.
|
08.01.2003 - 21:05
Li Amedê balafirek ket - 72 kes mirin
AMED (amude.com) - Li gor agahiyên CNNa emêrîkî,
îro balafirek li Amedê ket û 72 kesên ku tê de
bûn, hatin kuştin. Balafir ji Stenbolê dihat Amedê.
Hîn ti kes nizane bo çi balafir ket. Lê diyar e
ku balafir di mijek xurt de difiriya.
Wezareta hundir a Tirkiyê ragihand ku 72 kesan jiyana xwe
ji dest dan.
77 kes di balafirê de bûn.
|
08.01.2003 - 16:11
Nîzar Agrî: Mihemed Uzun - Dahênerê romanê
û xulqênerê zimanê kurdî
OSLO (ÊVAR BAŞ) -
Li Stokholma Swêdê, di sala 1985ê de, bi zimanê kurdî, pirtûkek bi navê "Tu" derçû,
li jêra wê peyva "roman" a Mihemed Uzun hatibû nivîsandin.
Berî derçûna pirtûkê, ji bilî çend hevalbendên kurd ên
siyasî yên Partiya Rizgarî ya ku Mihemed Uzun tev li rêxistina wan bûbû,
ti kesî navê vî romanivîsî nebihîstibû.
|
08.01.2003 - 13:59
'Rojnamegerî û pîvanên vê yên sereke' derket
STENBOL (amude.com) -
Pirtûka Cemîl Oguz ya bi navê 'Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke' wekî yekem
pirtûka li ser rojnamegeriyê li Stenbolê ji Weşanên Pêriyê derket.
Oguz di pirtûka xwe de bi awayekî berfireh li ser rê û rêçikên rojnamegeriyê,
bi taybetî jî li ser nûçegihanî û nûçeya bi zimanê kurdî sekiniye.
|
08.01.2003 - 01:55
Li Belcîkayê pêncîûheyşt saliya
Komara Kurdistan li Mehabadê tê bibîranîn
BRÛKSÊL (amude.com)- Bo bîranîna roja 58 saliya
Komara Kurdistanê li Mehabad,
Partî Demokratî Kurdistan - Îran (PDK-Î)
roja yekşema 12.01.2003an, demjimêr 14 ta 20an, li bajarê
Anderlecht li Belcîkayê şahiyekê li dar dixîne.
|
08.01.2003 - 00:48
Cemîl Oguz: Nivîsek divê ji bo çend cihan bê şandin?
STENBOL (amude.com)-
Berga çapemeniya Kurdan fireh dibe û ev yek bi xwe re hin nakokiyan û hin rêbazên
cihê cihê jî tîne. Çapemenî divê çawa be, çi bike, çi neke û çawa bike
wekî pirsên sereke xwe şanî me didin. Û tevî van pirsan pirsên wekî
'divê nivîskar çawa nêzîkê van bibin' jî tiştê ku li ser bê sekinîn
e bi ya min. Ez jî dixwazim di vê nivîsê de bi kurtahî li ser vê bisekinim.
|
08.01.2003 - 00:25
Evdile Koçer: Çend dîmen ji sala 2002yan!
STENBOL (amude.com)- Nivîskar Evdile Koçer di "Çend dîmen ji sala 2002yan"
xebata Kurdan a di sala 2002an de
bi awayê xwe yê
naskirî dinirxîne û
pêşkêşî me dike.
|
01.01.2003 - 23:21
"NIVÎS çû" - tu bi xêr hatî "ÊVAR BAŞ"!
Xwendevanên "NIVÎS" ên hêja!
Ji serê sala 2003an û pê ve, Malpera Amûdê weşana kovara NIVÎS radwestîne.
Ji 21.11.2000î ta 21.12.2002an, 22 hejmarên NIVÎSê derketin.
Di van 22 hejmaran de bêtirî 124 nivîskarên kurd ji her çar perçeyên Kurdistanê berhemên
xwe di NIVÎSê de weşandine.
|
01.01.2003 - 18:32
Dr. Kamiran Bêkes: "Ger yekîtî nebe, ne dîn dimîne ne jî dewlet"
KÖLN (amude.com) -
Ji roja ku Kurdistan bi darê zorê û li dijî vîna gelê kurd di navbera herçar
dewletên dagirker de hatiye dabeşkirin, paşeroj û çarenûsa gelê me
li her perçakî ketiye bin destê rêjîmeke ji ya din şovenîtir û nijadperestir.
|
01.01.2003 - 17:55
Deham Abdulffetah: Têgeha demê di navbera
"PÊŞEROJ" Û "PAŞEROJ" de
Navlêkirina dema ayinde (dema bê musteqbel) di nav Kurdan de bûye pirsgirêkeke aloz.
Kurdên başûr û rojhilat, bi herdu zaravan (Kurmanciya jorîn û ya jêrîn),
gotina "paşeroj" bi kar tînin. Lê Kurdên bakur û rojava gotina "pêşeroj"
(hin ji wan jî paşeroj bi kar tînin).
|
01.01.2003 - 11:48
Rêxistinên Kurdên Sûriyê: Ber bi ku?
SYDNEY (amude.com) -
Ji mêj ve ye meraqa nivîsandina gotareke rêk û pêk di derbarê Kurdên Sûriyeyê
de xwe di nav hişên min de bi cîh kiriye, lê ez wê her dihêlim demeke din.
|
|
|