
|
www.amude.com - serbixwe, çandî, giştî
|
Erşîva nûçe û berhemên malperê
|

|

 |
 |
 |
31.07.2003 - 20:52
Parêzerên parêzgeha
Hisiça li Sûryayê doza serbestberdana parêzerê
kurd dikin
QAMIŞLO (amude.com) - Di nameyekê de ji bo
serokê Sendîqa Parêzeran li Sûryayê de, 116
parêzerên ji parêzgeha Hisiçayê doza serbestberdana
parêzerê kurd Mihemed Mistefa Ehmed dikin.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
31.07.2003 - 15:36
Yekemîn hejmara EVRO
derket, lê pîvanên rojnamevaniyê
li kû man?
S.H.Berko - DORTMUND (amude.com) - Îro li Dihokê, yekemîn hejmara
rojnameya EVRO derket. Dema min dest bi xwendina wê li ser
internêtê kir, yekser nûçeya
li ser serokwezîra Pakistanê ya berê Benazîr Bhutto
bala min kişand. Piştî min ev nûçe xwend, min
dît, ku ew ji malpera Amûdê hatiye wergirtin û
gotin bi gotin bi tîpên erebî li gel wêneya
Bhutto hatiye weşandin, bêyî
ku EVRO jêdera nûçeyê destnîşan bike.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
31.07.2003 - 14:10
Mizgînî ji bo guhdarên Ebas Ehmed
DORTMUND (amude.com) - Berî ku CDeya hunermend
Ebas Ehmed a nû derkeve, Malpera Amûdê gava pêşî
davêje û 2 stranên vê CDeyê pêşkêşî
guhdarên wî dike.
Hêjayî gotinê ye, ku Ebas sibe dibe mêvanê
bernameya "Şeva Medya" di Medya Tv de. Bername demjimêr 20.00
dest pê dike.
Guhdar ke
|
|
 |
 |
 |
 |
30.07.2003 - 15:44
Kurdên Brîtanyayê Sûryayê protesto kirin
LONDON (amude.com) - Şemiya borî, Kurdên Birîtanyayê
xwepêşandanek li pêşiya balyozxaneya Sûryayê
li Londonê pêk anîn. Wan xwesti bi vê yekê piştgiriya
xebata gelê kurd li welat û xwepêşandanên li
Şamê û Helebê di 25 û 30 mehab borî de
diyar bikin. Hejmarek mezin ji rêxistin û kesayetiyên
kurd beşdarî vê çalakiyê bûn.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
29.07.2003 - 12:01
Li Dihokê pêşangeheke pirtûkan vebû
Hekar Findî - DIHOK (amude.com) - Bi hilkefta azadbûna Iraqê û li jêr çavdêriya
Parêzgerê Dihokê, dezgehê Spîrêz ê çap û weşanê li Dihokê bi hevkarî di gel
pirtûkxaneyên Cizîrî (Dihok), Qelayî Hewlêr û Sara (Silêmanî)
pêşangeheke pirtûkan li roja 28.7.2003an li hola amadeya
Kawe li Dihokê vekirin.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
28.07.2003 - 14:35
Rezoyê Osê:
Divê rewşenbîr rastgo, mafnas û erknas be!
DORTMUND (amude.com) - Nivîskar
û helbestvan Konê Reş hevpeyvîneke dirêj li
gel rewşenbîrê kurd Rezoyê Osê (Ebdilrezaq Osê) kiriye.
Me beşê yekê ji vê hevpeyvînê
di "ÊVAR BAŞ" de weşand. Beşê 2an
nêzîk amade dibe.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
28.07.2003 - 13:39
Hejmara PÊNÛSê ya 14an derket
DORTMUND (amude.com) - Li Elamnyayê û ji nav weşanên Partiya Yekîtî
ya Demokrat a Kurd li Sûriyê - YEKÎTÎ (Rêxistina Ewropa), hejmara kovara PÊNÛS
a 14an derket. Ji bilî
berhemên kurdî (16), pênc berhemên bi zimanê
erebî cihê xwe di kovarê de girtine.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
27.07.2003 - 12:30
Hevpeyvînek li gel Dr. Ebdilbasit Seyda di
radyoya Zayele de
STOCKHOLM (amude.com) - Berî çend rojan,
pirtûkek nû bi navê "Pirsa Kurdî li Sûryayê"
ji aliyê Dr. Ebdilbasit Seyda derket. Derbarî vê pirtûkê
radyoya Zayele li Stockholmê hevpeyvînek li gel Seyda kir.
|
|
 |
 |
 |
 |
26.07.2003 - 13:56
"Awazên Keskesorê" notên stranên
Seîd Yûsiv hembêz dike
Konê Reş - QAMIŞLO (amude.com) - Li Qamişloyê, pirtûkek
muzîkê ya nû ji aliyê hunermend Kamîran Qasim derket.
Navê pirtûkê "Awazên Keskesorê" ye û ji 20 notên
stranên hunermend Seîd Yûsiv pêk tê.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
25.07.2003 - 11:35
Li Kobanî semînarek li gel Siyamend Ibrahîm pêk hat
Mislim Kobanî - KOBANÎ (amude.com) - Doh li Kobanî,
semînarek li gel xwediyê kovara ASO Siyamend Ibrahîm pêk hat.
Di vê semînarê de, Ibrahîm bi
berfirehî li ser xebata xwe ya di ASO de û rewşa
çandî li Sûryayê axift.
|
|
 |
 |
 |
 |
24.07.2003 - 23:05
Xwendekarek kurd li Şamê hate girtin
ŞAM (amude.com) - Sekretêrê Partiya Yekîtiya
Kurd li Sûryayê Ebdilbaqî Yûsiv ragihand, ku
li Şamê xwendekarek kurd bi navê Mesûd Hamid
ji aliyê hêzên sûrî yên siyasî
ve hate girtin dema ku ezmûneke xwe li zanîngehê
pêşkêş dikir.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
24.07.2003 - 11:22
PDK 57saliya xwe li Elmanyayê cejn dike
HANNOVER (amude.com) - Li bajarê elmanî
Hannover, Partî Demoqratî Kurdistan - Iraq roja 16.08.2003an,
demjimêr 16.00,
ahengekê bi beşdarbûna hunermendan Ebas Ehmed, Fatê,
Evîn, Beyaz û Diyar Mihemed saz dike.
Aheng li "Seven Stars", Bauweg 14, Hannover, li dar dikeve. Bo
têkiliyê: 0170-1950674, 0173-4241377.
|
|
 |
 |
 |
 |
23.07.2003 - 22:41
Meşal Temo bû xwediyê "Kopalê Sor"
Konê Reş - QAMIŞLO (amude.com) - Ji nav
weşanên Navenda Celadet Bedirxan a Rewşenbîrî li
Qamişloyê, pirtûkek nû ya nivîskar
komek çîrokên bi zimanê kurdî
Meşal Temo bi navê "Kopalê Sor" derket. Pirtûk
ji 12 çîrokan di nav 86 rûpelan de pêk tê.
>> Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
22.07.2003 - 11:35
Hunermend "Miço" Kendeş di malpereke taybetî de
DORTMUND (amude.com) - Li Swêsrayê,
malperek taybetî ji bo hunermendê kurd Mistefa "Miço"
Kendeş vebû. Ji bilî naskirina hunermend, mirov dikare di
malperê de li stranên wî guhdar bike.
Miço Kendeş di sala 1966an de li bajarê Kobanî
li Başûrê-Rojavayî Kurdistanê
ji dayik bûye.
>> www.m-kendes.ch
|
|
 |
 |
 |
 |
21.07.2003 - 14:21
Balozxaneya Sûryayê li Swêdê
delegasyoneke ji rêxistinên kurdî avêt derve
STOCKHOLM (amude.com) - Li Stockholmê, grûpeke ji 7 rêxistin û dezgehên
kurdî li Swêdê çûn balozxaneya Sûryayê û nameyeke
protestoyê li dij bûyerên meşa zarokên kurd li Şamê
gihandin qunsilê balozxaneyê Ebdulxefar Herb. Piştî xwendina
nameyê, Herb ragihand, ku ti problêm li Sûryayê tune ne
û ji grûpê xwest, ku ji balozxaneyê derkeve.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
21.07.2003 - 12:17

(indya.com)
|
Benazîr Bhutto: Diya min kurd e û
dixwazim ku pirsa kurdî çareser bibe
DORTMUND (amude.com/KurdishMedia) - Serokwezîra Pakistan a
berê Benazîr Bhutto li Romayê ragihand, ku diya wê kurd
e û kultura wê roleke giring di bûyîna wê serokwezîra
Pakistan de lîst. Herweha wê eşkere kir, ku interêsa wê pir
ji problêmên Kurdan re heye û divê çareseriyeke
demoqrasiyane û aşityane ji wan re peyda bibe. Hêjayî gotinê ye, ku ev
yekemîn car e, ku Bhutoo li kurdbûna diya xwe mukir tê.
|
|
 |
 |
 |
 |
 
Ebas Ehmed & Ronîcan Hiso di şeva malpera amûdê û kurdistan ag de
|
20.07.2003 - 03:29
Şevek ne wek ti şevan
BOCHUM (amude.com) - Berî du seetan, şeva malpera Amûdê û Kurdistan AG bi beşdarbûna hunemendan Ebas Ehmed û Ronîcan bi dawî
hat. Bêtirî 300 kesî beşdarî vê şevê bûn.
Li ser awaz û dengên hunermendan, piçûk û mezin bi destên hev digirtin
û dîlanin germ gerandin. Mirov dikare bêje, ku ev şev yek ji xweştirîn şevên kurdî li Elmaniyayê bû.
|
|
 |
 |
 |
 |
19.07.2003 - 02:25
Kanî Yilmaz: PKK demoqrasî û istiqrar bir Sûryayê
S.H.Berko - DORTMUND (amude.com) - Endamê Meclisa Kadek Kanî Yilmaz doh di bernameyeke
Medya TV de ragihand, ku hebûna serokatiya PKKê li Sûryayê
bûbû sedema demoqrasiyê li Sûryayê û guhertina
siyaseta rêjîma sûrî li hemberî Kurdan. Lê piştî
mirina Hafiz El-Essed, wiha Yilmaz, demoqrasî li Sûryayê nema.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
19.07.2003 - 01:03
Kula Cezîrê bi elmanî derket
DRESDEN (amude.com) - Ji nav weşanên Hille li bajarê elmanî
Dresden, pirtûkeke din a nivîskarê kurd Yûnis Bahram
bi zimanê elmanî derket. Navê pirtûkê "Der
Kummer von Aljazira" (Kula Cezîrê) ye û ji 162 rûpelan pêk
tê. Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
16.07.2003 - 15:56
Şevek muzîkê li gel Aram Tîgran
BAD SALZUFLEN (amude.com) - Komeleya Mala Çanda Kurdî
li bajarê elmanî Bad Salzuflen şevek muzîkê li gel
hunermendê ermenî Aram Tîgran amade dike. Şev roja
îna 18ê vê mehê, demjimêr 18.00, li bajarê
Bad Salzuflen, Gelbe Schule, Martin-lutherstr.2, li dar dikeve.
|
|
 |
 |
 |
 |
16.07.2003 - 13:40
Li Şamê 52 saliya koçkirina Mîr Celadt Alî Bedirxan hate bi bîr anîn
Rustem Hemze - ŞAM (amude.com) - Doh, 52 sal li ser koçkirina mîrê me yê zindî Cealdet Alî Bedirxan
re derbas bûn. Bi vê helkeftinê, li Taxa Kurdan li bajarê Şamê çalakiyek hate li dar xistin.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
16.06.2003 - 02:20
Kurdên Elmaniyayê jî ji siyaseta
Sûryayê re dibêjin na
DORTMUND (amude.com) - Rêxistinên partiyên Kurdên Binxetê
li Elmaniyayê xwepêşandaneke protestoyê li Berlîna paytext
amade dikin. Xwepêşandan dê di roja 08.08.2003an de, demjimêr 11.00, li
pêşiya balozxaneya Îtaliyayê li dar keve. Hevkariya partiyên kurdistanî
li Elmaniyayê û Rêxistina Parastina Mafên Mirov li Sûryayê
piştgiriya vê çalakiyê dikin.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
15.06.2003 - 17:39
Kurdên Brîtanyayê Sûryayê protesto dikin
LONDON (amude.com) - Li jêr dirûşma "Serbixweyî û
azadî ji bo Kurdên li Rojavayî Kurdistan", Kurdên Brîtanyayê
dê roja şemiya 26.07an xwepêşandanekê li
pêşiya balozxaneya Sûryayê li Londonê
pêk bînin. Xwepêşandan ji aliyê
Komeleya Kurdistana Rojava li Brîtanyayê tê amade kirin.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
15.07.2003 - 01:38
Îro 110 saliya Mîr Celadet Bedirxan e
"Kuro eyb e , şerm e, fihêt e; an hînî xwendin û
nîvisandina zimanê xwe bibin, an mebêjn em Kurd in.." (Mîr C. Bedirxan)
52 sal berê weke îro,
hîmdarê kurmanciya modêrn
Mîr Celadet Bedirxan xatirê xwe ji me xwest.
|
|
 |
 |
 |
 |
15.07.2003 - 01:36
Şagirtên kurd îro notên xwe distînin
DORTMUND (amude.com) - Îro li Sûryayê,
şagirtên sinfên 9a notên xwe werdigirin. Hejmareke
mezin ji şagirtên kurd jî li hêviya notên xwe ne, da ku
bizanibin ew bi ser ketin an na.
Hêjayî gotinê ye, ku her sal çend şagirtên kurd
di herêmên xwe û li seranserî Sûryayê de notên
herî bilind werdigirin.
|
|
 |
 |
 |
 |
14.07.2003 - 23:17
Qulingê Deşta Rewanê: Feyzoyê Riza
Salihê Kevirbirî - STENBOL (amude.com) - Dengbêj Feyzoyê Riza, biraziyê dengbêjên 'eyan' Şeroyê Biro
û Mecîdê Faris e. Wekî piraniya şêniyên li Ermenistanê, ew jî kurdekî
me yê êzîdî ye.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
14.07.2003 - 22:27
Careke din Amûdê
QAMIŞLO (amude.com) - Mêvanên malpera
Amûdê yên li Başûrê-Rojavayî Kurdistanê
û Sûryayê dikarin dîsa malpera xwe vekin û
bişopînin. Îro êvarî, malper dîsa
vebû. Bi hêviya, ku wiha berdewam be.
|
|
 |
 |
 |
 |
13.07.2003 - 22:12
Malpera Amûdê li Sûryayê û Başûrê-Rojavayî
Kurdistanê venabe
DORTMUND (amude.com) - Dost û hogirên malpera Amûdê
li Sûryayê û Başûrê-Rojavayî
Kurdistanê ragihandin, ku ev bûne du roj ku malpera Amûdê li wan deveran venabe.
Malper tenê di rêya xetên Komelgeha Informatîk ya Sûrî ve
vedibe, lê di rêya xetên postê yên normal re venabe.
Herweha wan ragihandin, ku malperên din ên kurdî baş vedibin, lê
Amûdê tenê venabe.
Malpera Amûdê hêvî dike, ku sedema vê yekê tenê pirsgirêkin
teknîkî bin û ne tiştekî din. Birêvebirê malperê
dê agahiyên berfirehtir peyda bike û li vê derê biweşîne.
|
|
 |
 |
 |
 |
12.07.2003 - 02:07
Pirtûka "Dergehê Jîn û Evînê" bixwîne
DORTMUND (amude.com) - Malpera Amûdê pirtûka
helbestan a helbestvan û nivîskarê kurd Konê
Reş a bi navê "Dergehê Jîn û Evînê"
li pirtûkên xwe yên dîjîtal zêde kir. Ji bilî vê pirtûkê,
ew du pirtûkên Konê Reş ên dî ji bo weşana
dîjîtal amade dike.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
11.07.2003 - 20:46
Rewşenbîrên kurd li Dihokê Doskî û Osman
bi bîr anîn
DIHOK (amude.com) - Doh, Yekîtiya Nivîskarên Kurd
bi hevkariya Sendîka Rojnamenivîsên Kurdistan/Dihok
û dezgehê Xanî yê ragihandinê
korekî rêzgirtinê ji bo
nivîskarên kurd Emîne osman û Diyar
Doskî li bexçeyê yekîtiya
nivîskaran li Dihokê li dar xistin. Hejmareke mezin ji rewşenbîr
û dostên herdu nivîskaran beşdar bûn.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
11.07.2003 - 00:42
Aram Tîgran: Aram ne milkê ti partiyê ye,
ew yê hemî Kurdan e!
BOCHUM (amude.com) - Hunermendê navdar Aram Tîgran
doh bûbû mêvanê "Hefteya Kurdistan" a komeleya xwendekarên
kurd li zanîngeha Bochumê (Kurdistan AG) li Elmaniyayê.
Bi awaz û stranên xwe yên binavûdeng, Tîgran
biçûk û mezin, Kurd û Elman, germ kirin û kêf
û xweşî xist nav dilê wan.
Hunermend Aram jî kêfxweşiya xwe diyar kir û
şev bi vê gotinê bi dawî anî: "Baş
bizanibin, ku Aram ne milkê ti partiyê ye; ew yê
hemî Kurdan e."
|
|
 |
 |
 |
 |
10.07.2003 - 23:50
Jelal Talabanî: Leşkerên tirk mêvanên me ne
û girtina wan şaşitî bû!
DORTMUND (amude.com) - Jalal Talabanî, sekretêrê giştî
yê Yekîtiya Niştimanî Kurdistan (YNK), ragihand ajanseya
tirkî Anadol, ku hayê wan ji girtina 11 leşkerên tirk, ên
ku îna borî li Silêmaniyê
ji aliyê hêzên emêrîkî hatibûn girtin, tune
bû. "Leşkerên tirk mêvanên me ne, me ew dawet kirine,"
Talabanî got.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
10.07.2003 - 10:30
Bibîranîna Diyar Doskî bi helbestekê
QAMIŞLO (amude.com) - Doh, çil roj li ser mirina
rewşenbîrê kurd Diyar Doskî re derbas bûn.
Helbestvan û nivîskarê kurd
Konê Reş Doskî bi helbestekê bi bîr tîne.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
08.07.2003 - 17:46
Ferhat Tunç hate girtin
Cemîl Oguz - STENBOL (amude.com) - Hunermendê kurd Ferhat Tunç bi îdîaya, ku di Mîhrîcana Bazîdê de ku axaftineke kiriye û alîkariya KADEK'ê kiriye, li Mîlasa Muglayê piştî konserdayînê hat binçav kirin û piştre ew tewqîf kirin.
Tunç avêtin girtîgeha Muglayê.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
08.07.2003 - 11:17
Pirtûkek nû li ser Kurdên li Sûryayê
UPPSALA (amude.com) - Ji weşanxaneya Nîna li
Uppsala (Swêd), pirtûkeke nû bi zimanê erebî
li ser Kurdên li Sûryayê derket. Navê pirtûkê
"Pirsa Kurdî li Sûryayê" ye û ji aliyê Dr. Ebdilbasit
Seyda ve hatiye nivîsandin. Pirtûk ji 220 rûpelan pêk tê,
û dikare
li ser vê emailê bête xwestin: pirtuk@amude.com.
|
|
 |
 |
 |
 |
07.07.2003 - 16:48
Li Elmaniyayê Kurdekî dilxerab jina xwe kuşt
BIELEFELD (nw/amude.com) - Şemiya borî, li bajarê elmanî Bielefeld, demjimêr
14.10, Kurdekî ji Başûrê Kurdistanê (44 salî) jina xwe ya 22salî bi pênc
fîşekan li pêşiya çavên sedan ji
xelkê li navenda bajêr kuşt. Mêrik piştî çend
deqeyan ji aliyê polîsên elman ve hate girtin.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
07.07.2003 - 14:18
Ferhan Yûsiv ê be´esî bû bajêrvanê Amûdê
AMÛDÊ (amude.com) - Ferhan Yûsiv, birayê nivîskarê kurd
Helîm Yûsiv, bû
bajêrvanê Amûdê. Ew
ji aliyê Partiya Be´es ve hate helbijartin.
Bajarê Amûdê nerazîbûna xwe li hemberî
vê biryarê diyar kir, lê wek hertim, vê carê jî
Partiya Be´es zilamê xwe li dij daxwaza Kurdan kir berpirsiyarê bajêr.
|
|
 |
 |
 |
 |
07.07.2003 - 13:30
Zave kirêt bû: Bûk ji hiş xwe çû
RIYAD (dpa/amude.com) - Di şahiya
xwe ya zewacê de, jineke li Saûdiya
Erebî ji hiş xwe çû, dema dît, ku
zave yekî gelekî ne xweşik e.
Piştre vê jinê ragihand, ku ew zave ne ew mêr bû,
yê ku ew xwestibû. Dê û bavê wê ew di tariyê
de hiştibûn. Tevlî hewldanên dê û bavê wê,
ku nerîna xwe biguherîne, lê jinê
berdana xwe ji wî mêrî xwest.
|
|
 |
 |
 |
 |
07.07.2003 - 09:30
Stranên zarokan di kasêteke nû de
QAMIŞLO (amude.com) - Li Qamişloyê,
kasêtek nû ya dengbêja kurd Itîdal derket. Ev kasêt
taybetî ji bo zarokan e. Helbestên stranan ji aliyê helbestvan Ferhadê
Içmo hatine nivîsandin, û awaz ên dengbêjê bixwe ne.
|
|
 |
 |
 |
 |
07.07.2003 - 01:30
Qêrînek ji qiralgeha bêdengiyê
Tariq Ahmo - ELMANIYA-AHLEN (amude.com) - Riyad Al-tirk, sikretêrê Partiya Kar a Kominîst, û yek ji mezintirîn û
dijwartirîn muxalfê rêjîma Be´es a sûrî (18 sal di girtîgehê de), di
gotineke xwe ya binavûdeng de li ser sîstema totalîtarîst li Sûryayê,
ku navê "Qiralgeha Bêdengiyê" lê kiribû, bêdengî wek wateya çewisandin
û "hûnera kuştin û veşartinê" bi nav kiribû.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
06.07.2003 - 20:24
Yaqob Tilermenî "Bermeqlûb" derxist
DORTMUND (amude.com) - Ji nav weşanên "Elma"
li Stenbolê, pirtûka nivîskarê kurd
Yaqob Tilermenî "Bermeqlûb" derket. Piştî
"Êşbazî" ev pirtûka Tilermenî ya diduan e.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
06.07.2003 - 19:53
"Memê bê Zîn"a Helîm Yûsiv derket
DORTMUND (amude.com) - Nivîskarê kurd Helîm Yûsiv
pirtûkeke din li pirtûkxaneya kurdî zêde kir.
Ji nav weşanên Avesta li Stenbolê, pirtûka wî
ya nû "Memê bê Zîn" derket. Pirtûk ji
15 çîrok û 160 rûpelan pêk tê.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
06.07.2003 - 05:25
Nesrîn Berwarî: Kurd bûne
goriyên serketina xwe!
S.H.Berko - DORTMUND (amude.com) - Nesrîn Berwarî, wezîra avedankirina Herêma Kurdistanê, li ser daxwaza
"Heinrich-Böll-Stiftung" niha li Elmaniyayê dimîne. Doh, rojnameya
elmanî ya navdar "DIE WELT" hevpeyvîneke li gel xanim Berwarî
weşand. Me ew wergerand kurdî û wê li vê derê
diweşînin:
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
05.07.2003 - 20:19
Ebas Ehmed û Ronîcan di konsêrekê de
BOCHUM (amude.com) - Malpera Amûdê û Kurdistan AG
bi hevre konsêreke ji bo hunermendên kurd Ebas Ehmed
û Ronîcan Hiso amade dikin. Herdu hunermend dê di vê konsêrê
de CDeyên xwe yên nû pêşkêş kin.
Konsêr li Zanîngeha Bochumê li Elmaniyayê li dar
dikeve, û demjimêr 19.00 dest pê dike.
|
|
 |
 |
 |
 |
03.07.2003 - 23:55
Guftûgoyek li ser tevgera kurdî li Sûryayê
zindî ji Kurdistanê
DORTMUND (amude.com) - Endamê polîtbîroya
Partiya Hevgirtina Gelê Kurd li Sûriyayê Beşar Hecî Emîn
sibe (04ê mehê) ji Kurdistanê beşdarî Koçka Qamişloyê di
Paltalkê de dibe. Ew dê li ser tevgera kurdî li Sûryayê
biaxive û pirsên beşdaran bibersivîne. Semînar
demjimêr 21.00 dest pê dike.
|
|
 |
 |
 |
 |
02.07.2003 - 16:59
Jana Seyda: "Helbestvan hene, lê weşanxane tune ne!"
S.H.Berko - DORTMUND (amude.com) - Doh, rojnameya "Yeniden Ozgur Gundem", a ku
li Tirkiyeyê tê weşandin, hevpeyvîneke li gel helbestvana kurd
Jana Seyda weşandibû. Kurdishmedia.com ev hevpeyvîn ji tirkî
wergerandiye ingilîzî û îro weşandiye. Me ji we re
giringtirîn gotinên vê nivîsê helbijartin û
ew ji ingilîzî wergerandin kurdiyê.
Hevpeyvîn ji aliyê Mudje Arslan hatibû kirin.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
01.07.2003 - 21:54
Parêzerên kurd û ereb ji wezîrê Sûryayê
yê hundirî doza azadkirina girtiyên kurd dikin
KOBANÎ (amude.com) - Di nameyekê de ji bo wezîrê hundirî li Sûryayê,
bîst parêzerên kurd û ereb ji bajarê Kobanî
piştgiriya daxwazên xwepêşandana
Kurdan li Şamê dikin û doza azadkirina
girtiyên xwepêşandanê dikin.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
01.07.2003 - 14:57
Stranên kurdî guh paqij kirin
Cemîl Oguz - STENBOL (amude.com) -
Di çarçoweyên konserên li Harbiyeyê de, vê carê rojên 24-25.06an
koma Kardeş Turkuler bi stranên xwe yên bi kurdî, tirkî, erebî, ermenkî, suryanî
û romanî derket pêşberî gel.
Bixwîne
|
|
 |
 |
 |
 |
01.07.2003 - 14:14
Eniya Demoqrata Kurd li Sûryayê:
Şêweyê êrîşa li dijî zarokên kurd
terorîstane bû
QAMIŞLO (amude.com) - Eniya Demoqrata Kurd li Sûryayê di daxuyaniyeke xwe
de, ku ji amude.com re hate şandin, piştgiriya
daxwazên zarokên kurd dike û şêweyê êrîşa ji aliyê hêzên
sûrî ve li dij xwepêşandana zarokan weke
êrîşeke terorîstane bi nav dike û wê şermezar dike. Herweha ew
doza azadkirina girtiyên xwepêşandanê dikin.
Daxuyaniyê bixwîne (erebî!)
|
|
 |

| |