31.03.2003 - 23:40
Êrîşa li dijî Şivan Perwer êrîşa
li dijî gotina paqij e
QAMIŞLO (amude.com) - Li Qamişloyê, rewşenbîr û
nivîskarên kurd ên herêma Cezîrê di
daxuyaniyekê de êrîşên li dijî hunermend
Şivan Perwer şermezar kirin.
|
31.03.2003 - 19:59
Mesûd Yilmaz dibe profêsor li Zanîngeha Bochumê
ya elmanî
BOCHUM (amude.com) - Serokwezîrê Tirkiyeyê yê berê
Mesûd Yilmaz dê salekê bibe profesorê mêvan li
Zanîngeha Ruhr a Bochumê (Ruhr-Uni Bochum) li Elmaniyayê. Ew dê
di fakulteya zaniyariyên civakî de, salekê dersan di zaniyariya
polîtîkê de bide. Zanîngeha Bochumê hêviyê ji Zilmaz dike
ku ew ji wî wekî pisporekî bo têkiliyên Ewropayê û Tirkiyeyê
sûdê werbigre. Sibe Yilmaz li zanîngehê tê pêşkêş
kirin (Universitätsverwaltung, qata 3an, ode 310, demjimêr 11:15).
|
31.03.2003 - 19:40
Dîsa 79,9 % dibêjin divê dewleteke Kurdan çêbibe
BERLÎN (amude.com) - Piştî televizyona elmanî SAT1,
televizyona PRO7 jî di rapirsekê de
ji temaşevanên xwe pirsa mafê Kurdan bo
dewleteke serbixwe kir. Encama rapirsê ew
bû ku 79,9 % dixwazin ku Kurd jî bibin xwedî dewlet.
20,1 % ji kesên ku telefon kirin, hebûna dewleteke kurdî
nepejirandin.
|
31.03.2003 - 00:50
Helbestvanê kurd Tengezar koça dawîn kir
ZÜRICH (amude.com) — Çarşema borî, di
nexweşxaniyeke bajarê siwêsrî
Zürichê de, helbestvanê kurd Tengezar (Emîn Şêxo)
piştî nexweşiyeke dirêj koça dawîn kir.
Tengezar 48 sal kirin û li bajarê Zürichê hate veşartin.
|
30.03.2003 - 12:56
57 sal piştî şehîdbûna Pêşewa Qazî Mihemed
DÜSSELDORF (amude.com) - Di roja 31.03.1947an de, li qada Çarçira
li Mehabadê, serokê Komara Kurdistan a li Mehabad Pêşewa
Qazî Mihemed hate îdam kirin.
Bo bîranîna vê roja reş di dîroka Kurd û Kurdistanê de,
em lêkolîna nivîskar Kakşar Oremar li ser
Pêşewayê kurd Qazî Mihemed diweşînin.
|
30.03.2003 - 12:55
Elî Qazî: Ji ezmûnên Başûrê
Kurdistanê sûdê werbigrin
BONN (amude.com) - Li bajarê Bonnê
li Elmaniyayê kurê Qazî Mihemed ê nemir,
Elî Qazî bo salroja şehîdbûna Pêşewa
Qazî Mihemed daxuyaniyek derxist. Em wê li vêderê
diweşînin:
|
29.03.2003 - 02:00
Yekşemê dema havînê dest pê dike
BERLÎN (dpa/amude.com) - Îşev, 30.03.2003, demjimêr 02.00, dema havînê
dest pê dike. Divê demjimêr seetekê bi pêş ve biçin
û bibin 03.00.
Hêjayî gotinê ye ku dema havînê sala 1980ê dest pê kir
ji bo enercî kêm bê bikaranîn. Raman ew bû ku fîrme
di roniya rojê de dirêjtir kar bikin da ku enerciyê kêm
bi kar bînin. Lê belê ti sûd ji vê ramanê nehat
wergirtin.
|
28.03.2003 - 19:59
Stranên Ciwan Haco û Xêro Ebas
DORTMUND (amude.com) - Malpera Amûdê hertim xebata xwe
bo mêvanên xwe bi pêş dixîne.
Îro di beşê muzîkê de, stran in nû
yên hunermendên kurd Ciwan Haco û Xêro Ebas
cihê xwe girtin. Me ji we re çend stran ji albomên wan
ên nû weşandin. Em bi hêvî ne ku bi dilê we bin.
|
28.03.2003 - 17:55
Di nûçeyê de dizî
Cemîl Oguz - STENBOL (amude.com) - Her her weşan bê hejmar nûçeyan çêdike û diweşîne. Hejmara nûçeyên rojnameyên
rojane her roj bi ser sedî re ne, yên malper û rojnameyên heftane jî li gorî jîrbûn, li
gorî pêdivî û meziniya weşanê diguherin. Lê meseleya me ne ew e ku kî çend nûçeyê
çêdike. Tiştê ku emê li ser bisekinin di nûçeyê de dizî ye.
|
27.03.2003 - 10:59
Malpera Amûdê mala min e!
Bêwar Ibrahîm - QAMIŞLO (amude.com) - Li ber axîn û nalînên xewnên bê tixûb û aso, şevbuhêrkên poşmaniyê piraniya
caran li odexaneya bîr û baweriyên min dihatin gerandin. Di wan şevbuhêrkan de,
nerînên min serwextî gelek mijar û babetên nepen dibûn, yek ji wan:
|
27.03.2003 - 13:40
77,6 % dibêjin divê dewleteke Kurdan çêbibe
BERLÎN (amude.com) - Doh televizyona elmanî SAT1
rapirsek derbarî Kurdan kir. Televizyonê
ji temaşevanên xwe pirsî ew dixwazin ku
dewleteke Kurdan çêbibe an na. Encama rapirsê ew
bû ku 77,6 % dixwazin ku Kurd jî bibin xwedî dewlet.
22,4 ji kesên ku telefon kirin, hebûna dewleteke kurdî
nepejirandin.
|
27.03.2003 - 10:59
Kampaniya piştgiriya Şivan Perwer dest pê kir
KÖLN (amude.com) - Malpera Qamişlo û KOMKAR dest bi kampaniyayekê
bo piştgiriya hunermendê kurd Şivan Perwer kirin. Ew bangî Kurdan dikin
ku nameyekê piştgiriyê ji Şivan re bişînin û
êrîşên li dijî wî yên ku di 15ê Adarê
de li Berlînê pêk hatin, şermezar bikin.
|
27.03.2003 - 01:05
Li Berlînê kongireya "Kurd li Sûriyê" li dar ket
BERLÎN (amude.com) - Di rojên 22-23ê Adarê de,
yekemîn kongire li ser Kurdên Binxetê
li jêr navê "Kurd li Sûriyê" bi beşdarbûna
dora 150-200 kesan li Berlîna paytext pêk hat. 15 pispor ji 8 welatan
lêkolînên xwe derbarî
Kurdên Binxetê pêşkêş kirin.
|
26.03.2003 - 22:55
Rapirs: Welatek bo Kurdan an na?
BERLÎN (amude.com) - Televizyona elmanî SAT1 îro
dest bi rapirsekê derbarî Kurdan kir. Pirsa rapirsê ev e:
Bila welatekî Kurdan çêbibe an na?
Kesê ku bixwaze beşdarî rapirsê bibe, dikare
telefonî van jimaran bike:
+49 1804-0004401 (ERÊ) an +49 1804-0004402 (NA)
|
26.03.2003 - 20:49
"Şerê Iraqê û pirsa Kurdan" di semînarekê de
MÜNSTER (amude.com) - Sibe li bajarê Münster li Elmaniyayê,
demjimêr 19.00, semînarek li jêr navê "Şerê Iraqê û pirsa Kurdan"
li dar dikeve. Prof. Dr. Dr. h.c. Meyers dê li ser rewşa siyasî
û dîrokî ya Kurdan û netîceyên şerê Iraqê
bo wan biaxife. Semînar ji aliyê xwendekarên kurd li Zanîngeha
Münster (Zirkel Kurdischer Studierender) amade dibe û li "Die Brücke",
Wilmergasse 2, Münster, li dar dikeve.
|
26.03.2003 - 20:40
Rojnameyek bi zimanê ingilîzî li Bexdayê
Hekar Findî - DIHOK (amude.com) - Di daxuyaniyekê de bo Malpera Amûdê,
serokê Peymangeha Iraq a Demokratiyê Hisên Sincarî eşkere kir
ku ew niha ji bo derxistina rojnameyeke siyasî giştî bi zimanê ingilîzî
kar dikin, û ew li ber in ku vê rojnameyê li Bexdayê derixînin piştî
azadkirina Iraqê. Navê rojnameyê dê "Iraq Today" be. Hêjayî gotinê ye ku ta niha rojnameyên
bi zimanê ingilîzî li Iraqê tune ne.
|
26.03.2003 - 19:20
Kurd li Sûriyê: Pirsa "Biyaniyan"
Dîroka gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê ne cuda ye ji dîroka gelê kurd
li perçeyên dîtir, dîroka zulm, zor û înkarê ye, dîroka inkara mafên rewayên miletê kurd e.
Dîroka vî perçeyî bi peymana Saykis-Pîko (1916) dest pê dike. Berî vê demê devereke bi navê
Kurdistana Sûrî yan têrmekî weke Kurdên Sûrî tunebû!
|
26.03.2003 - 01:20
De alên aştiya xwe bilind bikin...!
JANA SEYDA - HELEB (amude.com) - Di rojên bihurî de, bi dehan bangewazî ji min û kes in din re hatin, ji dezgeh û malper
û kovar...hwd, ên kurdî da em navên xwe tevlî navên wan bikin ku dijî dagîrkeriya
Tirkiyeyê ji axa Kurdistanê re bisekinin.. tevî ku em gelek caran dudil dibûn ji wan
re imzeyên xwe biþînin da nekevin (selikên gemarê), wek hemû navên Kurdan ên ku berî
çend rojan di helbijartinên perlemana Sûriyeyê de para xwe ji ketina bin lingan birin!
|
25.03.2003 - 12:35
Pênc xwendekarên kurd li Zanîngeha Helebê hatin girtin
HELEB (amude.com) - Roja şemiyê li Zanîngeha Helebê pênc xwendekarên kurd
ji aliyê hêzên ewlehiyê yên zanîngehê hatin girtin. Xwendekarên ku hatin girtin
ev in: Serhad Hisên, Enwer Ibrahîm, Mihemed Koko, Mihemed Eto, Ehmed Mihemed Elî.
|
24.03.2003 - 19:05
Xwendekarên Zanîngeha Bochumê cejna Newrozê pîroz kirin
BOCHUM (amude.com) - Wek her sal, îsal jî xwendekarên kurd li
Zanîngeha Bochum li Elmaniyayê cejna Newrozê pîroz kirin. Di ahenga
ku ji aliyê komeleya xwendekarên kurd "Kurdistan AG" ve hatibû
lidarxistin de, hejmareke mezin ji dost û Kurdên herêmê
beşdar bibûn. Kamereya Malpera Amûdê li wêderê
bû û ji we re çend dînem girtin:
|
20.03.2003 - 17:05
"GAZIN" - Hunermend Xweşnav CDeya xwe ya nû pêşkêş dike -
Konsêrek taybetî li Stockholmê
STOCKHOLM (amude.com) - Guhdarên muzîka hunermendê kurd Xweşnav
(Xoşnav)
Têlo dikarin niha bêhna xwe vedin: Îro CDya wî ya nû
ya bi navê "GAZIN" derket. Piştî "Karwan" û "Mîna Xewn"
ev CDya Xweşnav a sisyan. "GAZIN" ji heft stranan pêk tê.
|
19.03.2003 - 23:59
Rewşenbîrên kurd li Helebê êrîşa
li dijî Şivan Perwer şermezar kirin
HELEB (amude.com) - Di daxuyaniyekê de bo medaya kurdî,
"rewşenbîrên kurd li Helebê (Sûriyê)"
êrîşa li dijî hunermend Şivan Perwer
ji aliyê "KADEK", wek ku di daxuyaniyê de hatiye nivîsandin,
şermezar dikin, û bangî "hemû kesên kurdperest" dikin ku bêdeng nemînin.
Herwiha ew "ji KADEK dixwazin ku lêborînê ji miletê
kurd bixwaze".
|
19.03.2003 - 22:35
Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê li Elmaniyayê:
Ger Tirk Kurdistanê dagîr bikin, armancên Emêrîkayê pêk nayên!
BERLÎN (amude.com) - Îro êvarî, demjimêr 20.30,
di kenala nûçeyan a elmanî N-TV de, nûnerê Hikûmeta
Herêma Kurdistanê li Elmaniyayê Dilşad Barzanî
bibû mêvanê programa xanim Sanda Maischbwerger a bi navê
"Maischberger".
|
19.03.2003 - 19:20
Perlemana Kurdistanê rewşa awarte îlan kir - Koçberî berdewam e
DIHOK (amude.com) - Piştî ku Kurd bi hezaran
ji bajarên Kurdistanê derketin, îro li Hewlêrê
Perlemana Kurdistanê rewşa awarte bo Başûrê
Kurdistanê îlan kir. Piştî vê biryarê,
bi sedan leşker û polîs û asayîş ketin hundirê
bajaran da ku nehêlin ku ti karên terorîstî
û diziyê pêk werin.
|
19.03.2003 - 18:20
Kurd ji bajarên xwe derdikevin
DIHOK (amude.com) - Nûnerê Malpera Amûdê li
Başûrê Kurdistanê ji Dihokê ragihand me
ku jimara Kurdên ku ji bajarên xwe derdikevin roj bi roj
mezintir dibe. Bi kamereya xwe wî îro ji me re çend dîmen
girtin û em wan li vêderê pêşkêş,î we dikin.
|
19.03.2003 - 11:49
Mesûd Barzanî: Mirin û jiyana me dê li ser axa Kurdistanê ya pîroz be
SELAHEDÎN (amude.com) - Rojnameya Birayetî
ya Partiya Demokrat a Kurdistanê îro peyama serokê
PDKê Mesûd Barzanî bo miletê kurd derbarî
şerê li dijî Iraqê weşandiye.
Di peyama xwe de, Barzanî ji miletê kurd re eşkere kir ku
"bila ew piştrast be ku em Kurdistanê nakin çol". Wî
zêde kir û got ku "mirin û jiyana me dê li ser vê axa pîroz be
û we piştrast dikim ku asoya me pir ronahî ye."
|
19.03.2003 - 02:05
Hunermend Ednan Kerîm CDyeke nû derxist
STOCKHOLM (amude.com) - Li Swêdê CDyeke nû
ya hunermendê kurd Ednan Kerîm derket. Ev CD ji
konsêreke zindî pêk tê ku
Ednan Kerîm li gel koma mûzîkê "Agirê
Zindî" sala 2002an li Stockholmê li dar xistibû.
Ednan Kerîm sala 1963an li Kerkûkê ji dayik bûye
û ji sala 1992an li gel jin û 3 zarokên xwe
li Uppsala (Swêd) dijî. CDya nû ya wî ya
6an e.
|
18.03.2003 - 23:49
Nilûfer Akbal û CDya wê "Rê":
Berhemeke kurdistanî û ya hemû gelên Rojhilata Navîn
Kakşar Oremar - DÜSSELDORF (amude.com) - Bi bexteweriyeke dilxweşker û mezin, di van salên dawiyê de jin û keçên
kurd di hemû warên siyasî, civakî û hunerî de pêngavên pêşdeçûnê avêtine.
Ji serê çiyayên Kurdistanê heya deşt, gund û bajarên hemû Kurdistana mezin,
di hemû qadan de liv û lebatek hêja ji aliyê jinên kurd ve tê dîtin.
Hinek ji wan gerîlayên qehreman in û bi serberzî ji bo doza netewa xwe
şerê dagirkerên welat dikin. Hinek ji wan jî siyasetvan, nivîskar
û hunermend in.
|
18.03.2003 - 20:20
Helbestvanê kurd Seydayê Tîrêj tê bibîranîn
DORTMUND (amude.com) - Koçka Kurdan Qamişlo roja
24ê vê mehê, demjimêr 21.00, semînareke
vekirî bo bîranîna helbestvanê kurd
Seydayê Tîrêj ê ku di 24.03.2002an de
koça dawîn kir, amade dike. Semînar ji herkesî re vekirî ye.
|
18.03.2003 - 12:50
Tîmên Tirbesipiyê û Amûdê bi ser ketin
HISIÇA (amude.com) - Di salona girtî
ya bajarê Hisiçayê de, pênc
tîmên ji parêzgeha Hisiçayê (Tirbesipiyê,
Amûdê, Serê Kaniyê, Şebîba Hisiça,
El-Hol) yên şepiya firyayî (volleyball) derbarî pêşbirka
parizgehê bo tîmên radeya sisiyan rastî hev hatin.
Piştî hemû lîskan, tîmên Tirbesipiyê û Amûdê
bi ser ketin û hilkişiyan radeya diduyan.
|
17.03.2003 - 12:10
Felsefeya Sartre bi kurdî tê xwendin - pirtûkek nû
Sydney (amude.com) - Ji nav weşanên Navenda Çanda Kurdî li Australiayê, pirtûkeke nû ya Dr.
Muhemed Kemal li jêr navê "Felsefey Sartre û Xwêndinêkî Nwê" ji çapê derket. Pertûk
ji heft beşan pêk têt û li ser 183 berperên ji qebara navincî hatiye çap kirin.
|
16.03.2003 - 11:35
Xwendekarên kurd ên zanîngeha Şamê bo
Helepçeya şehîd bêdeng man
ŞAM (amude.com) - Îro li Şamê, demjimêr 11.00, xwendekarên
kurd ên zanîngeha Şamê li fakulteya wêjeyê
civiyan û 5 deqeyan bêdeng rawestiyan bo bîranîna
şehîdên Helepçeyê yên ku di 16.03.1988an
de ji aliyê gazên tevkuj ên rêcîma Iraqê
hatin kuştin.
|
15.03.2003 - 22:12
Kurdan êrîşî Şivan Perwer kirin
û ahenga Newrozê li Berlînê xera kirin -
FLAŞ
BERLÎN (amude.com) - Îro li ahenga Newrozê ya Kurdên Berlînê,
çend xortên kurd êrîşî hunermend Şivan Perwer kirin
û wî dan ber lêdanê û tembûra wî şikandin.
Herwiha ew ketin nav Kurdên beşdar
û bi kabilan li xelkê xistin.
Xortekî kurd ku beşdarî ahengê bibû, ragihand Malpera
Amûdê ku berî van êrîşan ew xort li ser maseyan
sekinîn û "Bijî serok Apo" bang dikirin. Li ser vê yekê
Şivan Perwer li wan vegerand û wî jî got "Bijî". Piştî
vê gotina Şivan xortan dest bi êrîşên xwe kirin.
Ahenga Newrozê bi dawî hat û xelk reviyan û çûn
malên xwe.
|
14.03.2003 - 03:10
Zana Farqînî: Pelekî din jî ji dara me weşiya
STENBOL (amude.com) - Me mirovekî xwe yê din jî winda kir. Hem jî yekî hêja û pak. Me xemxurekî xwe yê din
jî da axa sar. Yeko yeko ji nav me bar dikin û diçin. Xebera sar
a cemidî roja çarşemê saet li dor dehan bi riya telefonê ji min re hat.
Ez wisa bêliv mam ji xwe re. Qirika min ziwa bû, min nekarî ku ez xweziya
xwe daqurtînim. Canê min li min lerizî.
|
14.03.2003 - 03:15
Fîlmên kurdî beşdarî Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê dibin
STENBOL (amude.com) - 22'yemîn Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê wê di navbera
12 û 27'ê avrêlê de li dar bikeve. Di nav bernameya mîhrîcanê de fîlmê Behmen Qubadî yê bi
navê 'Stranên Welatê Dayika Min' û yê Ravîn Asaf ê bi navê 'Rojên Zer' jî di nav de bi
giştî wê nêzî 200 fîlmî bê nîşandayîn. Derhênera Hunerê ya Mîhrîcanê Hulya
Uçansu got ku li hemberî şer bi inyad em dîsa di nav sînemayê de ne.
|
14.03.2003 - 03:05
Endamê Komîteya Navendî ya YNKê Kusret Resûl Elî ji mirinê filitî
SILÊMANIYÊ (amude.com) - Doh derengî şevê
li Silêmaniyê, mêrekî li pêşiya
xaniyê endamê Komîteya Navendî ya YNKê Kusret Resûl Elî xwe
bi bombak ku bi xwe ve girêda bû, fecirand û xwe
kuşt. Tiştek bi kesekî din nehat. Li gor agahiyên
malpera "netzeitung.de" kesê ku xwe bi hewldana kuştina
Kusret Resûl rabû, endamê grûpa Ensar El-Islam e.
|
14.03.2003 - 02:30
Jiyan û biserhata General Mistefa Barzanî
DÜSSELDORF (amude.com) - Îro berî sedsalî,
di roja 14.03.1903an de, serokê Kurd û Kurdistanê
Mele Mistefayê Barzanî yê nemir li gundê Barzan
ji dayik bû. Nivîskar Kakşar Oremar lêkolînek
li ser jiyana Mele Mistefa amade kiriye û em wê
li vêderê diweşînin û 100 mûman
bo giyanê Barzaniyê nemir vêdixînin.
|
12.03.2003 - 11:35
Celal Telebanî: Ger Tirk bikevin Kurdistanê, em
şerê wan nakin!
DORTMUND (amude.com) - Di hevpeyvînekê de bi televizyona erebî
"El-Erebiya" re, serokê YNKê Celal Telebanî got ku
Kurd nakevin şer bi Tirkan re dema ew bikevin Kurdistanê. Telebanî
zêde kir û daxuyand ku eger leşkerên Tirk bikevin Kurdistanê,
ew dê ji sînorên hêzên hevbendiya cîhanî dernekevin
ji ber ku Emêrîkî vê yekê qebûl nakin
û nahêlin ku Tirk bi serê xwe têkevin Kurdistanê.
|
10.03.2003 - 14:20
Pêşangehek belavokan li Dihokê
DIHOK (amude.com) - Doh li Dihokê pêşangeha salane ya kevalên dîwarî bo hemû
xwendingehên parêzgeha Dihokê li hola Kawe-Dihok ji aliyê birêveberiya giştî
ya Perwerdê li parêzgeha Dihokê, birêveberiya çalakiyêt qotabxana û li jêr çavdêriya parêzgerê Dihokê û bi berhevbûna berpirsê liqê yekê yê P.D.K Qadir Mihemed Mela,
Nêçîrvan Ehmed, parêzgeha Dihokê û şîretkarê Civata Wezîran Şewket Bamernî û hijmareke mezin ji cemaweran hate vekirin.
|
10.03.2003 - 01:15
Cemîl Oguz: Şernameyek
STENBOL (amude.com) - Ji berê kavilbûna dîrokê heta niha şer her di bin guhê me de bû, bi hemû dengê xwe yê bêrêz,
bê hurmet... Bi hemû dengê kuştina mirovan, seqethiştina zindiyan, qetilkirina xwezayê
û têkbirina cîhanê...
|
10.03.2003 - 00:50
Xwedê me ji vê Adarê bisitirîne!
STOCKHOLM (amude.com) - Dema ku kêlîkên wisa dîrokî, tirsnak û çarenûsane bi ser neteweyan de tên û ber bi
nîgarkirina paşeroja wan a dûr û ya nêzîk ve sernişîv dibin,
pêdiviya mirovan bi çavên dûrbînane û bi şirove û lêkolînên bîrtûjane hem
lezgîntir û hem jî gurtir dibe.
|
10.03.2003 - 00:45
Elî Qazî: Îro roja kar û yekîtiya netewî ye!
BONN (amude.com) - Doh li bajarê Bonnê
li Elmaniyayê kurê Qazî Mihemed ê nemir,
Elî Qazî derbarî gefên dewleta Tirkiyê bo dagîrkirina Kurdistanê
daxuyaniyek derxist. Em wê li vêderê diweşînin.
|
08.03.2003 - 21:40
Xwepêşndana Kurdan li Duhokê hate bi paş xistin
Hekar Findî - DUHOK (amude.com) - Xwepêşandana ku bo îro li Duhokê
li dijî hatina leşkerên Tirkiyê bo Kurdistanê hatibû
amade kirin, îro ji ber sedem in nediyar hate bi paş xistin. Biryar hate stendin
ku ew di demeke din de li dar keve.
Kurdên Duhokê gelekî ji vê biryarê aciz bûn
û nerazîbûna xwe diyar kirin.
|
07.03.2003 - 00:19
Mihemed Şêxo tê bibîranîn
ESSEN (amude.com) - Komela Nûbihar bo çand û folklora kurdî
li bajarê Essen li Elmaniyayê roja şemiya 15ê vê mehê,
demjimêr 14.00, bîranînekê bo bilbilê Kurdistanê
"Bavê Felek" Mihemd Şêxo amade dike.
|
07.03.2003 - 00:15
Hejmarên XWENDEVANA NÛ yên 17 û 18 derketin
HELEB (amude.com) - Kovara Xwendevana Nû ya ku li Sûriyê
bi zimanê kurdî tê weşandin, vê carê bi cothejmar
derket.
Xwendevan dikare berhemên kovarê di Malpera Amûdê de
bixwîne.
|
05.03.2003 - 16:50
"Pirtûka Rêziman" derket
DORTMUND (amude.com) - "Pirtûka Rêziman" navê yekemîn
pirtûka zimanzanê kurd Subhî Ehmed e. Ew berî çend rojan
ji nav weşanên Most li Elmaniyayê derket. Pirtûk ji
200 rûpelan pêk tê.
|
05.03.2003 - 02:30
Kurdên Ewropayê xwepêşandanekê li
Brûkselê amade dikin
BERLÎN (amude.com) - HEVKARÎ, Platforma Rêxistinên Kurdistan li Elmanyayê,
di daxuyaniyekê de bangî Kurdên Ewropayê dike ku roja
08ê Adarê beşdarî xwepêşandana ku dê li
paytexta Belcîkayê Brûksel li dar bikeve, bibin.
|
04.03.2003 - 02:35
Rozad Elî: Gerek rûmet di siysetê de jî hebe
EFRÎN (amude.com) - Wekî ku ez bi danûstandinên bi partiyên me re têgihiştim, piranî,
ger nebêjim hemû, partiyan tevgera me ya kurd li Sûryê di hunidrê xwe de ne
bi daketina helbjartinan re bûn, lê wek dibêjin, dil gerk bû ku ji destpêkê de
helwesta xwe diyar bike, hemî li bendê bûn ku yek zêngil di ustu pisîkê ke.
|
02.03.2003 - 18:25
Bêdeng nemînin!
HANNOVER (amude.com) - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan-Rojava-li Elmaniyayê û
Navenda Rewşenbîriya Kurd li Bajarê Hannover li Elmaniyayê îro di
bangewaziyekê de piştgiriya biryara Perlemana Başûrê Kurdistanê û biryara
hêzên berhingarên Iraqê (oposîsiyon) dikin û bangewaziyê li hemî gelê kurd
û hemî aştîxwaz, nivîskar, hezmirov ji kurd û bilî Kurdan dikin, ku dengê xwe bilind bikin û
bêdeng nemînin.
|
02.03.2003 - 18:25
Xwendekarên kurd girtina Ebû-Bekir Hesen protesto dikin
BERLÎN/BASEL/UPPSALA/TURKO/ARNHEM (amude.com) -
Di daxuyaniyekê de bo Yekîtiya Niştimanî Kurdistan
û raya giştî xwendekarên kurd li çar welatên
Ewropayê girtina xwendekarê kurd li Silêmaniyê ji aliyê
asayîşên deverê protesto dikin û doza berdana wî dikin.
|
02.03.2003 - 10:05
Kurdên Binxetê Tirkiyê protesto dikin
QAMIŞLO/BERLÎN/STOCKHOLM/AMESTERDAM (amude.com) - Nivîskar, helbestvan, rojnamevan,
kesayetî û rewşenbîrên kurd ên Başûrê Rojavayê Kurdistanê di daxuyaniyekê de
pilanên Tirkiyê ne yên dagîrkirina Başûrê Kurdistanê protesto dikin.
|
|
|