www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela destpêkê

08.02.2003 - 16:55

Ciwan Haco: "Hema bêjin muzîka Ciwan!"

Salih Demîrkaya / DÎHA


Ciwan Haco piştî albûma xwe ya bi navê "Destana Egîdekî" ku di sala 1998'an derketibû, îcar jî bi berhema xwe ya bi navê "Derya" ji Ses Plakê derket pêşberî hezkiriyên xwe. Ciwan Haco bi her berhema xwe ya nû guhdar û hezkiriyên xwe şaşwaz dike. Di vê berhema ku bi tevahî ji stranên li ser evînê pêk tê de tarzeke nû ceribandiye û ji bo vê tarzê jî Ciwan Haco ji guhdarên xwe re dibêje, 'Hema bêjin muzîka Ciwan'. Li ser albûma "Derya" em pêre peyivîn.


Tu ji bo albûma "Derya" çi difikirî?
Bi rastî ev albûma min a bi navê "Derya" tiştekî nû ye. Min tê de bi temamî muzîka modern bi kar aniye û ez hêvîdar im ku guhdarên min dê ji vê albûmê hez bikin.

Te bi çi psîkolojiyê dest bi vê albûmê kir, armanca te ya vê berhemê çi bû?
Armanca min ew bû pêşî kesên ku li min guhdarî dikin, ez li wan fikirîm. Min xwest tişktekî nû ji bo wan çêbikim. Ya duyemîn jî min dixwest, ji xeynî kurdan jî gelên din jî muzîka min guhdar bikin. Ez behsa cîranên xwe dikim, cîranê miletê kurd û kesên ewropî, min dixwest ez xwe bigihînim van û muzîka xwe bi wan bidim guhdarîkirin. Yanî min ev albûm pêşî ji bo kesên ku li min guhdar dikin, amade kiriye.

Di albûmê de te bi temamî amûrên rojavayî bi kar anîne. û amûrên rojhilatî yên wekî; tembûr, ney, bilûr, erbane, def nîn in. Gelo ev helwestek e yan dê Ciwan bi temamî xwe ber bi rojava ve bajo?
Me têra xwe dahol, zirne, bilûr, ney û saz lê xistin di kasetên xwe de. Xweş in jî ew amûrên folklorî yên kurdî. Di pêşerojê de ezê dîsan xwe nêzîkî wan bikim. Niha ezê di albûma xwe ya bê de, hema bibêje hemû stranan ji meqamê beyat hilbijêrim. Di albûma nû ku niha ezê dest pê bikim de, ezê wan stranên ku min ji 14 saliya xwe de strîne û bi piranî stranên elewiyan in bibêjim. Dê ji sedî sed saz balkêş be. û amûrên kurdî yên din dê diyar bibin. Wexta we jî dê were.

Gelo cihekî taybet ê vê albûmê ji bo te heye? Ji ber ku di albûmên te yên din de tembûra te derdiket pêş. Tu ji bo vê yekê çi dibêjî?
Rast e rast e... Di albûma "Bilûra min" de jî tembûr hindik hebû. Lê di du sê stranan de tembûr hebû. Bes min xwe ji tembûrê dûr nexistiye. Ez ji tembûrê pir hez dikim. Tembûrê ez bi xwe lê didim. Lê bi rastî ev albûma Derya tiştekî balkêş e.

Gelek gotinên stranên vê albûma te yên mîna; "Kezîzer kezîzer ez xulam memikên gilover, "Ev çend sal in li hêviya te", "Xweziya yarê tu ya min ba"...Ez te nadim bi malê dinê." Ev qet ji me re xerîb nehatin. Hûn li ser vê yekê çi dibêjin?
Gotin ne gelekî balkêş in. Gelek gotinên basît hene. Niha dema em li muzîka ewropî guhdarî dikin tu carina dibînî gotina "I love you" di stranê de gelek caran tê bikaranîn. Min jî dixwest ez tiştekî wilo bikim. Gotinên stranan basît in. Straneke tenê ku gotinên wê balkêş bin, ew jî ya Hekîm Sefkan e, ya strana "Pero". Ew gotinên wê pir balkêş in, gotinên wê gelekî bi dilê min in. Lê yên din bi awayekî basît min dixwest ez çêbikim. Carinan jî wexta min strana "Diyalog" digot "Bera xeynî min bistrênin" gelek kurdan ji gotinên min fêm nedikir û digotin 'yaw tu çima werê gotinên zehmet dibêjî?'

Te got muzîka pop. Em dikarin muzîka te têxin bin kîjan navî? Bi rastî yên berê me hinekî dikarîbû bi nav bikira?
(Dikene) Hema bila navê wê muzîka Ciwan be.

Dema mirov bala xwe dide vê albûmê, piraniya gotinên stranan te bi xwe nivîsandine, çima? Ev tercîhek bû yan ji bêgavî bû yan jî hema wisa lê hat?
Bi rastî ez bi xwe gotinên staranan kêm dinivîsim. Vê carê min got, hema ez binivîsim, wek hewldanekê min xwest ez bikim. Ez bi xwe muzîkê çêdikim, lê di vir de min dixwest ez tiştekî nû biceribînim.

Tu ceribandina xwe ya gotina çawa dibînî, biserkeftî ye an na?
Wexta tu ji min bipirsî, ez gelek ji wan gotinan hez dikim. Gotin bi dilê min in. Gotin pir basît in. Belkî gelek kes jê hez nekin û bêjin weeeeew Ciwan çi gotiye wisa, ev gotin gelek basît in ev çi mesele ye. Lê ez hêvîdar im wê kêfa guhdaran jî jê re were.

Di albûmê de tê xuyakirin ku muzîk ji gotinan bêtir derketiye pêş...
Me bi rastî qeweta xwe da ser muzîk û deng. Di berhemê de rîtmên cuda û balkêş me bikar anîne. Tiştekî nû û tiştekî modern derketiye holê. Rast e, gotinên Derya basît in lê xweş in, ez gelekî jê hez dikim.

Em bandora Miradê Kinê (Miradko) ya li ser te dizanin. Di strana te ya bi navê "Seyro" de gotin ên te ne. Lê dîsa jî Miradko tê de cih digire. Tu ji bo vê yekê çi dibêjî?
Niha di muzîka kurdî ya folklorî de tu guhê xwe bidiyê, ev stranên sivik ku rîtm tê de hene gelekî basît in û piraniya stranan jî li ser hezkirinê yanî li ser evînê ne. Rast e gotinên strana "Seyro" nêzîkî gotinên folklorî ne. Û bandora Miradko tê de xuya dike.

Dema mirov bala xwe dide albûmê tekane hêma evîna dilan e, gelo di vir de monotoniyek nîn e, gelo Ciwan ji bilî hestên evînî tiştekî najî?
Ez dibêjim, însanê ku nikaribe ji pîrekekê hez bike, hezkirina pîrekekê pê re çênebe, nikare ji welatê xwe jî hez bike, nikare ji miletê xwe jî hez bike. Ez bi vî çavî lê dinêrim. Gotinên di vê albûmê de hemû gotinên evînî ne, hemû li ser eşqê ne. Li ser evîn û eşqa pîrekê ye. Min berê jî ev gotin bi kar anîne. Lê gotinên ku min li ser welatê xwe gotine dîsan jî di dilê min de ne. û dîsan jî ezê li ser bêjim. Ew stran stranên min in. "Diyalog" ez pir jê hez dikim "Bera xeynî min bistrên ji bo aştiyê" ez pir jê hez dikim. û ez ji welatê xwe jî pir hez dikim...

Wekî dawî tu ji bo vê albûma xwe çi mesajê ji guhdarên xwe re dişînî?
Ez dibêjim kesên ku kaseta min kete destê wan bila bi dengekî baş û bilind lê guhdar bikin. Ez dibêjim ewê ji "Derya" hez bikin, ez hêvîdar im. Ji ber ku min "Derya" ji bo ew kesên ku li min guhdarî dikin çêkiriye. Rast e, pêşî min ji xwe re çêkiriye. Lê dema min ji "Derya" hez nekira, min dernedixist. Ez hêvîdar im ku kesên ku li min guhdar dikin, dê jê hez bikin, ji ber ku Ciwan bêyî kesên ku lê guhdar dike ne tiştek e. Kesên ku li min guhdar dikin, ez ji wan hez dikim, birayên min in, xwişkên min in, hurmeta min pir ji wan re heye.

Ez serkeftinê ji Azadiya Welat re jî dixwazim. û ez hêvîdar im di nêzîk de emê li welat hev û din bibînin.


Ji Azadiya Welat (hejmar 366, 08-14.02.2003) hatiye wergirtin.
Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]