www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
17.08.2009 - 23:52 [ 2547 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Kameramanê kurd Dêrsim Cemîl mir

amude.com


Dêrsim Cemîl di dema pêkanîna karê xwe de
BERLÎN (amude.com) - Li Elmanyayê kameramanek kurd di dema karê xwe de mir. Dêrsim Cemîl (40) şemiya buhurî di çemê Mainê de xeniqî dema wî nêzîkî bajarê Würzburgê li ser gemiyekê ahenga zemawendeke Kurdan bi kamîreya xwe dikişand û ji nişkê ve ji gemiyê ket nav avê. Li gorî agahiyên ku Malpera Amûdê bi dest xistin, alaveke kar ji destê wî ket û dema wî xwest nehêle ku ew bikeve nav avê, ew ji gemiyê ket û yekser binav bû. Piştî ku alîkarî hat û ew ji bin avê derxist, pijîşkekî karî bihêle ku Dêrsim dîsa tenefusê bike, lê ew li nexweşxaneyê mir. Wî jin û du zarok li dû xwe hiştin.

Dêrsim Cemîl berî neh salan koçberî Elmanyayê bûbû û berî demeke kurt mafê penaberiyê stendibû. Wî hin caran wekî kameraman ji bo studyoya Ewropayê ya Kurdistan Tv kar dikir.

Ji bo sersaxiya Dêrsim Cemîl malbata wî li bajarê Hannoverê şînî li dar xistiye. Mirov dikare ta roja yekşemê ji seet 11.00 ta 23.00ê biçe şîniyê. Navnîşan ev e: Thie 6, 30539 Hannover. Ji bo têkiliyan: 017640216325, 017677102573.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000