|
|
10.08.2009 - 11:15
|
[ 2751 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Radoya elmanî behsa rewşa penaberên ji Suriyê dike
amude.com
KÖLN (amude.com) - Vegerandina penaberên kurd ji bo Suriyê her ku diçe bêtir bala medyaya elmanî dikişîne. Piştî ku çend rojnameyan behsa rewşa penaberên ji Suriyê kir, îro radyoya WDR - Funkhaus Europa ev mijar xist rojeva xwe û hevpeyvînek bi rojnamevan Sîrwan H. Berko re pêk anî. Di hevpeyvînê de Berko bal kişand ser rewşa xanima kurd a yêzîdî Ebta Horan, ku pêncşema buhurî hatibû şandin ji bo Suriyê û li gorî agahiyên birayê wê yekser li balafirgeha Şamê hate girtin. Wî herweha behsa siyaseta rêjîma Suriyê li hemberî çalakvanên mafên mirovan û oposîtsyona surî kir. Hevpeyvîn bi zimanê elmanî ye û dikare li vir bê guhdarkirin: www.funkhauseuropa.de/sendungen/cosmo/index.phtml.
|
|
|
|
|
|