www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
06.08.2009 - 12:22 [ 2657 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Elmanya: Li dijî şandina penaberên kurd çalakiyên protestoyê

Lezgîn Mihemed - amude.com


Muhsin Hisên
(mirkamera.de)
HERNE (amude.com) - Herdu penaberên kurd di girtîgeha ji bo penaberên li ber berdanê li Bürenê de ketine greveke birçîbûnê. Li gorî agahiyên ku Malpera Amûdê bi dest xistin, Muhsin Hisên û Mistafa Naassan dixwazin bi vî şêweyî li dijî şandina bi zorê ji bo Suriyê protesto bikin. Ji bo balkişandina ser rewşa herdu penaberan roja duşema bê li bajarê Hernê xwepêşandanek li dar dikeve. Xwepêşandan wê seet 11.00 li pêşiya rawestgeha trênê (Bahnhof) a Hernê dest pê bike.

Bi fermana dezgeha biyaniyan a Hernê roja duşemê Muhsin Hisên (Mohsin Hosin) û Mistafa Naassan hatin girtin û şandin zindana ji bo penaberên li ber berdanê li Bürenê (Abschiebehaft Büren). Muhsin Hisên (43) berî heyşt salan hate Elmanyayê. Çalakvanê mafê mirovan endamê Navenda Kurdî ji bo Lêkolîn û Rawêjkariya Yasayî - Yasa ye.

Piştî imzekirina peyamnekê bi Suriyê re di sala 2008ê de Elmanya dixwaze bi hezaran penaberên kurd vegerîne Suriyê.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000