|
|
03.08.2009 - 10:25
|
[ 2562 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Elmanya dixwaze du penaberên kurd bişîne Suriyê
Lezgîn Mihemed - amude.com
 Muhsin Hisên (mirkamera.de) | HERNE (amude.com) - Îroj li Elmanyayê li bajarê Hernê du penaberên kurd hatin girtin da ku bên şandin ji bo Suriyê. Bi fermana dezgeha biyaniyan a Hernê polîsan vê sibehê Muhsin Hisên (Mohsin Hosin) û Mistafa Naassan girtin û ew birin girtîgeha ji bo penaberên li ber berdanê li Bürenê (Abschiebehaft Büren). Muhsin Hisên (43) berî heyşt salan hate Elmanyayê. Çalakvanê mafê mirovan endamê Navenda Kurdî ji bo Lêkolîn û Rawêjkariya Yasayî - Yasa ye. Piştî imzekirina peyamnekê bi Suriyê re di sala 2008ê de Elmanya dixwaze bi hezaran penaberên kurd vegerîne Suriyê.
|
|
|
|
|
|