|
|
11.05.2009 - 16:40
|
[ 2355 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Sê sal û nîv zindan ji bo Mişel Temo
amude.com
 Mişel Temo | ŞAM (amude.com) - Dadgeha tawanan a yekemîn li Şamê îroj sê sal û nîv zindan li berpirsekî kurd birîn. Dadgehê berpirs û peyvdarê partiya Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Suriyê Mişel Temo (51) di "qelskirina hestên niştimanî" û "belavkirina agahiyên ne rast ku dikarin nefsiya gel qels bikin" de gunehkar dît, ku li gorî xalên 285 û 286 ên qanuna cezayan a Suriyê ji bo her tawanekê sê sal zindan tên birîn. Dadgehê dema zindanê kir sê sal û nîv û bi ser de jî ji bo deh salan ji mafên medenî ji Temo stendin. dadgehê maf neda Temo ku xwe biparêze. Piştî ragihandina biryara dadgehê, Miş,el temo got: "Ez derîbeya peyva azad didim."
Komek ji rêxistinên mafên mirovan ên kurdî û erebî biryara dadgeha li Şamê protesto û riswa kir û doza serbestberdana wî kir. Parêzerên Mişel Temo diyar kir ku ewê li dijî biryara dadgehê gilî bikin.
Mişe Temo di seetên pêşî yên roja 15.08.2008ê nêzîkî bajarê Kobanî ji aliyê hêzên ewlekariya ezmên ve hatibû girtin. Temo yek ji girîngtirîn siyasetvanên oposîtsyona Suriyê ye.
|
|
|
|
|
|