www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
02.04.2009 - 11:12 [ 2400 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Enwer Naso hîn di zindanê de ye

amude.com


Enwer Naso
AMÛDÊ (amude.com) - Çar rojan piştî girtina wî çalakvan û hunermend Enwer Naso (47) hîn di girtîgehê de ye. Li gorî agahiyên malbata wî ji bo Malpera Amûdê Naso li Qamişloyê di zindaneke bitenê ya dezgeha ewlekariya leşkerî de ye. Ta niha tikesî nekarî xwe bigihîne wî û ji ber vê yekê ne diyar e bê ew di çi rewşê de ye. Li aliyekî din ve Komîteya Kurdî ya Mafên Mirovan ragihand ku pêr li bajarê Amûdê hêzên dezgeha ewlekariya leşkerî welatiyê kurd Yûsiv Ferman girtiye bêyî ku sedemên girtinê eşkere bike.

Duşema buhurî li Sifeya nêzîkî bajarê Hisiça çalakvanê di Partiya Yekîtî ya Kurd li Suriyê de, Enwer Naso, ku wek helbestvan û hunermend bi navê Dijwar Naso tê naskirin, ji aliyê dezgeha ewlekariya leşkerî ve hate girtin û şandin ji bo Qamişloyê. Ligel ku ta niha diyar nebûye bê ji ber çi Enwer Naso hatiye girtin, lê tê gumankirin ku axavtina wî ya Newroza îsal de bû sedem ku fermana girtina wî bê dayin. Naso berî niha jî ji ber helwestên xwe yên siyasî hatibû girtin. Ew herweha di dawiya sala 2005ê de ji ciyê karê wî li dezgeha çandiniyê li Amûdê hate veguhestin ji bo Sifeya dora 70 km dûrî bajarê wî.

Dijwar Naso helbestan dinivîsîne û yek ji endamên Koma Orkêş e. Naso ji bajarê Amûdê ye, bi jin e û bavê sê zarokan e.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000