|
|
17.03.2009 - 00:59
|
[ 2656 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Li Berlînê konferensek li ser Nuredîn Zaza pêk tê
amude.com
 Dr. Nuredîn Zaza ligel kurê xwe Şengo (1978) |
BERLÎN (amude.com) - Bi helkefta derbasbûna bîst salan di ser mirina kesayetiya kurdî Dr. Nuredîn Zaza re roja Newrozê li Berlînê konferenseke zanistî li dar dikeve. Pisporên kurd û ewropî dê di konferensa li jêr sernavê "Jiyanek wekî Kurdekî - Dr. Nuredîn Zaza: Rewşenbîr . Siyasetvan . Mirov" de li ser jiyan û xebata Zaza biaxivin. Malbata Dr. Nuredîn Zaza, xanim Gilberte Favre-Zaza û kurê wê Şengo Zaza, beşdarî vê konferensê dibin. Herweha komek ji kesayetiyên kurd û ewropî beşdarbûna xwe ji bo vê konferensê erê kiriye.
Konferens roja şemiyê, 21.03.2009ê, seet 12.00 ta 16.30, li Werkstatt der Kulturen, Wissmanstraße 32, 12049 Berlîn, (U-Bahn: Hermannplatz) li dar dikeve.
Komela Xwendekarên Kurd li Ruhr-Universität Bochum vê konferensê bi hevkariya Komela Kurdên ji Suriyê li Berlîn/Brandenburg û piştgiriya bîroya peywendiyên navneteweyî yê Yekîtiya Niştiman a Kurdistanê li Elmanayê amade dike.
Malpera Amûdê programa konferensê diweşîne:
JIYANEK WEKÎ KURDEKÎ
Dr. Nuredîn Zaza: Rewşenbîr . Siyasetvan . Mirov
Şemî, 21.03.2009 – seet 12.00 ta 16.30
Werkstatt der Kulturen, Wissmanstraße 32, 12049 Berlin
(http://maps.google.de)
Program
11.30 Hatin û qeydkirina beşdaran
12.00 – 14.00 Vekirin
Birêvebirin: Sîrwan H. Berko (Berlîn): Rojnamevan
Umer Şêxmus (Stockholm):
Nuredîn Zana: Rewşenbîr, siyasetvan û mirov
Gilberte Favre-Zaza û Şengo Zaza (Lausanne):
Nuredîn Zana: Hevjîn û Bav
Rêheval: Samî Namî, Hoşeng Sebrî, Bîlal Hesen, Arnold Hottinger, Kemal Seydo û yên din
14.00 – 14.30 Bêhnvedan
14.30 – 15.45 Rola Dr. Nuredîn Zaza ya siyasî
Birêvebirin: Siamend Haco (Berlîn): Navenda Ewropî ji bo Lêkolînên Kurdî
Silêman Elî (Wolfsburg): Rola Nuredîn Zaza di Tevgera Kurdî ya Neteweyî li Suriyê de
Dr. Birgit Ammann (Berlîn): Dîroka Yekîtiya Xwendekarên Kurd li Ewropayê (KSSE)
Dilo Mêqerî (Uppsala): Hişiyarbûna Kurdî û „Dibistana Şamê“
15.45 – 16.30 Rola Dr. Nuredîn Zaza ya wêjeyî
Birêvebirin: Salimê Casim (Berlîn): Sernivîserê kovara Havîbûn
Hesenê Metê (Stockholm): Çîrokên Nuredîn Zaza û bandora wan li ser çîroknivîsiya kurdî ya nûjen
Ehmed Elî (Hannover): Xalên giring ên pirtûka „Ma Vie de Kurde“ („Jiyana min wekî Kurdekî“)
16.30 Dawî
Ji seet 17.30 û pê ve ahenga Newozê li dar dikeve (çalakiya Komela Kurdên ji Suriyê li Berlîn/Brandenburg).
Amadekar:
Komela Xwendekarên Kurd li Zanîngeha Bochumê
Bi hevkariya: Komela Kurdên ji Suriyê li Berlîn/Brandenburg
û piştgiriya: Bîroya peywendiyên navneteweyî ya Yekîtiya Niştiman a Kurdistanê li Elmanyayê
Peywendî:
Sîrwan H. Berko
Mobile: 0049 1727553342
E-mail: sirwan@amude.com
|
|
|
|
|
|