www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
01.01.2009 - 21:07 [ 2340 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Ti dewlet wek Suriyê malperan qedexe nake

amude.com


Rêjîma Suriyê malperan sansur û qedexe dike (wêne: www.rsf.org)
PARÎS (amude.com) - Herî bêtir li Suriyê malperên internêtê tên sansurkirin. Ev encama lêkolînên rêxistina Peyamnêrên Bêsînor di sala 2008ê de ye. Li gorî vê rêxistina navneteweyî ya azadiya derbirînê li Suriyê 162 malperan hatine qedexekirin û mirov li Suriyê nikare di rêyên normal re derbasî wan bibe. Piraniya van malperan ên dijberî rêjîmê Suriyê ne. Bi taybetî malperên kurdî rastî sansurkirin û qedexekirinê tên. Ev çend sal in ku Malpera Amûdê jî li Suriyê hatiye qedexekirin. Mirov tenê di rêya programên proksî re dikare derbasî malperên qedexekirî bibe. Rêxistina Peyamnêrên Bêsînor diyar dike ku piştî Suriyê Sîn tê. Dewleta sînî 93 malper qedexe dike. Di rêza siyemîn de Îran tê bi 38 malperên sansurkirî.

Tevaya raporta sala 2008ê û herweha agahiyên berfirehtir li ser rewşa rojnamevanan û binpêkirina mafê wan dikare di malpera Peyamnêrên Bêsînor de bêne bidestxistin: www.rsf.org.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000