|
|
07.10.2008 - 12:22
|
[ 2482 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Îroj berî bîst salan: Dr. Nuredîn Zaza mir
amude.com
 Dr. Nuredîn Zaza ligel kurê xwe Şengo (1978) |
DORTMUND (amude.com) - Îroj berî bîst salan li bajarê Lusanne li Swêsrayê fîlosof, siyasetvan û nivîskarê kurd Dr. Nuredîn Zaza mir. Ji biçûkaniya xwe û ta mirina xwe Zaza jiyana xwe ji bo xebata ji bo çarserkirina pirsên gelê xwe yê kurd tirxan kir. Ew di dîroka Kurdan de yek ji giringtirîn kesayetî û intelektuelên kurd e. Malpera Amûdê hin agahiyên li ser jiyan û xebata Dr. Nuredîn Zaza diweşîne:
- Di sala 1919ê de li gundê Madenê li Kurdistana Tirkiyê ji dayik dibe.
- Piştîtî têkçûna serhildana Şêx Seîd a di sala 1925ê de ligel birayê xwe Dr. Ehmed Nafiz direve û derbasî Kurdistana Suriyê dibe
- Li Şamê bi cî dibe û li wê derê peywendiyên wî bi êlîta kurd re çêdibin, ku Celadet Bedirxan yek ji wan e. Nuredîn Zaza di kovarên "Hawar" û "Ronahî" de dinivîsîe.
- Di sala 1947ê de berê xwe dide Swêsrayê û li wê derê felsefê dixwîne û di sala 1955ê de li jêr sernavê "Etude critique de la notion d engagement chez Emmanuel Mounier" nameya xwe ya dektorayê dinivîsîne.
- Di sala 1956ê de ligel Ismet Şerîf Wanlî û komek ji xwendekarên kurd Yekîtiya Xwendkarên Kurd li Ewropayê dadimezirîne.
- Di sala 1957ê de berê xwe dide Suriyê û li wê derê ligel komek ji kesayetiyên din bi navê "Partiya Demokrat a Kurdistanê - Surî" yekemîn partiya kurdî li Suriyê dadimezirîne û dibe yekemîn serokê wê.
- Piştî girtinên berdewam li Surî, Iraq, Libnan û Urdunê û herweha mayina li Kurdistana Tirkiyê, ew neçar dimîne ku di sala 1970ê de dîsa vegere Swêsrayê, lê vê carê wekî penaber. Ew li Lausanne bi cî dibe û bi rojnamevana swêsrî Gilberte Favre re dizewice û ji wê tek kurê xwe Şengo çêdike.
- Li zanîngeh û lîseya Lausannê dersên zimanê frnasî û herweha dîrok û çanda kevn dide. Di ber re jî xebata xwe ji bo balkişandina ser pirsên gelê kurd berdewam dike.
- Di 07.10.1988ê de di nexweşxaneyeke Lausannê de dimire.
Ji berhemên wî yên çapkirî:
- Destana Memê Alan, Bahoz, Uppsala, 1973
- Les Kurdes et l accord d Alger, Centre Culturel Univresitaire, Beyrouth, travaux et jours n° 56-7, juillet-décembre 1975
- Memê Alan, Çapxaney Korî Zanyarî Kurd, Bexda, 1977
- Ma vie de Kurde, çapa yekem, Pierre-Marcel_Favre, Publi SA., Lausanne, 1982, çapa duwem, Labor et Fides, Genève, 1993. Bi tirkî: "Bir Kürt olarak yaþamým", Mezopotamya, Sweden, 1994. Bi erebî: "Heyatî el kurdiye we serxet el Şeeb el Kurdî", Aras, Hewlêr, 2001; çapa duyem: "Nuredîn Zaza: Hayatî ke Kurdî", werger: Xisro Botanî, Aras, Hewlêr, 2008.
- Nuredîn Zaza: Jiyan / Bîranîn, Avesta, Stenbol, 2008.
Di hejmara îroj a rojnameyeke herêma Suisse romande li Swêsrayê anonsek ji bo bîstemîn salvegera mirina Dr. Nuredîn Zaza hatiye weşandin. Di vê anonsê de hevoka dawî ya pirtûka Zaza a bi navê "Ma vie de Kurd" hatiye weşandin: "Ta ku mirov hinekî jî li deverkê li cîhanê tê çewisandin û qewirandin, mirovayetî dê sibeheke baştir nebîne."
|
|
|
|
|
|