|
|
18.09.2008 - 01:11
|
[ 2363 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Baştirîn romana bi elmanî ya 2008ê: «Gemiya Tarî» ya Şêrko Fetah di lîsteyê de ye
amude.com
 Dibe ku meha bê yek ji giringtirîn xelatên edebî bistîne: Şêrko Fetah. |
FRANKFURT (ap/amude.com) - Nivîskarek elman-kurd yek ji şeş nivîskaran e ku ji bo stendina Xelata Pirtûkê ya Elmanî ya îsal hatine hilbijartin. Romana Şêrko Fetah a dawî "Das dunkle Schiff" (Gemiya Tarî) giha beşê dawî ya pêşbirka îsal. Ew ji nav 161 pirtûkan ku ji 01.10.2007 ta 17.09.2008ê hatine weşandin, hatiye hilbijartin. Xelata Pirtûkê ya Elmanî (Deutsche Buchpreis) ji par ve her sal ji bo baştirîn romana bi zimanê elmanî tê dayin. Ew êvara vekirina Pêşangeha Pirtûkan a Frankfurtê li bajarê li Frankfurtê tê dayin. Şansekî Şêrko Fetah ê mezin heye ku ew îsal vê xelata giring bistîne.
Romana Şêrko Fetah "Das dunkle Schiff" (Jung und Jung, 2008) romanên nivîskarine elman ên giring li dû xwe hiştin, mîna Peter Handke, Martîn Walser, Karen Duve, Uwe Tîmm an jî nivîskarê bi esil tirk Ferîdun Zaîmoglu ku bi romana xwe "Leyla" beşdarî vê pêşbirkê bûbû. Ji bilî Şêrko Fetah ev nivîskar bi romanên xwe ketine lîsteya kin a pêşbirkê: Dietmar Dath bi «Die Abschaffung der Arten» (Suhrkamp, 2008), Rolf Lappert bi «Nach Hause schwimmen» (Hanser, 2008), Ingo Schulze bi «Adam und Evelyn» (Berlin Verlag, 2008), Uwe Tellkamp bi «Der Turm» (Suhrkamp, 2008) û nivîskara jin Îrîs Hanîka bi «Treffen sich zwei» (Droschl, 2008).
 Tezetirîn berhemên Şêrko Fetah: "Gemiya Tarî", Jung und Jung, 2008 | Şêrko Fetah di sala 1964ê de li Berlîna rojhilat li Elmanyayê Rojhilat (DDR) ji dayik bûye. Wî zaroktiya xwe li DDR derbas kir, lê hingî jî demek dirêj li Kurdistanê maye. Di sala 1975ê de malbata wî koçberî Viyena bû û ji wir jî rêwîtiya wan çû Berlîna rojava. Şêrko Fetah li Berlînê felsefe û dîroka hunerê xwendiye. Bavê wî Reuf Fetah birayê Ibrahîm Ehmed e, bavê Hîroxan, xanima serokê Iraqê Celal Talabanî.
Yekemîn romana Şêrko Fetah "Im Grenzland" (Li welatê li ser sînor) Xelata Wêjeyê ya Aspekte stend. Pirtûkên wî yên din ev in: Im Grenzland (Li welatê li ser sînor), 2001; Donnie, 2002; Onkelchen (Apê biçûk), 2004; “Das Dunkle Schiff” (Gemiya Tarî), 2008. “Im Grenzland” û "Onkelchen" hatine wergerandin ji bo zimanê fransî.
Di gulana îsal de Malpera Amûdê hevpeyvînek bi Şêrko Fetah re weşandibû. Fermo vê hevpeyvînê bixwînin:
www.amude.net/Hevpeyvin_Kurdi_deep.php?newsLanguage=Kurdi&newsId=6643.
|
|
|
|
|
|