|
|
31.07.2008 - 22:17
|
[ 2335 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Li Berlînê Kurd bi parlamenterên elman re civiyan
amude.com
BERLÎN (amude.com) - Ji bo balkişandina ser rewşa mafên mirovan li Suriyê û protestokirina peymana hevkariyê di navbera Elmanya û Suriyê de Komela Kurdên ji Suriyê li Berlîn/Brandenburgê îna buhurî bi komek ji parlamenterên elman re civiya. Nûnerên komelê ji aliyê „Grûpa karê mafê merovan û alîkariya insanî" ya hevbendiya partiyên CDU/CSU di parlamenta elmanî de ve hatibûn vexwendin, da ku nerîna wan li ser pirsên girêdayî bi Suriyê ve bi giştî û Kurdên Binxetê bi giştî bizanibin. Komela kurdî ji vê grûpê re diyar kir, ku heta rewşa siyasî û ewlekarî li Suriyê neyê guhertin, gerek dewleta elmanî penaberên kurd neşîne Suriyê, bi taybetî ew Kurdên bê nasnameyên surî. Parlamenteran soz da ku ewê ji bo vê yekê bikevin nav hewildanan.
|
|
|
|
|
|