www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
31.07.2008 - 22:00 [ 2557 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Kurd dextê li Erebên Iraqê dikin: Kerkuk dixwaze bibe Kurdistan

amude.com

KERKUK (pukmedia/amude.com) - Di civîneke xwe ya awarte de, encumena parêzgeha Kerkukê îroj biryar da ku ew dixwazin Kerkuk bi îdareya herêma Kurdistanê ve bê girêdan, eger Kurd û Ereb li ser qanuna hilbijartina parêzgehan li hev nekin. Bîstûçar endaman ev xwezteka xwe di daxwaznameyekê de bi cî anî û daxwazname îmze kir. Civîna Parlamenta Iraqê roja yekşema bê li dar dikeve. Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, Kurdan û hevkarên xwe yên ereb li hev kiriye ku ew xala 24ê ya qanuna hilbijartina parêzgehan bê guhertin. Li gorî xala 2 ya qanuna jimar 13 ya qanuna rêvebiriya teybetî ji bo avakirina herêman a sala 2008ê mafê parêzgeha Kerukê heye ku bibe beşek ji herêma Kurdistanê. Lê divê parlamenta Iraqê vê daxwaznameyê bipejirîne.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000