www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
23.07.2008 - 15:26 [ 1975 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Mihemed Musa ji ber ANN hatiye girtin

amude.com


Mihemed Musa di televizyona Rifeet El-Esed de rexne li rêjîma Suriyê dikir.
ŞAM (amude.com) - Îroj li Şamê paytexta Suriyê dadgeriya leşkerî birayara şandina siyasetvanê kurd Mihemed Musa Mihemed (56) ji bo zindaneke li bajarê Helebê da. Li gorî agahiyên ku Malpera Amûdê bi dest xistin, dadgehvanekî ji Mihemed pirsiye bê ma ew li kû bû dema wî hevpeyvîn daye kanala televizyonê ANN. Sekretêrê Partiya Çep a Kurd li Suriyê bersiv da û got ku ew hingî li Qamişloyê bû. Hingî dadgehvan biryar da ku dadgeriya leşkerî li Helebê berpirsyara vê dozê ye û girtiyê kurd şand wê derê.

ANN kanala Rifeet El-Esed apê serokê Suriyê Beşar El-Esed e. Ew ji Londonê weşana xwe dike. Ev demek dirêj e ku navbera Rifeet El-Esed û Beşar ne xweş e. Aciziya di malbata El-Esed de hîn di dema serokê Suriyê yê berê Hafiz El-Esed de dest pê kiriye. Berî mirina wî Hafz kurê xwe kir serok. Ev yek li dijî planên Rifeet bû, ku wî bi xwe dixwest bibe serokê Suriyê piştî mirina birayê wî Hafiz.

Mîna komek ji siyasetvanên kurd Mihemed Musa jî gelek caran di rêya telefonê re beşdarî programên kanala ANN bûye û siyaseta rêjîma Suriyê ya li hemberî gelê kurd rexne kiriye. Wilo diyar e ku ev yek bûye sedema girtina wî di 19.07.2008ê de ji aliyê hêzên ewlekariyê yên rêjîma Suriyê.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000