|
|
12.07.2008 - 12:19
|
[ 2080 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Kurd sibe li Parîsê Beşar El-Esed protesto dikin
amude.com
 Kurd dixwazin vî kenî li Beşar El-Esed xerab biherimînin (wêne ji erşîvê) | PARÎS (amude.com) - Bi helkefta serdaneke fermî ya serokê Suriyê Beşar El-Esed ji bo Fransayê Kurd xwe ji bo çalakiyeke protestoyê amade dikin. Komîteya Hevbeş a Kurdên Surî li Elmanyayê bangî welatiyên kurd dike ku sibe berê xwe bidin Parîsê paytexa Fransayê da ku beşdarî xwepêşandana li dijî El-Esed bibin. Kurd dixwazin siyaseta rêjîma Suriyê û çewisandina welatiyên kurd û surî protesto bikin. Xwepêşandan sibe seet 16.00 li pêşiya Institut du monde arabe, Place Mohamed V Terre pleine, 75005 Paris, dest pê dike. Ji bo agahiyên berfirehtir: 01766157873, 017622144903, 017677058897,
017677109606, 017662509076, 017622215895 û 017677124667.
|
|
|
|
|
|