|
|
02.07.2008 - 11:05
|
[ 2068 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Rojek reş di dîroka mirovayetiyê de: 15-mîn salvegera Komkujiya Sêwazê
amude.com
 Her sal Elewî goriyên Komkujiya Sêwazê bi bîr tînin. |
DORTMUND (amude.com) - Îroj berî 15 salan li bajarê Sêwazê li Kurdistana Tirkiyê Komkujiya Sêwazê pêk hat. Di encama vê komkujiyê de 37 nivîskar, helbestvan û hunermendên kurd û tirk ên elewî hatin kuştin. Hunermendê kurd Hisret Gûltekîn yek ji wan bû. Ev kesên lîberal di hotêla Madimak de kom bûbûn, da ku helbestvanê elewî yê binavûdeng Pîr Sultan Ebdal bi bîr bînin, ku di sala 1550î de hatibû xeniqandin. Nivîskarê tirk Ezîz Nesîn jî di wê çalakiyê de amade bû, lê ew ji mirinê filitî. Ta îroj kesên ku ew komkujî pêk anîn, azad in û nehatine cezakirin. Ev kes Musilmanên sinî ne.
Di 2ê tîrmeha 1993ê de dora bîst hezar Musilmanên sinî piştî nimêja nîvro ya roja înê li pêşiya hotêla Madimak kom bûn. Di wê hotêlê de nivîskar, helbestvan, hunermend û weşangerên ewlewî helbestvanê ewlewî Pîr Sultan Ebdal bi bîr dianî. Nivîskarê tirk ê binavûdeng Ezîz Nesîn jî di nav wan de bû. Di nav kesên ku li pêşiya hotêlê protesto dikir, hin kesan bi agir êrîşî hotêlê kir. Ji ber ku hotêl ji text hatibû çêkirin, agir xwe zû gihand her deverê û hotêl şewitand. Kesên li derve kombûyî rê li ber kesên di hundirê hotêlê de girt û nehişt ku ew bikaribin xwe ji mirinê xelas bikin. Tenê Ezîz Nesîn karî xwe xelas bike, bi birînine biçûk. Ên mayî tevde şewitîn û mirin. Tevî ku polîs û tirimbêlên agirkuj amade bûn, wan tiştek nekir û pir dereng tedexul kir, piştî ku 37 kes mirin.
Piştre Dadgeha Ewlekariya Dewletê li Enqereyê giha wê baweriyê ku kesên li pêşiya hotêlê nehiştiye ku kesek bi hawara kesên di hotêlê de herin. Lê li gorî şahidan û herweha li gorî dîmenên filmekî vîdyoyê, polîsan alîkariya xelkên li pêşiya hotêlê kiriye û leşkeran jî tiştek nekiriye, xwe bi paş ve kişandiye û hiştiye ku ew komkujî pêk bê.
Elewî dibêjin ku ew bûn armanca êrîşa li Sêwazê. Ew dewletê rexne dikin û dibêjin ku wê ew bitenê hiştiye û nehatiye hawara wan. Li aliyekî din tê gotin ku ew êrî#351; li dijî Ezîz Nesîn bû, çimkî wî romana Selman Ruşdî "Fersên Satanîk" wergerandibû û weşandibû. Ev yek bûbû sedema hêrsbûn û nerazîbûneke mezin di nav Musilmanên sinî de.
Li Tirkiyê Elewî tim bûne armanca kuştin û qirkirinê. Komkujiya Sêwazî ji bo Elewiyan bûyereke dîrokî ye. Ew bû sedema ku Elewî ji hingî ve bêtir li xwe, ol û dîroka xwe xwedî derkevin. Ta îroj dewleta tirk tiştek ji bo eşkerekirina kesên li dû Komkujiya Sêwazê nekiriye. Li ser vê yekê sekretêrê giştî yê Komelgeha Elewiyan li Elmanyayê, Elî Ertan Toprak, dibêje: "Tirkî ta îroj lêborîn nexwestiye. Vê dewletê hîn ti komkujiya di dîroka xwe de lêkolîn nekiriye."
Elewî dixwazin ciyê hotêla Madimak bikin ciyek ji bo bibîranîna Komkujiya Sêwazî. Lê daxwaza wan nayê pejirandin. Li wî ciyê ku 37 kes hatin kuştin, îroj goşt tê biraştin û firotin.
Li Enqerê û Stenbolê îroj du çalakiyên bibîranîn û protestokirinê yên mezin li dar dikevin.
Ji bo temaşekirina wêneyên goriyên Komkujiya Sêwazê û naskirina wan: www.psakd.org/sivas_sehitleri.html.
|
|
|
|
|
|