www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
17.01.2008 - 02:11 [ 2044 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Surî: Du welatiyên kurd hatin girtin - Yek ji wan Elman-Kurd e

amude.com


Izedîn Hisên li bajarê Hernê beşdarî ahenga serêsala 2008ê bûbû
ŞAM (amude.com) - Piştî ku wan şemiya buhurî welatiyê kurd Izzedîn Mihemed Hisên (31) girt, hêzên ewlekariyê yên rêjîma Suriyê roja duşemê li bajarê Hisiça welatiyê kurd Ciwan Şemsidîn Mele Ibrahîm (33) girt. Izzedîn Hisên yekser li balafirgeha Şamê hate girtin dema ku wî piştî neh salan ji koçberiya li Elmanyayê dixwezt serdana malbata xwe li bajarê Serê Kaniyê li Kurdistana Suriyê bike. Ciwan Mele Ibrahîm jî ji ber sedemine ne naskirî hate girtin. Çarenivîsa herduyan jî hîn ne diyar e.

Piştî ku ew şemiya buhurî seet 2ê sibehê li balafirgeha Şamê ji balafirê daket, muzîkvanê kurd Izedîn Hisên ji aliyê hêzên ewlekariyê yên rêjîma Suriyê ve hate girtin. Li gorî agahiyên ku Malpera Amûdê bi dest xistin, Izedîn ji Elmanyayê bi balafirê pêşî çû Stenbolê û ji wir berê xwe da Şamê, da ku serdana malbata xwe li bajarê Serê Kaniyê li Kurdistana Suriyê bike. Hîn li balafirgehê ew hate girtin û hate şandin bo girtîgeha El-Feyhaa ya li Şamê. Izedîn nû nasnameya xwe ya elmanî stendibû û dixwezt piştî salên dirêj li Elmanyayê serdana welat û mirovên xwe bike.

Ligel ku Ciwan Şemsidîn Mele Ibrahîm berî niha du sal û nîv ji temenê xwe di zindanên rêjîma Suriyê de derbas kirine û di meha 11ê ya sala buhurî de serbest hatiye berdan, ew roja duşemê careke dî hate girtin.

Izedîn Hisên wekî leystikvanê amûra orgê beşdarî bi sedan ahengên muzîkê yên kurdî bûye û di ber karê xwe yê muzîkê re malpereke muzîkê ya bi navê www.helimcan.com bi rê ve dibe. Hêjayî gotinê ye ku Izedîn Hisên yek ji Kurdên "mektum" e, ango Kurdên ku rêjîma Suriyê wan welatiyan qeyd nake û îdîa dike ku nasnameya wan ne diyar e.

Ji ber ku Izzedîn Hisên tenê welatiyê Elmanyayê ye û nasnameya wî ya surî tune ye, ne ji mafê Suriyê ye ku wî bêyî eşkerekirina sedeman bigire. Di vê rewşê de Elmanya mecbur e ku hertiştî bike ku welatiyê xwe ji zindanên rêjîma Suriyê bide derxistin.

Malpera Amûdê nûçeya girtina Izzedîn Hisên berî sê rojan weşandibû, lê li ser daxwaza malbat û dostên wî dîsa ji malperê avêtibû. Lê ji ber ku ew ta niha hîn jî di zindanê de ye û nûçeya girtina wî belav bû, Malpera Amûdê biryara ji nû ve weşandina nûçeya girtina wî da.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000