|
|
21.12.2007 - 20:14
|
[ 1981 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Rexnekirina malpera KRG encam da: Beşê nivîsaran hate rakirin
amude.com
STOCKHOLM (amude.com) - Piştî weşandina nivîsara "Çawa Newzad Hirorî xwe sansûr kir" di Malpera Amûdê de, malpera hikumeta Kurdistana Iraqê (krg.org) beşê nivîsaran ji beşê kurmancî yê malpera xwe avêt. Di nivîsara xwe "Çawa Newzad Hirorî xwe sansûr kir" de berpirsê Malpera Amûdê Sîrwanê H. Berko ji aliyekî ve malpera krg.org rexne dike, ji aliyekî din ve ew nivîskar Newzad Hirorî rexne dike, piştî ku wî rexneyeke xwe ya li dijî beşê nivîsaran a malpera krg.org de bêyî eşkerekirina sedeman ji malpera Nefelê de derxistibû. Herweha nivîskar Serdar Roşan jî di nivîsareke xwe ya di malpera Nefelê de malpera KRG rexne dike.
|
|
|
|
|
|