www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
10.12.2007 - 20:11 [ 1999 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Serokê Partiya Yekîtî Ismaîl Umer hate girtin

amude.com


Ismaîl Umer (Emo) li mala xwe hate girtin
QAMIŞLO (amude.com) - Di Roja Navneteweyî ya Mafên Mirovan de, rêjîma Suriyê dora 22 siyasetvan û çalkvanên kurd û ereb girtin. Navên kesên kurd ku ta niha hatine girtin, ev in: Ismaîl Umer (serokê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Suriyê - Yekîtî), Ehmed Ismaîl (El-Partî), Ferhan Heso (serbixwe, ji Encumena Giştî ya Hevbendî), Pîr Rustem (El-Partî), Eşref Sîno (çalkvanê mafê mirovan) û Redîf Mistefa (serokê Komîteya Kurdî ya Mafên Mirovan). Piraniya kesên ku hatin girtin, roja 01.12.2007ê beşdarî civîna Encumena Niştimanî ya Berfireh a Ragihandina Şamê bûbûn. Komek ji siyasetvanên dî xwe dane alî, da ku neyên girtin. Girtina siyasetvanên surî do dora nîvê şevê li malên wan ji aliyê hêzên ewlekariyê ve dest pê kir. Hin ji kesên ku hatin girtin, îroj serbest hatin berdan.

Rêxistina Ewropa ya Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Suriyê (Yekîtî) li ser girtina serokê xwe daxuyaniyek belav kir, em wê li vê derê diweşînin:

* * *

Daxuyanî

Roja 09.12.2007, dora katjimêr 24.00 hevalê me mamoste Ismayîl Omer (59), serokê partiya me, Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê, ji aliyê hêzên ewlekeriya dewletê ya rêjîma Bees a şoven û totalîter li bajarê Qamişlo bi awayekî tund, remekî û deryasayî hate girtin. Ta nuha jî ew girtî ye, rewşa wî jî ne diyar e.

Armanca vê girtinê, helbet, ew e ku rêjîm hewil dide Tevgera Rizgarîxwaza Kurd bitirsîne û xebatkarên gelê me, bi van şêweyên zordar û hovane, biceflîne, da ku hem xebata netewî bête qelskirin, hem jî Kurd dest ji xebata niştîmanî, ya ku kurd hêz û stûna herî xort in tê de, berdin. Bi vî rengî rêjîm hewil dide ku xebata li dijî totalîteriyê û li pênawî avakirina welatekî demokrat, ku tê de her mirovek azad be û hemû hêmanên netewî yên civaka Sûriyê azad û wekhev bin, pûç bike.

Lê bila deshilat jî, hemû kesên li dijî guhartin û serastkirina civak û dewletê jî, baş wê yekê zani bin ku ev gelê ku tevî hemû zor, pest û kiryrên şoven û nijadperest, tevî bi dehan şehîd û bi sedan girtinên remekî û hovane dest ji xebatâ xwe ber ne dayî, helbet, wê bi girtina serokê partiya me jî dest ji xebata xwe ya pir dadmend û rewa bernede. Berevajî wê, ev kiryar hemû ji xebat û berxwedana me re dibin ardû û hêzeke xortkirinê. Emê tu carî dest ji xebata li dijî totalîteriyê û li pênawî avakirina welatekî demokrat, ku tê de gelê kurd hemû mafên xwe yên netewî li ser xaka pav û kalên xwe bi dest xîne, bernadin.

Em, weke Rêxistina Ewropa ya Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê, vê girtina remek bi tundî şermezar dikin. Di heman demê de em bang li hemû hêz û rêxistinên demokrat û azadxwaz û bervedêrên mafên mirovan dikin, da ku ew jî ligel me dengê xwe ji bo serbestberdana hevalê me û hemû girtiyên nêrîn û ramanê bilind bikin. Herweha hêvî ew e ku pestek li rêjîma Sûriyê ya şoven û totalîter, li pênawî jiholêrakirina girtinên remekî, rêzgirtina li mafên mirovî û azadiyên bingehîn û parastina rûmeta hemwelatî, bête kirin.

– Azadî ji bo hevalê me mamoste Ismaîl Omer û hemû girtiyên bîr û ramanê
– Bijî azadî, demokrasî û wekhevî

10.12.2007

Komîta Serkirdayetiya Rêxistina Ewropa ya
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê - YEKÎTÎ
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000