www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
22.10.2007 - 18:54 [ 1984 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Talabanî behsa rawestandina şer dike û PKK şertan datîne

amude.com

SILÊMANÎ (afp/amude.com) - Piştî ku serokê Iraqa federal Celal Talabanî ragihand ku gerîlayên PKKê dê îroj êvarî "ji aliyekî ve" şer rawestînin, PKK di malpera xwe de eşkere kir ku ew amade ye şer rawestîne, lê bi şertê ku artêşa Tirkiyê jî êrîşên xwe yên li dijî wê rawestîne. Di daxuyaniya PKKê de hatiye nivîsandin: "Em amade ne şer rawestînin eger artêş tirkî êrîşên xwe yên li dijî me rawestîne, planên xwe yên ketina Iraqê bavêje û soza aşitiyê bide." Çavkaniyeke taybetî di hikumeta herêma Kurdistanê de ragihand Malpera Amûdê ku desthilatdariya kurdî ji êrîşa PKKê ya do li dijî leşkerên Tirkiyê "pir hêrs bûye". Wî got ku "PKK xeta sor derbas kiriye û divê tehemula encamên vê kiryara xwe bike".
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000