www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
11.10.2007 - 15:10 [ 2011 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Kujerên Şerefkendî ji zindanê derdikevin

amude.com


Dr. Sadiq Şerefkendî (wêne: PDKÎ)
KARLSRUHE (afp/amude.com) - Kujerên sekretêrê giştî yê Partiya Demoqrat a Kurdistanê - Îran (PDKÎ) Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî dê serbest bêne berdan. Peyvdarê dozgeriya federal a Elmanyayê ragihand ku welatiyê îranî Kazem Darabî û hevkarê wî di kujtinê de Ebas Rhayel dê berî qedandina cezaya xwe ya di zindanê de serbest bêne berdan. Herdu gerek di dawiya vê salê de ji Elmanyayê bêne derxistin. Îranê berî niha gelek caran ji Elmanya doza serbestberdana endamê dezgeha istixbaratan a îranî Kazem Darabî kiriye. Darabî û Rhayel ligel çend kesên dî 17.09.1992ê de Dr. Sadiq Şerefkendî û çend hevlaên wî li Berlînê di xwaringeha "Mykonos"ê de kujtin.

Dozgeriya federal a elmanî hîn di tîrmeha 2006ê de dixwezt ku Kazem Darabî bêtirî 15 salan di zindanê de derbas bike. Ji ber ku Darabî ji aliyê dadgehê ve tawanbar hatibû dîtin, ew ji ber "gunehkariya giran" ji bo bi kêmanî 15 salan zindan hatibû cezakirin. Niha dozgeriya federal biryara serbestberdana herdu kujerên siyasetvanên kurd bi wê yekê şirove dikin, ku herduyan "bêtirî 15 salan ji cezaya xwe qedandine".


Bi fermana Îranê siyasetvanên kurd li Berlînê di xwaringeha "Mykonos"ê de hatin kujtin. (wêne: alefbe.com)

Di 17.09.1992ê de du terorîstên îranî û duduyên libnanî sekretêrê giştî yê Partiya Demoqrat a Kurdistanê - Îran (PDKÎ) Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî Fetah Ebdulî (endamê Komîteya Navnedî ya PDKÎ û nûnerê rêxistina Ewropayê ya partiyê), Homayun Erdelan (berpirsê PDKÎ li Elmanyayê) û Nurî Dêhkurdî li bajarê Berlînê di xwaringeha bi navê "Mykonos" de kujtin. Yek ji kujerên îranî karîbû bireve Îranê û nehate girtin. Muxaberatê îranî Kazem Darabî û herduyên libnanî Mihemed Etrîs û Ebbas Rhayel, ku bi xwe endamên Hîzbullah in, ji aliyê polîsên elman ve hatin girtin. Di 10ê nîsana 1997ê de dadgeha Berlînê diyar kir ku rêjîma Îranê biryara kujtina siyasetvanên kurd stendibû û destûra vê yekê dabû. Dadgehê hingî biryar da ku kujerê îranî Darabî û yê libnanî Rhayel divê ta ku sax bin, di zindanê de bimînin. Kujerê libnanî yê din bi 5 salan zindan hatibû cezakirin. Ew niha azad e.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000