www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
04.10.2007 - 00:54 [ 2023 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Raperê kurd Roj Yûnis (deng)

Sîrwan H. Berko - Dortmund


Roj Yûnis xwe di cîhana hîp-hopê de li malê dibîne
Di 23.09.2007ê de beşê kurdî yê radyoya Funkhaus Europa, ku kanaleke dezgeha radyo û televizyonê ya elmanî WDR e, portrêyeke Roj Yûnis weşand. Malpera Amûdê vê bernameya ku ji aliyê Sîrwan H. Berko ve hatiye amadekirin, li vê derê diweşîne.

[Bitikîne û guhdar bike].
Cool û funky: Bi vî şêweyî Roj Yûnis xwe bi nav dike. Da ku mirov stranên Hîp-Hopê bêje, divê mirov hinekî cool be. Guhertina bajarên rûniştina wî: Hambug, Bochum, Swêd û niha Berlîn nîşanên xwe li cem raperê kurd hiştine. Di vê demê de û di temenekî hesas de gelek pirsgirêkên wî hebûn. Di Hîp-Hopê de wî tek felata ji vê rewşê dît:

"Min hingî dev ji hevalên xwe qerabû û min xelkine nû naskirin. Wê çaxê min gelekî dinivîsand. Ji xwe kêfa min ji muzîkê re dihat, îca min ew nivîs bi muzîkê ve girêdan. Û dema mirov bixwaze peyamekê bigihîne xelkê, kîjan rê ji bo vê yekê ya herî baş e: Hîp-Hop."

Dema ku ew distirê, Roj tevaya laşê xwe dihejîne. Bi taybetî destên wî bi xurtî dilivin virde û wirde. Ev yek ji bo Hîp-Hopê tiştekî normal e. Çendîn stran xurt be, ewqasî jî can pê re diçe û tê.
Roj bi xwe gotinên stranên xwe dinivîsîne. Yekemîn strana xwe wî di 14-saliya xwe de nivîsand. Tevî ku Roj ê 20-salî hin stran nivîsandine jî, lê wî ta niha ti albom dernexistine. Ew niha li ser çêkirina wê dixebite. Lê ew ta niha beşdarî gelek çalakiyan bûye, weke mînak wî stranên xwe di kanala televizyonê ya muzîkê Vîva û herweha Job TV de jî pêşkêş kirine.
Dê û bavê Roj ji Kurdistana Suriyê ne. Ew bi xwe li Elmanyayê ji dayik bûye û xwe wekî Ewro-Kurd dibîne. Ji bilî bi zimanên elmanî û ingilîzî Roj herweha bi zimanê kurdî jî stranan dibêje, zimanê dayika wî, ku jê re gelekî giring e:

"Ji min re interesant e ku ez wê kulturê jî nas bikim û bibînim. Sala çûyî ez çûm Suriyê, ew der ji min re wek dinyayeke nû bû, ez nas nakim. Ji min re wek tiştekî ecêb e."

Ji bo Roj êşa miletê wî tiştek naskirî ye. Di filmê „Nach dem Sturz“ (Piştî rûxandinê) de, ku nûtirîn filmê derhnêrerê kurd Huner Selîm e, Roj bi rola ciwanekî kurd dilîze ku rastî dîroka jana gelê xwe tê. Mijar li ser Sedam Hisên û tawanên wî yên li dijî Kurdan e.
Di hin stranên xwe de Roj zimanekî lewitî bi kar tîne, ku di muzîka rap de tiştekî normal e. Di filmê „Nach dem Sturz“ de Roj stranekê li ser Sedam Hisên dibêje ku tê de hunermendê ciwan Sedam dadgeh û pîs dike. Roj behsa sedemên vê yekê dike:

"Ez wan wêneyan li pêşiya xwe dibînim, ez pê difikirim, tiştê ku wî kiribû û nekiribû. Wê demê wek ku bombeyek di hundirê min de biteqe... Ez difestisim, ez aciz dibim, radihêjim pênûsê, qaxet li pêşiya min e û ez dest pê dikim dinivîsînim. Hingî ji ber xwe ve gotinên wilo bi yekî re derdikevin."

E-Mail: sirwan@amude.com
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000