www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
26.09.2007 - 23:21 [ 2002 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Malbateke kurd a penaber di balafirgeha Frankfurtê de girtî ye

amude.com

FRANKFURT AM MAIN (amude.com) - Tevî ku ev 17 rojên wan ku wan li Elmanyayê doza mafê penaberiyê kiriye, dezgehên elmanî malbateke kurd di balafirgeha Frankfurtê ya navneteweyî de girtî hiştiye. Li gorî agahiyên ku mirovên vê malbatê gihandin Malpera Amûdê, malbata ku ji bajarê Qamişlo li Kurdistana Suriyê ye, di 07.09.2007ê de bi balafirekê gihan balafirgeha Frankfurtê û yekser doza mafê penaberiyê kir. Doza wan du caran nehat pejirandin. Ebdilsemed Osman (24) ligel jin û keça xwe ya çar mehî di balafirgehê de girtî ne û polîsên elman nahêlin ku ew ji balafirgehê derkevin. Mirovên vê malbatê ragihand ku Ebdilsemed Osman nexweş e û ji dema ku gihaye Elmanya, 5 caran ketiye nexweşxaneyê. Ta niha ne diyar e bê çarenivîsa vê malbata penaber dê çawa be.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000