|
|
17.08.2007 - 19:12
|
[ 1997 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Dengên ji bo paraztina herêmên Kurdan bilind dibin/ Li Hannoverê xwepêşandan
amude.com
MUSIL/HANNOVER (dpa/amude.com) - Piştî komkujiya ku li du gundên Şengalê pêk hat, dengên ji bo girêdana hemû herêmên Kurdan bi herêma Kurdistana Iraqê ya federal ve bilind dibin. Li gundên Êzdiyan Başîqa û Bajzanî û herweha li Duhokê, Akrê û Şêxan bi hezaran kes derketin kolanan û li dijî êrîşên terorîstyane li dijî Kurdan protesto kir. Xwepêşanderan bang kir ku gundên kurdî ku bi parêzgeha Musilê ve girêdayî ne, bikebin bin desthilatdariya Kurdan, da ku ji êrîşan bêne paraztin. Ji aliyekî dî ve komek ji rêxistinên kurdî li Elmanyayê bangî Kurdan dikin ku sibe, 18.09.2007, beşdarî xwepêşandanekê li bajarê Hannover bibin. Xwepêşandan seet 12.00 li Steintor dest pê dike û du seetan dirêj dike.
|
|
|
|
|
|