|
|
31.07.2007 - 09:47
|
[ 2046 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Ji ber ku ala Iraqê hildan, 50 kes hatin girtin
amude.com
 Av al li Kurdistanê qedexe ye. | DUHOK (dpa/amude.com) - Hêzên ewlekariyê yên kurdî li Duhokê 50 ciwan girtin ji ber wan ala Iraqê bilind kiribû. Karmendekî dezgeha ewlekariyê li Duhokê ragihand ku piraniya kesên ku hatine girtin, file û êzdî ne. Wî eşkere kir ku fermanek ji wan re hatiye ku li parêzgehên Duhok, Hewlêr û Silêmaniyê her yekî bidin girtin, "û ger tenê ji bo seetekê be jî", ku ala Iraqê hilde. Piştî serketina hilbijartina Iraqê ya gokê di pêşbirka Asyayê de, li seranserî Kurdistana Iraqê ev serketin bi dîlan û hildana alên kurdî û yên Iraqê hate pîrozkirin. Ji ber ku ala Iraqê ya niha di dema Bees de hatiye çêkirin, hildana wê li Kurdistana Iraqê qedexe ye. Lê ev qedexekirin tenê li deverên di bin desthilatdariya PDK-Iraq pêk tê.
|
|
|
|
|
|