|
|
03.07.2007 - 13:10
|
[ 1805 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
HRW: Li Kurdistana Iraqê girtî têne işkencekirin
amude.com
 Human Rights Watch raportek taybetî li ser Kurdistana Iraqê amade kir | HEWLÊR (ap/amude.com) - Rêxistina Human Rights Watch (HRW) a emerîkî di raporteke xwe de radigihîne ku di zindanên Kurdistana Iraqê de işkencekirina girtiyan berdewam tê kirin. Li gorî raporta ku îroj hate weşandin, girtî bi sîxên hesin û kabilan rastî lêdanan tên û bi şokên elektrîkê têne işkencekirin. Herweha di raportê de hatiye nivîsandin ku bi rojan destên girtiyan di kelepçeyan de ne û çavên wan girtî ne. HRW berdewam dike û dibêje ku zindanên Kurdistanê zêdî taqeta xwe girtiyan dihewîne û rewşa paqijiyê jî di wan de xerab e.
Pispora Rojhilata Navîn a HRW, Sarah Leah Whitson, li Hewlêrê got: "Em ecêbmayî ne ku Kurd jî binpêkirinên wilo yên mafên mirovan pêk tînin, piştî ku ew bi xwe li jêr desthilatdariya Sedam Hisên goriyên işkenceyan bûn."
Li gorî HRW, wê ji nîsan ta çiriya pêşîn a sala borî axavtin bi bêtirî 150 girtiyên di zindanan de pêk anîne. Piraniya girtî bi terorê yan jî êkstrêmîsma siyasî têne gunehkarkirin.
Hikumeta Kurdistana Iraqê ev îdîayên işkenceyan red kir, lê soza lêkolînên bêalî da.
Tevaya raportê dikare bi zimanên kurdî (soranî), erebî û ingilîzî bête xwendin: http://hrw.org/reports/2007/kurdistan0707/.
|
|
|
|
|
|