www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
28.04.2007 - 16:11 [ 1807 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Keça Celadet Bedirxan: »Mafên dê û bavê min hatine xwarin« (bi deng)

amude.com


Sînemxan Bedirxan
DORTMUND (amude.com) - Ji bo beşdarbûna di çeremenîn Konferensa Bedirxan li Berlînê de, keça Mîr Celadet Bedirxan, Sînemxan, ligel mêrê xwe Selah Sadela, xwediyê ferhenga Saladîn a ingilîzî-kurdî, hatiye Elmanyayê. Di hevpeyvînekê de bi Malpera Amûdê re, Sînemxan eşkere kir, ku di salên dawî yên jiyana diya wê Rewşen Berdirxan de, "gelek kesan tişt ji diya min stendin û lê venegerandin". Sînemxan diya kir ku ew hingî ne li cem diya xwe bû û ji ber vê yekê ew nizane bê ew kes kî bûn û çi bi xwe re birine. Keça Celadet Bedirxan, ku wekî "mîrê kurmaniya nûjen" tê binavkirin, ne li dij e ku grmera bavê wê bête guhertin, "lê divê komîteyeke ji kesên pispor bi vî karî rabin".

Hîn ta berî şeş mehan, Sînemxan Bedrixan ligel hevserê xwe Selah Sadela li Bexdayê dijiya. Li ser daxwaza serokwezîrê Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî, ev şeş mehên wan in ku li Hewlêrê paytexta Kurdistana azad dijîn.

Li ser guhertina gramera Celadet Bedirxan Sînemxan got: "Guhertin ne xerab in û ne şerm in, lê divê kesên ku guhertinan pêk bînin, kesine zana bin. Pêwîst e ku komîteyeke ji kesên pispor ji vê yekê re bête sazkirin."


Sînemxan Bedirxan ligel hevserê xwe Selah Sadela
Keça Celadet Bedirxan herweha diyar kir ku mafên dê û bavê wê baş nehatine paraztin. Wê berdewam kir û got: "Di salên dawî yên jiyana xwe de, diya min yixtiyar bûbû û dixwezt alîkariya xelkê bike. Ez bi xwe ne li cem bûm, lê gelek kesan tişt jê stendin û lê venegerandin. Mixabin ez nizanim bê ew kes kî ne. Eger min zanîba, minê navên wan gotiba. Ez dixwazim rastî derkeve holê û herkes bigihê mafê xwe."

Ligel ku piraniya berhemên Celadet Bedirxan û xanima wî Rewşen winda bûne, lê hîn jî çend tiştên hindik mane ku Sînemxan wan li cem xwe diparêze. Yek ji wan tiştan vexwendnameya ji bo beşdarbûna Konferansa Antîkolonyanîsim di sala 1957ê de li Atînayê ye, ku ji diya wê Rewşen Bedirxan e re hatibû şandin. Herweha belgeya desturdayina orîjînal ji bo derxistina kovara Hawarê jî di nav destên keça xwediyê Hawarê Celadet Bedirxan de ye. "Wekî dî helbestên bapîrê min Emîn Elî li cem min hene, tiştine kêm ên apê min Kamiran û herweha ferhenga bavê min a kurdî-kurdî jî li cem min in."

>> Li hinek bersivên Sînemxan Bedirxan guhdar bike
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000