|
|
25.04.2007 - 13:47
|
[ 1884 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Ji weşanên Avestayê du pirtûkên kurdî yên nû derketin
amude.com
STENBOL (amude.com) - Ji ji weşanên Avestayê li Stenbolê du pirtûkên nû derketin: "Kirasê Teng" a Lorîn S. Dogan û "Kurd û Kurdistan" a Arshak Safrastian. Di "Kirasê Teng" teng de 20 çîrokên bi zimanê kurdî peyda dibin. Pirtûk ji 106 rûpelan pêk tê. Pirtûka "Kurd û Kurdistan" wergera kurdî ya pirtûka nivîskarê ermenî Arshak Safrastian "Kurds and Kurdistan" e, ku di sala 1948ê de li Londonê çap bûye.
Lorîn S. Dogan, ku bi navê Lorîn Stran gelek nivîsên wê di çapemeniya kurdî de hatine weşandin, di sala 1975ê de li Nesêbînê ji dayik bûye. Wê li Zanîngeha Dicleyê beşê biyolocî qedandiye. "Kirasê Teng" pirtûka wê ya yekem e.
Li ser berga dawî ya "Kirasê Teng" hatiye nivîsandin:
 "Kirasê Teng" a Lorîn S. Dogan | "Civaka me civakek bi simbêl e, nêr e. Jin di civakê de tenê wek "problêm" derdikevin pêş. Edebiyata kurdî jî wisa ye. Berhemên nivîskarên jin pirr kêm in. Resmê edebiyata me jî resmek bi simbêl e. Kirasê ku civakê, yan jî mêr, li jinê kiriye û dike, zêde teng e.
[...] Lorîn S. Dogan ne tenê neynikê dide ber civakeke derengmayî, bi cesaret pê li birîna ku bi salan e di mejiyê me de cî giriye, dike.
"Kirasê Teng" pirtûkek e ji rêza "Şahmaran" a weşanxaneya Avestayê ye, ku pirtûkên helbest û çîrokan ên nivîskarên kurd ên jin hembêz dike.
Wergera kurdî ya Pirtûka "Kurd û Kurdistan" a nivîskarê ermen Arshak Safrastian ji 124 rûpelan pêk tê. Li ser berga dawî ya pirtûkê hatiye nivîsandin:
 "Kurd û Kurdistan" a Arshak Safrastian | "Li siwarên me yên lezgîn binere, çi bê tirs û vekişîn in. Binêre li erîşa xurt û leza hespên wan. Mirovên me dema bi çargavî diçin, tivingên xwe li dijiminê xwe direşînin û rast li nîşana xwe didin, ew dikarin dema li bin tengiyên kurtanên xwe ve dixişiqin û di navbera herdu lingên hespên xwe yên pêşiyê re tivingên xwe diteqînin ji şer bikin. Bi izna Xwedê! Hindî ku mirovên me wiha bin, em dikarin dinyayê feth bikin û tu miletek li dinyayê nikare xwe zêde li ber me ragire."
---------
Kirasê Teng
Lorîn S. Dogan
Avesta, 2007, Stenbol
ISBN: 978-9944-382-20-5
Kurd û Kurdistan
Arshak Safrastian
Avesta, 2007, Stenbol
ISBN: 978-9944-382-18-2
Avesta Basin Yayin
Hüseyin Aga Mahallesi
Sakiz Agaci Caddesi
Ogut Sokak No: 7
Beyoglu, Stenbol
Tel-Faks: +90 (0212) 2514480, 2438975
AMED
Ekinciler Caddesi
Nurlan Apt. Giriş Kati No: 2
Tel-Faks: +90 (0412) 2235899
|
|
|
|
|
|