|
|
11.04.2007 - 14:17
|
[ 1790 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Li Berlînê Konferensa Bedrixaniyan pêk tê
amude.com
BERLÎN (amude.com) - Di rojên 21 û 22ê vê mehê de, li Berlîn paytexta Elmanyayê dê çaremîn Konferensa Bedirxaniyan li dar keve. Komek ji pisporên kurd û biyanî dê di du rojan de li ser rewşa berhemên kurdî yên
çapkirî di salên 1898–2007ê de û herweha li ser rewşa azadiya ramanê û binpêkirina vî mafî lêkolînan pêşkêş bikin û wan guftûgo bikin. Piştî ku ev konferens sê caran li Kurdistana Iraqê hate lidarxistin, îsal yekemîn car e ku ew li derveyî Kurdistanê û ji aliyê dezgehên serbixwe ve tê amadekirin. Hikumeta Kurdistana Iraqê vê konferensê fînase dike û Navenda Ewropî ji bo Lêkolînên Kurdî, Havîbûn û
Dezgay Bedirxan a Çap û Belavkirinê wê amade dikin. Malpera Amûdê program û agahiyên derbarey qeydkirina ji bo beşdarbûna di konferensê de diweşîne: [PROGRAM] (pdf).
|
|
|
|
|
|