www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
04.04.2007 - 20:49 [ 1777 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Li Kurdistana Iraqê rojnamevanek kurd hate terorkirin

amude.com


Nîşanên işkencekirinê li ser pişta Nebez Goran
HEWLÊR (amude.com) - Rojnamevanê kurd Nebez Goran do li Hewlêrê ji aliyê 5 kesên çekdar ve hate revandin û rastî lêdaneke dijwar hat. Rojnamevanê rexnegir ragihand ku kesên ku do ew li Hewlêrê bi zorê derbasî tirimbêlekê kiriye û çav û destên wî girêdane, "cilên leşkerî li wan bûn". Wî herweha got ku van kesan ew biriye ciyekê derveyî bajêr û "bi şîşên hesin û devên tivingan" li wî xistine. Di encama lêdanê de, laşê Goran sor û şîn bûye. Rojnamevanê ku ji rojnameyên wekî Hawlatî, Medya û herweha malpera kurdistanpost.com re dinivîsîne, got ku kesên ku revandiye, jê xweztiye ku "careke dî li ser berpirsyaran nenivîsîne". Piştî lêdanê Nebez Goran li ciyê lêdanê bitenê hatiye hiştin. Goran êdî bitenê çûye Hewlêrê û derbasî nexweşxaneyê bûye.

Nebez Goran bi nivîsarên xwe yên rexnegir hatiye naskirin. wî di dema dawî de bi taybetî li ser berpirsê ragihandina Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê, Sero Qadir, çend nivîsarên rexneyî weşandine. Nebez Goran eşkere kir, ku kesên ku ew revandiye û işkence kiriye, jê xweztiye ku "tobe bike" û eger ew nivîsên li ser berpirsyaran ranewestîne, "emê te bikujin".


Nebez Goran
Rojnamevanekî kurd li Hewlêrê ji Malpera Amûdê re diyar kir, ku revandina Nebez Goran û lêdana wî "zahîreyeke xeter e û divê rê li ber bê girtin". Wî herweha hikumeta Kurdistana Iraqê rexne kir û got ku ew ta niha "nikare rojnamevanên kurd biparêze". Rojnemavenê kurd got: "Em li welatekî dijîn ku qanun lê nayê tetbîqkirin." Wî berdewam kir û got, ku kesên ku bi vî karî rabûne, "zilamên berpirsekî kurd in ku ji medyaya azad ne raszî ye".
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000