|
|
01.04.2007 - 02:18
|
[ 1786 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Serxweşan konsêrta Bilind Ibrahîm têk bir
amude.com
 Kêfa Bilind Ibrahîm û ya hezkiriyên wî dirêj nekir |
HERNE (amude.com) - Bi pevçûneke mezin di navbera çend kesên ciwan ên serxweş de, berî du seetan konsêrta hunermend Bilind Ibrahîm li bajarê Hernê yê elmanî bi dawî hat. Pevçûna di orta du kesan de bû sedema pevçûneke mezin, ku gelek kes - di van wan de jî zarok û jin - bûn goriyên wê. Hejmareke mezin ji polîsan di deh tirimbêlan de bilez hatin ciyê konsêrtê û sê kes girtin. Herweha hin kes birîndar bûn. Bilind Ibrahîm ta seet 23.45 jî stranên xwe pêşkêş kirin, lê ji ber pevçûnê program bi dawî hat. Dora 800 kesî beşdarî konsêrtê bûbûn. Malpera Amûdê dê nêzî nûçeyeke berfireh ligel hin dîmenên vê konsêrtê biweşîne.
|
|
|
|
|
|