|
|
01.03.2007 - 11:55
|
[ 1830 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Barzanî: Kurdên Suriyê doza mafên çandî û îdarî dikin
amude.com
 Mesud Barzanî: Kurdên her beşekî Kurdistanî bi xwe biryara çarenûsa xwe didin | DORTMUND (amude.com) - Serokê Kurdistana Iraqê Mesud Barzanî diyar kir, ku Kurdên Kurdistana Suriyê "doza mafên çandî û îdarî yên hindik dikin, lê te berî demekê wan doza nasnameyê û mafê welatîbûnê dikir". Di hevpeyvînekê de ligel malpera Elaph a erebî, Barzanî herweha bal kişand ser wê yekê ku mafê Kurdên Suriyê yê "sirûştî" ye ku rewşa wan bibe mîna ya Kurdên Kurdistana Iraqê. Barzanî herweha got: "Îroj Kurdên Suriyê, yan jî Kurdên her beşî, ew bi xwe destnîşan dikin bê çi dixwazin, em ji wan re nexşê nîgar nakin, ew nexşa xwe nîgar dikin, ji xwe re rê nîgar dikin..."
|
|
|
|
|
|