www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
21.02.2007 - 15:46 [ 1827 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Festîvala Bedirxan tê Berlînê

amude.com


Siamend Haco
BERLÎN (amude.com) - Bi boneya 109-saliya Roja Rojnamegeriya Kurdî, dê di rojên 20-22.04.2007ê li Berlîn paytexta Elmanyayê çaremenîn Festîvala Bedirxan li dar dikeve. Komek ji pisporên kurd û biyanî dê di du rojan de li ser çapemeniya kurdî û rola Bedirxaniyan biaxivin û guftûgo bikin. Siamnd Haco ji Navenda Ewropî ji bo Lêkolînên Kurdî (NELK) ya li Berlînê ragihand Malpera Amûdê ku ji seranserî Kurdistanê û herweha ji gelek welatên dî dê lêkolîner beşdarî vê konferansê bibin. Herweha şandeke ji parlament û hikumeta Kurdistana federal dê ji bo vê konferansê bê Berlînê. Ev cara yekemîn e ku ev konferans li derveyî Kurdistanê li dar dikeve. Ew ji aliyê NELK û dezgeha Havîbûn ve û bi piştgirtina hikumeta kurdî tê amadekirin.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000