www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
15.02.2007 - 00:27 [ 1798 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Danmark dîsa li ser Roj tv lêkolînan pêk tîne

amude.com


Tirk dixwazin Roj tv bidin girtin
KOPENHAGEN (afp/amude.com) - Danmark careke dî dixwaze ku li ser kanala televizyonê ya kurdî Roj lekolînan pêk bîne. Parêzera dewletê Hanne Schmidt ragihand ku wê ji polîsên Kopenhagenê doza pêkanîna lêkolîneke nû li ser Roj tv kiriye, "çimkî ev mesele baş têra xwe nehatiye zelalkirin". Parêzera dewletê nexwezt eşkere bike bê çi di encamên lekolînên ku ji sala 2005ê ve li ser Roj tv pêk tên, "têrê nakin". Tirkî, bi piştgirtina Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), gelek caran ji hikumeta danmarkî doza girtina Roj tv kiriye, ku li gorî wê ev kanal ji aliyê PKKê vê tê fînansekirin.

Ev ne cara pêşî ye ku li ser Roj tv lêkolîn pêk tên. Danmark berî niha jî lêkolîn pêk anîne û cara dawî eşkere kir, ku ewê xwezteka dewleta tirk a girtina vê kanala kurdî pêk neyne.

Roj Tv li Danmarkê hatiye qeydkirin û ew ji sala 2004ê weşana xwe ya rojane dike û berê xwe dide 78 welatan.

Di lêkolînên xwe yên nû de, polîsên danmarkî dê binerin bê xebata Roj tv li dijî qanunên danmarkî ne yan na. Ewê herweha bikolin bê ev kanala kurdî di piştgirtina xwe ya ji bo PKK de, ku li Tirkî, Yekîtiya Ewropa û DYEê di lîsteya rêxistinên terorîst de ye, temaşevanên xwe ji bo kînê gurr dike yan na.

Dewleta tirk hemî hewildanên xwe dike ku Roj tv bide girtin. Berpirsên emerîkî jî gelek caran piştgirtina xwe ji bo vê yekê eşkere kirine.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000