www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
01.02.2007 - 23:12 [ 1761 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Şakiroyê Xido mir

amude.com


Prof. Dr. Şakiroyê Xido di semînarekê de dawiya 2003ê li Elmanyayê
DORTMUND (amude.com) - Ji nişkê ve û bêyî ku nexweş be, îroj sibehê li Mosko paytexta Rusyayê dilê serokê Navenda Lêkolînên Kurdî li Moskoyê, Prof. Dr. Şakiroyê Xido, rawestiya. Termê wî îroj hate veguhestin bo Erministanê û li gundê Elegezê hate veşartin. Dîrokzan Şakiroyê Xido di sala 1930î de li gundê Elegezê li Komara Ermenistanê ji dê û bavekî êzdî ji dayik bûbû. Ew gelek salan di rojnameya "Rêya Teze" de xebitiye û di salên dawiyê de xwe mijûlî dîrokê dikir. Kesên ku bixwazin sersaxiya malbata Xido bike, dikare vê jimara telefonê (007 495 129 34 38) bi kar bîne yan jî e-mailekê bişîne ji "Riya Teze" re: midia@netsys.am.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000