|
|
24.12.2006 - 12:24
|
[ 1766 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Pirtûk û stranên kurdî pênc Kurd avêtine zindanê
amude.com
HELEB (amude.com) - Li bajarê Helebê li Suriyê, du xwendekar, bazirganek û hunermendek ji aliyê hêzên ewlekariya Suriyê ve hatine girtin. Her çar girtî kurd in û tikes nizane bê ew li kû ne û di çi rewşê de ne. Li gorî agahiyên Malpera Amûdê, herdu xwendekar Heysem û Ehmed Hemadî ji ber sazkirina pirtûkxaneyeke pirtûkên kurdî, bazirgan Selah Eldîn Yûsiv ji ber derbaskirina wêne û awazên kurdî di bêrîkfonan de û hunermend Şeeban Ehmed Meemo jî ji ber pêşkêşkirina stranên kurdî di ahengeke xwendekarên kurd ên Zanîngeha Helebê de hatine girtin. Hemî girtî ji herêma Efrînê ne.
Hevalekî herdu xwendekarên kurd Heysem û Ehmed Hemadî yên girtî ragihand Malpera Amûdê ku ev demek e ku wî û hevalên xwe pirtûkxaneyek saz kiriye, ku bêtirî 160 pirtûkên kurdî tê de peyda dibin. Di nameyekê de ji bo Malpera Amûdê, vî hevalî nivîsandiye ku di 22.11.2006ê de hêzên ewlekariyê yên rêjîma Suriyê êrîşî vê pirtûkxaneyê kiriye û hemî pirtûk û herweha xwendekar Heysem û Ehmed Hemadî bi xwe re birine û ta niha ti kes tiştekî li ser rewşa wan nizane. Heysem û Ehmed Hemadî xwendekarên beşê hiquqê yê Zanîngeha Helebê ne. Herdu ji gundê Dela li herêma Efrînê ne.
Ji ber ku ew di dikana xwe ya bêrîkfonan de awaz û wêneyên kurdî derbasî bêrîkfonên zibûnên xwe kirine, dikana bazirganê kurd Selah Eldîn Yûsiv a li taxa Şêx Meqsud li Helebê, ku weke taxeke Kurdan tê naskirin, berî du hefteyan bûye armanca hêzên ewlekariya siyasî yên rêjîma Suriyê û di encamê de Yûsiv hatiye girtin. Selah Eldîn Yûsiv ji gundê Senara li navçeya Şêx El-Hedîd a herêma Efrînê ye.
Hêzên ewlekariya siyasî yên bajarê Helebê herweha hunermendê kurd Şeeban Ehmed Meemo (38), ku bi navê Şahîban tê naskirin, pêncşema borî girtiye û ew biriye ciyekî nediyar. Şahîban di ahengeke xwendekarên kurd ên Zanîngeha Helebê li Kefer Cenê stranên kurdî pêşkêş kirine. Hunermendê girtî ji zewicî ye û bavê sê zarokan e. Ew ji gundê Ebtela li herêma Efrînê ye.
Ji ber destura dewleta Suriyê Kurdan wekî netewe napejirîne, li Suriyê zimanê kurdî qedexe ye. Rêjîma Suriyê bi şêweyekî fermî perwede, weşan û stranên bi zimanê kurdî napejirîne.
|
|
|
|
|
|