www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
16.12.2006 - 11:21 [ 1784 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Li Zanîngeha Kielê ya elmanî xwendekarên kurd gihan hev

amude.com


Koma Xwendekarên Kurd"
KIEL (amude.com) - Komek ji xwendekarên kurd ji her çar perçeyên Kurdistanê li Zanîngeha Christian-Albrechts a Kielê li bakurê Elmanyayê rêxistineke xwendekaran a bi navê "Kurdische Studentengruppe" ("Koma Xwendekarên Kurd") damezirand. Rêxistina nû avakirî di daxuyaniyeke xwe de radigihîne, ku armanc û daxwaza wê ew e, ku "beriya her tiştî alîkariya xwendekarên kurd bike, bi teybetî yên ku dixwazin ji welat werin li vir xwendina xwe ya bilind berdewam bikin". Ew herweha diyar dike ku ewê ji van xendekaran re derîvên xwendinê şirove û zelal bike û "astengiyan gorî hêza xwe di rêya berpirsiyarên zanîngehê re sivik bike û ji holê rake".

"Koma Xwendekarên Kurd" di axuyaniya xwe de berdewam dike, ku ewê çand, ziman, dîrok û rewşa civakî ya Kurdistanê "bi awayekî zanistî û şaristanî" di semînarên li zanîngehê de bi xwendekarên din re bide naskirin û "di pêşerojê de danûstandinek xurt di navbera xwendekarên Kielê û yên Kurdistanê de pêk bine".

Kesên ku bixwazin têkiliya vê rêxistina xwendekaran a nû bike, dikare an telefon bike (0179/3626849) an jî e-mailekê bişîne ser vê e-mailê: ziyayemarak@yahoo.de (Ziya Birahîm).
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000