|
|
11.12.2006 - 10:02
|
[ 1779 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Li Berlînê Festîvala Filmên Kurdî dest pê kir
Edhem Hisên - Berlîn
 Dîmenek ji roja pêşî ya festîvalê |
BERLÎN (amude.com) - Bi pêşkêşkirina filmê "En Garde" yê derhênera elman-kurd Eyşê Polat çaremîn Festîvala Filmên Kurdî li Berlînê dest pê kir. Ta roja yekşema bê di çend sînemayên Berlînê de dê bêtirî 30 filmên kurt, belgeyî û dirêj ên kurdî û herweha yên li ser Kurdan ji seranserî cîhanê bêne nîşandan. Mijara sereke ya festîvalê li ser rewşa jinên kurd li welêt û derveyî welêt e. Gelek film cara pêşî li Elmanyayê dikevin sînemayê. Filmê Jelal Jonroy "David û Leyla" ji Emerîkayê, ku evîna keçeke kurd û xortekî cihû tîne ser perdeya spî, yek ji wan e. Tevaya programa festîvalê li vê derê peyda dibe: www.kurd-filmfestival.com.
|
|
|
|
|
|