|
|
17.11.2006 - 22:04
|
[ 1788 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Yek ji giringtirîn romanên erebî bi kurdî derket
amude.com
 Jana Seyda | STENBOL (amude.com) - Li Stenbolê ji nav weşanên Avestayê wergera romana nivîskara cezairî Ehlam Mistexanemî bi kurdî derket. Helbestvan Jana Seyda Bîrweriya Laş (Zakîret el-Cesed ) ji erebî wergerandiye bo kurdiyê. Bîrweriya Laş cara yekê di sala 1993ê de li Beyrutê hate çapkirin û ta niha çapa wê ya 19ê derketiye. Ev roman mîna yek ji giringtirîn romanên erebî yên di salên dawiyê de tê dîtin û ew di programên perwerdeyê yên gelek zanîngehên cîhanê de ye. Di malpera Ehlam Mistexanemî de hatiye nivîsandin, ku romana Bîrweriya Laş hatiye wegerandin bo gelek zimanên cîhanî mîna ingilîzî, fransî, îtalî, çînî û kurdî.
Wergêra romana Bîrweriya Laş Jana Seyda bi helbestên xwe hatiye naskirin. Ew yek ji kêm helbestvanên jin in ku xwe di cîhana wêjeya kurdî de ferz kirine. Janaya ku bi eslê xwe ji Kurdistana Suriyê ye, niha li Stenbolê dijî. Di dawiya 2001ê de yekemîn pirtûka wê ya helbestan "Şeva dawî" (Avesta, Stenbol) derket. Helbestên wê di gelek kovar û malperên kurdî de hatine weşandin.
 Bîrweriya Laş bi kurdî derket |
|
|
|
|
|
|