www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
15.10.2006 - 23:38 [ 1763 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Gelek Kurd dixwazin bibin Fileh

amude.com

BERLÎN (amude.com) - Ajansa Nûçeyan a Evangelîst (idea) di nûçeyeke xwe de ragihand, ku li Berlîn paytexta Elmanyayê hejmara Kurdên ku dixwazin bibin Fileh, her ku diçe bêtir dibe. Di raporta xwe ya sala 2005ê de, Dêra Evangelîst li Berlin-Brandenburg-schlesische Oberlausitz (EKBO) û Dêra Evangelîst a Anhalt ji sala 1988ê ve ligel Dêra Presbyterianîst a emerîkî projekta "Mizgîn" pêk tînin. Armanca wan ew e, ku Kurdan ji bo ola xwe qezenc bikin û baweriya wan bi Pêximber Îsa bînin. Dêra Presbyterianîst a emerîkî, ku di sedsala 19ê de li Kurdistanê ji bo qezenckirina Kurdan ji bo ola xwe dixebitî, berî 18 salan keşeyên xwe Christine û Greg Goodman-Callison şandin Berlînê, da ku komelgeheke kurdî ya evangelîst damezirînin. Li Berlînê bêtirî 50.000 Kurd dijîn. Dêra evangelîst alîkariya civakî dide Kurdan û bi vî şêweyî wan nêzîkî xwe dike.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000