|
|
12.10.2006 - 16:40
|
[ 1799 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Nobel diçe ji Orhan Pamuk re
amude.com
 Xelata Nobel Orhan Pamuk kêfxweş dike | STOCKHOLM (dpa/amude.com) - Nivîskarê tirk Orhan Pamuk Xelata Nobelê ya Wêjeyê ya sala 2006ê stend. Akademiya Swêdû li Stockholmê ragihand, ku ji ber Pamuk "di lêgerîna giyanê mêlankolîk ê bajarê xwe Stenbolê sîmbolên nû ji bo pevçûn û ketina nav hev a çandan de peyda kirine". Pamukê 54 salî yekemîn nivîskarê tirk e ku vê xelata cîhanî ya giring distîne. Pirtûkên Pamuks ta niha hatine wergerandin bo 34 zimanan û ew li bêtirî 100 welatan hatine weşandin. Pirtûka wî "Navê min sor e", ku yek ji giringtirîn pirtûkên wî ne, di sala 2002ê de ji aliyê Mistefa Aydoganî ve hatibû wergerandin bo kurdî. Ji ber rexneyên wî li dijî komkujiya li dijî Ermenan Orhan Pamuk li Tirkiyê rastî êrîşîne dijwar hat. Pamuk dê 1,1 milyon Euro bistîne.
|
|
|
|
|
|