|
|
05.10.2006 - 01:53
|
[ 1798 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Kombûna Parlementarî ya ewropî doza paraztina çanda kurdî dike
amude.com
 Kombûna Parlementarî ya Encumena Ewropayê | DORTMUND (amude.com) - Kombûna Parlementarî ya Encumena Ewropayê di civîna xwe ya do de biryara resolutsyonekê da, tê de bangî piştgirtina ji bo paraztina çanda kurdî dike. Kombûnê ji Tirkiyê re, ku endamek Encumena Ewropayê ye, pêşniyaz kir, ku li ser derfeta perwerdeya bi kurdî li deverên ku ew wekî zimanê zikmakî tê bikaranîn, li kêleka zimanê fermî birame. Wê herweha pêşniyaz kir ku Tirkî kursên ziman û wêjeya kurdî li zanîngehan pêşniyaz bike û piştgirtina deugehên kurdî yên çandî bike. Kombûna Parlementary herweha ji hikumetên Îran, Iraq û Suriyê doz kir, ku "bizanibin ku ziman û çanda kurdî beşek ji kelepura welatên wan bi xwe ye, ku ew dewlemendiyeke mayî ye û ne gefek e ku şerê wê bête kirin". Malpera Amûdê tevaya resolutsyon 1519ê ya Kombûna Parlementary bi zimanê kurdî diweşîne:
Rewşa Kurdan a çandî
Resolutsyon 1519 (2006)1
1. Wekî berdewamiya raportên wê yên li ser Qereçiyên li Ewropayê (1993), çanda Cihûyan (1996), Aromanî (1997), çanda kêmayetiya uralî ya di bin gefa tunebûnê de (1998) û li ser çanda kêmayetiya Csángó li Romanyayê (2001), Kombûna Parlamentarî dixwaze balê bikişîne ser çand û rewşa Kurdan.
2. Kombûna Parlamentarî berî niha di raportên xwe yên derbarey erkên Tirkiyê de xwe mijûlî mijarine dî yên li ser Kurdan kiriye (Doc. 9120 a sala 2001ê û Doc. 10111 a 2004ê); û herweha derbarey rewşa mirovane a gelê kurd ê koçberkirî li Tirkiyê (Doc. 9391 a sala 2002ê).
3. Pirsa bê ka Kurd bi rastî ji kû derê hatine, dimîne pirseke neçareserkirî. Ji bo vê resolutsyonê, Kurd grûpeke etnîkî ye, ku zimanê wê yê zikmakî kurdî ye. Ew bi taybetî ji sîstemên çiyayên Zagros û Toros tên, wan herêmên çiyayî, ku Tirkî, Îran û Iraqê tê de digihên hev.
4. Ne jimara Kurdan naskirî ye, ne jî welatên ku ew bi piranî lê dijîn (Îran, Iraq, Surî û Tirkiyê) di jimartina welatiyên xwe de behsa nasnameyên neteweyî dikin. Tê texmînkirin ku ew di navbera 25 ta 30 milyonî de ne, ku wan dike yek ji mezintirîn „neteweyên bê dewlet“.
5. Kurd bi kurdî diaxivin, ku zimanek ji beşê bakur-rojava yê beşê îranî yê malbata zimanan a îndo-ewropî ye. Ew bi temamî ji erebiya samî û tirkiya altaîc cuda ye. Kurdiya nûjen ji çend grûpên bingehîn pêk tê, ya herî mezin grûpa kurmancî ye. Hejmareke ji devokan wan grûpan temam dikin.
6. Rewşa Kurdan li gorî rewşa welatên ku ew lê dijîn, ji hev cuda ye. Li Iraqê dora 5 milyon Kurd ji dema şerê 1991ê ve hema bêje serbixwe ne. Li Îranê ji bilî mafên çandî ti mafên Kurdan ên din tune ne: mafê muzîk û folklorê heye, lê yê perwerdeyê tune. Li Suriyê yekcarî mafên wan tune ye û ta bi muzîka wan jî qedexe ye.
7. Dewleta tirk bi dehên salan Kurd qebul nedikir. Di sala 2004ê de, rewş bi weşana bi devokên kurdî di televizyona tirkî ya neteweyî de û herweha pejirandina kursên hînbûna zimanê kurdî rewş hate guhertin. Pirtûk, kasêt û konsêrtên kurdî nema qedexe ne. Du kanalên televizyonê yên herêmî yên prîvat û dezgeheke radyoyê cara pêşî di 23ê adara 2006ê de dest bi weşanên kurt kir.
8. Hin Kurd bi mesela ”kuştina namusê” ve hatin girêdan, lê ev kiryarên hovane ne tenê li cem Kurdan peyda dibe. Ew li deverên paşdemayî (gundan) li Rojhilata Navîn pêk tên. Pêşketinên di warên perwerde û aborî dedibin sedemên kêmbûna kiryarên wilo. Rêxistinên jinan li Iraq û Tirkiyê roline giring dilîzin. Qanuna tawanê ya tirkî ya nû rê nade pêşiya faktorên ku dihêlin ku cezaya ”kuştinên namusê” sivik bibe, û wan wekî kujtinên bi mebest bi nav dike.
9. Pêwîst e ku gelek welatiyên li tevaya herêmê adetên xwe bi pêş xînin. Piraniya Kurdan haydar in ku Ewropa tiştek erênî ye û hêviya xwe dixin pêşeroja xwe eger di Ewropayê de yan jî ligel wê. Ew divê herweha haydar bin, ku welatê ku ”kuştinên namusê” hîn jî ji aliyê hinan ve wekî beşek ji ”kevneşopiya” wan tê pejirandin, welatek e ku ti ciyê wî li Ewropaya mafên mirovan tune ye. Kombûna Parlamentarî gavên qanunî û siyasî ji aliyê hikumeta tirkî ve baş dibîne, ku tê hêvîkirin, ku ew dê rê li pêşiya guhertinên birêkûpêk ber bi aliyê rast ve veke.
10. Bêtirî yek milyon Kurd li rojavayî Ewropayê dijî û li gelek welatên ewropî, ku hejmareke mezin ji Kurdan lê niştecî ne, dezgehên kurdî yên çandî hene. Diasporaya kurdî herweha roleke siyasî ya mezin di agahdarkirina raya giştî ya rojavayî de derbarey çarenûsa Kurdan li welatên cuda ku ew jê hatine, lîstiye.
11. Kombûna Parlamentarî balê dikişîne ser têkstên ku wê derbarey mijarên ku bi vê mijarê ve girêdayî ne, pejirandine, bi taybetî Pêşniyazên 928 (1981) derbarey pirsgirêkên perwerde û çandî yên zimanên kêmayetiyan û devokên li Ewropayê, Pêşniyazên 1283 (1996) derbarey dîrok û hînbûna ji dîroka li Ewropayê û herweha Pêşniyazên 1740 (2006) derbarey ciyê zimanê zikmakî di perwerdeya dibistanê de.
12. Divê li pirçand û pirziman wekî kaniyeke zengîn bête nerîn, ku kelepura me ya ewropî zengîn dike û herweha nasnameya her welat û kesekî xurtir dike. Li ser asata ewropî û bi taybetî ji aliyê Encumena Ewropayê ve ji bo paraztina vê çanda taybetî piştgirtî pêwîst e.
13. Baştirkirina rewşa çandî ya Kurdan yekser girêdayî tekuzbûna siyasî li herêmê ye. Aştî û tekuzbûn giring in ji bo baştirkirina rewşa çandî ya grûpên etnîk.
14. Kombûna Parlamentarî bangî Tirkiyê, wekî dewleteke endam di Encumena Ewropî de, dike ku bi şêweyekî baş li ”Pirsa Kurdî” binere û ku gavine pêwîst bavêje, da ku rewşa çandî ya Kurdan li Tirkiyê baştir bibe.
15. Di warê çandî de, Kombûna Parlamentarî pêşniyaz dike ku dezgehên tirkî yên xwedî biryar van gavên han bavêje:
15.1. misogerkirina paraztina zimanê kurdî yê bingehîn bi imzekirin, pejirandin û pêkanîna ”European Charter for Regional and Minority languages” (Peymana Ewropî ya Zimanên Herêm û Kêmayetiyan) derbarey zimanên kurdî, ku li Tirkiyê têne axavtin;
15.2. ramankirina derfeta perwerdeya bi zimanê zikmakî li kêleka zimanê fermî;
15.3. agahdarkirina dê û bavên kurd derbarey derfetên lînguîstîk ên cuda û herweha hînkirina wan bê çawa ew bikaribin doza tiştên heyî bikin;
15.4. pêşniyazkirina kursên ziman û wêjeya kurdî li zanîngehan;
15.5. pejirandin û piştgirtina dezgehên kurdî yên çandî û pêkanîna guftûgoyan ligel wan di warê hevkariya ji bo paraztina ziman û çanda kurdî de;
15.6. ji nû ve lênerîna danûstandinên îdarî ku Kurd di çalakiyên xwe yên çandî de rastî wan tên;
15.7. piştgirtina kurdîaxêvan ku beşdarî derfetên mass-medyaya nûjen bibin. Gerek di civata kurdî de ji bo vekirina rê li ber pêşketinên çapemeniya nivîskî, radyo û televizyonê di civata kurdî de;
15.8. sazkirina hin navendên dî li Tirkiyê ji bo piştgirtina çanda kurdî, ligel xurtkirina hişyarî û haydarî ji û herweha rêzgirtina kêmayetiyan.
16. Kombûna Parlamentarî herweha ji hikumetên Îran, Iraq û Suriyê dike doz dike, ku bizanibin ku ziman û çanda kurdî beşek ji kelepura welatên wan bi xwe ye, ku ew dewlemendiyeke mayî ye û ne gefek e ku şerê wê bête kirin, û ji wan dixwaze ku gavên pêwîst bavêje derbarey vê resolutsyona han, bi taybetî di warê zimên de.
Werger ji ingilîzî: Sîrwan Hecî Berko sirwan@amude.com
Têksta bi ingilîzî dikare li vê derê bête xwendin:
The cultural situation of the Kurds- Resolution 1519 (2006)
------------------------------------------------
1 Civîna Kombûna Parlamentarî ya di 04.10.2006ê de (civîna 28ê) (biner li Doc. 11006, raporta Komîteya Çand, Zanist û Perwerde, raportvan: Lord Russell-Johnston. Deq ji aliyê Kombûna Parlamentarî ve di 04.10.2006ê de (civîna 28ê) hate pejirandin.
Encumena Ewropayê çi ye?
Di Encumena Ewropayê (EE) de hemî welatên ewropî (ji bilî Montenegro, Rusyaya Sipî û Vatîkan), cî digirin. Ew fermî di 03.08.1949ê de hate damezirandin. Rusya, Ermenistan, Gurcistan, Tirkî û Qubris jî di EE de endam in. Armanca EE ya sereke ew e, ku di navbera endamên wê de hevkariyeke giştî di piştgirtina pêşketinên aborî û civakî de pêk bê. Di warê dezgehî de ti girêdana Encumena Ewropayê bi Yekîtiya Ewropayê ve tune ye, tevî ku herdu jî heman al û sirûdê bi kar tînin.
Encumena Ewropayê forumek e ji bo guftûgoyên derbarey pirsên ewropî yên giştî. Di çarçeweya wê de, peyamnên di orta dewletan de, ku ji aliyê qanuna gelan ve fermî ne, pêk tên bi armanca paraztina kelepura hevbeş û piştgirtina pêşketinên aborî û civakî.
Ji sala 1993ê û vir de, Encumena Ewropayê xwe bi şêweyekî xurtir mijûlî paraztina ewlekariya demoqratyane dike, ku bi taybetî ev xal in:
- Têkoşîna ji bo mafên mirovan
- Paraztina pîvanên bingehîn ên demoqratyane û herweha pîvanên bingehîn ên dewletên qanunê
Organên Encumena Ewropayê yên bingehîn ev in:
- Komîteya Wezîran, ku welatên endam bi wezîrên xwe yên derve tê de beşdar dibin;
- Kombûna Parlementarî, ku nûnerên parlamentên welatên endam tê de cî digirin.
Encumena Ewropayê bi Dadgeha Ewropî ya Mafên Mirovan ve girêdayî ye, ku ji bo bicîanîna Peymana Ewropî ya Mafên Mirovan dixebite.
Tirkî yek ji kevnintirîn endamên Encumena Ewropayê ye. Ew di sala 1949ê de bû endam, berî piraniya endamên dî mîna Elmanya, Spanya, Swêsra û welatine din. |
|
|
|
|
|
|