www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
17.09.2006 - 15:22 [ 1815 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Li dijî rojnamgeriya kurdî êrîşek: Tirkan rojnamevanê kurd Cemal Batun girt û nehişt ku derbasî Tirkiyê bibe

amude.com


Tirkî li Cemal Batun hatiye qedexekirin
STOCKHOLM (amude.com) - Rojnamevanê kurd Cemal Batun (43) do li balafirgeha Stenbolê hate girtin û şeva xwe di zindanê de derbas kir. Dewleta tirk nehişt ku Batun derbasî Tirkiyê bibe û ew vê sibehê şand Swêdê. Pêşkêşkerê du programên "Rojhilat Tv" ji Malpera Amûdê re eşkere kir, ku polîsên balafirgehê "hemî tiştên min ji min stendin û ez bê av û xwarinê û bêyê ciyê razanê di nav 15 kesên dî de di odeyeke 50 m2 de ta vê sibehê seet 10.00 hiştim". Êdî polîsekî tirk ew derbasî balafirekê kir û ew şand Stockholmê.

"Dua bike tu ne welatiyê Tirkiyê yî"

Ji bo pêkanîna çend programan ji bo kanala kurdî "Rojhilat Tv", rojnamevan Cemal Batun ligel nivîskar Keya Îzol do êvarî seet 18.00 gihan balafirgeha Stenbolê. Li ciyê kontrolkirina paseportan, 4 polîsên tirk Batun bi xwe re bir û nehişt ku ew derbasî Tirkiyê bibe. Rojnamevanê kurd ragihand Malpera Amûdê, ku polîsan jê re gotiye, ku wezareta navxweyî biryar daye, ku ketina wî ya Tirkiyê "xeterek e li ser dewletê". Ji ber vê yekê derbasbûna Tirkiyê jê re hatiye qedexekirin. Polîsan herweha ji Batun re gotiye: "Dua bike, ku tu welatiyê Swêdê yî û ne yê Tirkiyê." Dewleta tirk di nîsana 2004ê de mafê welatîbûnê ji Cemal Batun stendiye. Ji hingî ve Batun du caran çûye Tirkiyê - cara dawî di dara îsal de bû - bêyî ku tu pirsgirêk derkevin holê.

Tenê alîkariya nivîskar Keya Îzol, ku bi Batun re çûbû Stenbolê, û piştgiriya rewşenbîr û siyasetvanên kurd li Tirkiyê hişt ku Batun zû serbest bête berdan. Îzol karî derbasî Tirkiyê bibe û Kurd û Swêdî agahdarî girtina hevalê xwe yê rojnamevan kirin.

"Êrîşek li dijî rojnamegeriya kurdî"

Piştî ku balafira tirkî Cemal Batun gihand Stockholmê, nûnerkî şirketa balafirê hate pêşiya wî û ew radestî Swêdiyan kir. Hingî rojnamevanê kurd hemî tiştên xwe ji Swêdiyan stendin.

Cemal Batun di adara îsal de di "Rojhilat Tv" de dest bi xebatê kir. Ew bernameyên "Bergeh" û "Panorama Hefteyî" pêşkêş dike. Di bernameyên wî de mijarên li ser Kurd û Kurdistanê têne nîqaşkirin. Batun di wê baweriyê de ye ku xebata wî ya di televizyona kurdî de sedema girtina wî û qedexekirina derbasbûna Tirkiyê bû. Wî got: "Min di jiyana xwe de ji bilî xebata xwe ya rojnamevanî tiştek li dijî Tirkiyê nekiriye; min ti kevir neavêtiye wê. Girtina min ji ber xebata min a rojnamevanî bû. Ew êrîşek li dijî rojnamegeriya kurdî bû."

Cemal Batun ji Nisêbînê ye û li Stockholmê dijî. Ew bi salan di radyoya Zayele e, beşê kurdî yê Radyoya Swêdê, xebitiye. Herweha nivîsarên wî di gelek rojname û malperan de hatine weşandin.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000