|
|
15.06.2006 - 21:56
|
[ 1740 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Sekretêrên sê partiyên kurd bi cîgira serokê Suriyê re civiyan
amude
QAMIŞLO (amude.com) - Cîgira serokê Suriyê ji bo pirsên çandî, Dr. Necah el-Etar, îroj li Şamê ligel sê berpirsên kurd civiya. Di civîna xwe ya ligel Ebdilhemîd Hec Derwîş (sekretêrê Partiya Pêşverû ya Demoqrat a Kurd li Suriyê), Nezîr Mistefa (sekretêrê El-Partî) û Tahir Sifuk (sekretêrê Partiya Niştimanî ya Demoqrat a Kurd li Suriyê), el-Etar li ser pirsa Kurdên bê nasname axivî û ji beşdaran nerînên wan xwest. Di 05.10.1962ê de, rêjîma Suriyê di rojekê de nasnameya Suriyê ji dora 150 hezar Kurdên Kurdistana Suriyê stendin û ew ta roja îroj bê maf hiştine. Rêjîmê û serokê wê Beşar el-Esed çend caran soza çareserkirina vê pirsgirêkê kirine, lê ta niha tiştek nekirine.
|
|
|
|
|
|